19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka niha ji vê herêmê dernakeve

Li gorî nûçeyeke rojnameya New York Timesê generalê amerîkî Gen. Mekkeinz di bersiva pirseke der barê hebûna leşkerên amerîkî li Iraq û Sûriyeyê de wiha gotiye: “Ez texmîn dikim ku dê hêzên me demeke dirêj li Sûriye û Iraqê bimînin da ku şerê çeteyên DAIŞ’ê bike û destdirêjiyên Îranê yên li Sûriye û Iraqê asteng bike.”  Mekkeinz her wiha got ku piştî biryara serokê Amerîkayê Donald Tramp a vekişîna leşkerên wan ji Sûriyeyê, ji hezar leşkerî 500 leşker li wir mane.

Li aliyê din Mekkeinz di konferansa ewlekariyê ya komeleya aştiyê de, der barê mijarê de got ku li gorî baweriya wî ew dê heta hetayê li Sûriyeyê nemînin û dibe em hejmara leşkerên xwe kêmtir bikin lê di vê pêvajoyê de me hemû giraniya xwe daye ser şerê bi DAIŞ’ê re û em ê vê yekê berdewam bikin. Her wiha li gorî wî hîn jî çeteyên DAIŞ’ê di wê astê de ne ku dikarin li Sûriye û Iraqê êrîşan pêk bînin. Der barê hebûna leşkerên xwe yên li Iraqê jî wiha pê de çû: “Niha diyaloga me ya bi hikûmeta Iraqê re berdewam dike. Dibe em hejmara leşkerên xwe li wir kêm bikin lê ji bo berdewamkirina şerê li dijî DAIŞ û destwerdanên rejîma Îranê dê li wir bimînin.” Wekî din jî diyar kir ku li Sûriyeyê dê şirîkatiya wan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bidome.

WASHINGTON