23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amed ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade ye

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, dê di 4’ê îlonê de li qada Îstasyonê “Mitînga Aştiyê” li dar bixe. Hêzên kedê, dê bi dirûşma “Dem Dema Qêrîna Aşîtiyê Ye! – Wext Wextê Berzkerdîşê Vengê Aşitiyê Yo!” saet di 14.00’yê 4’ê Îlonê dest bi mîtîngê bikin. Parlamenterên HDP’ê û pêkahetyên hêzên ked û demokrasiyê jî dê beşdarî mitîngê bibin. Endam û rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo beşdariya mitîngê li navend û navçeyên Amedê û li bajarên derdorê amadekarî tên mîtîngê dikin. Hevserokê Sendîkaya Veguhestina Yekbûyî (BTS) a Şaxa Amedê û Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Suleyman Bozkurt diyar kir ku di vê pêvajoyê de aştî hin bi watedar bûye û xwest her kes bi dengekî xurt beşdar bibin û wiha got: “Lazim e dayik, ciwan, zarok û hemû alî dakevin kuçeyan û bi coşa cejnê beşdarî mitînga aştiyê bibin.”

Bozkurt anî ziman ku wan ji bo mitîngê serî li Walîtiya Amedê daye û  xebatên xwe kolan bi kolan didomînin.