23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amedspor li mala xwe Amedê bi ser ket

Îro li Stanyûma Amedê di saet 1’ê nîvroyê de maça Amedspor û Velimeşesporê hat lîstin. Amedspor 3-1 Velimeşespor têk bir û maç bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Maç di dewra 1’emîn de bi 2-1 sereftina Amedsporê qediya û di dewreya 2’yemîn de jî Amedsporê goleke din jî avêt û maç bi 3-1’ê bi dawî bû.

Di dewreya 1’emîn de gola ewil a Amedsporê Halîl Îbrahîm û ya 2’yemîn jî Mansûr Çalar avêt. Gola Velimeşesporê jî Alper Yener avêt.

Di dewereya 2’yemîn de ber bi deqeyên dawî ve, bi gola Sînan Akaydin Amedspor bi ser ket û maç 3-1 bi dawî bû.

Di hefteya 15’emîn a Lîga Spî ya 2’yemîn de, Amedspor bi encama vê maçê puanê xwe kir 23 û di lîgê de hat rêza 6’emîn.

Tê zanîn, demeke dirêj e ji ber şewba vîrûsa koronayê maç bêtemaşevan tên lîstin. Loma ev maça li Amedê hat lîstin jî bêtemaşavan bû.

Amedspor ev serkeftina xwe, diyarî kaptanê xwe yê berê Şehmûs Ozer kir ku sala 2016’an di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest dabû. AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê