19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê teqînek mezin rû da

Li Amedê, li Fermandariya Bingehîn a Baregeha Jetan a 8’an teqîneke mezin rû da. Teqîna ku bi şev çêbû ji gelek deveran hat bihîstin. Hat destnîşankirin ku teqîn li Baregeha Jetan a 8’an çêbûye. Her wiha hat diyarkirin ku teqîn ji ber êrîşeke bi dronan çêbûye.

Li gorî hin çavkaniyan jî teqîn li devereke din çêbûye û hin kes behsa du teqînan dikin.Piştî teqînê gelek ambulans û zirîpoş li nav bajêr digerin.

Wezîrê Karê Navxweyî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku êrîş bi balafirên maket çêbûye û tu xisar peyda nebûye. Lê hê jî li Amedê dengê gelek ambulansan tê.

Walîtiya Amedê jî daxuyaniyek belav kir. Di daxxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro di dora saet 12 û nîvê şevê bi balafirên maket êrîş birine ser Fermandariya Bingehîn a Baregeha Jetan a 8’an. Balafirên maket hatine bêbandorkirin û li baregehê tu xisar peyda nebûye.

Balafirên şer îro ranebûn

Li gorî hin angaştan; piştî êrîşa esmanî ya li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê pêk hat, li cihê balafir jê radibin çaleke mezin vebûye. Tiştê balkêş ew e ku balafirên şer yên her serê sibehê ji balafirgehê radibûn îro heta saet 11’ê berî nîvro ranebûn.

HPG’ê êrîşa duh girt ser xwe

HPG’ê der barê êrîşa ku duh qewimî daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan êrîş pêk aniye. Her wiha hat diyarkirin ku agahiyên berfireh dê bên parvekirin.