19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka û hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn

H.Halît Alaçati

Li Rojhilata Navîn cardin serdemek xeternak û qasî xeternak ew qas jî dîrokî tê jiyîn. Lê vê serdemê nû dest pê nekir. Encama maweyeke dûr û dirêj e. Piştî şerê sar ê cîhanê bi têkçûyîna sosyalîzma pêkhatî têk çû, DYA bû sermiyan û serwerê yekemîn ê cîhanê. Bi projeyên Pergala Nû ya Cîhanê (PNA) û Projeya Mezin a Rojhilata Navîn xwest ku kapîtalîzmê li tevahiya cîhanê bi cih bike û cîhanê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dizayn bike.

Di vê çarçoveyê de gelek hewl jî dan. Di aliyê polîtîk, ekonomîk û leşkerî de gelek xebat hatin kirin. Lê rûyê herî zêde li ber çavan bêguman mudaxaleyên leşkerî bûn. Afganistan û Iraq mînakên vê yekê bûn. DYA hêzek mezin a polîtîk, teknolojîk û leşkerî ye. Di aliyê hilweşandinê de gelek serkeftî ye lê nikare di aliyê avakirinê de heman serkeftinê nîşan bide. Mînakên vê yên herî berbiçav Afganistan û Iraq in. Di demek kin de ev her du netewedewletên despotîk hilweşandin. Lê ligel kûlfeteke mezin a ekonomîk, siyasî, leşkerî û însanî jî nekarî van welatan înşa bike. Ne di aliyê polîtîk, îdarî ne jî di aliyê pergalî de.
Sedema xitimîna DYA’yê ev e. Ji ber ku nekarî pergal ava bike, hindî çû kûlfeta mûdaxaleyan giran bû. Ev kûlfeta êdî di her hilbijartinê de dibin mijareke sereke. Soza vekişandina leşkeran û rawestandina mezaxtinên ji derve tê dayîn. Ji dema Obama heta niha ev rewş bûye parametreyeke girîng a polîtîkaya DYA’yê. Bêguman vekişandina ji deverên pevçûnî yên cîhanê ji bo hêzeke hegemonîk ne hêsan e. Dê encamên girîng ên vê yekê hebin.

Bandora sereke jî dê li ser hegemonyaya DYA’yê ya gerdûnî be. Ji ber ku tişta DYA’yê dike DYA belavbûna wê ya leşkerî û girêdayî vê yekê polîtîk, ekonomîk a li rûyê cîhanê ye. Ku ev hebûna leşkerî nebe bêguman dê bandora polîtîk û ekonomik jî di astek gelek jêr de be. DYA vê yekê dizane lê rastiyek jî heye ku nikare çareyekê jî peyda bike. Berê bi piştgiriya destpot û dîktatoran dikarî heta astekê vî karî bike. Lê di encama pêşveçûnên civakî de êdî her çend salan carekê civak li hemberî despotan serî radike. Ev jî hevsengiyekê ji bo DYA’yê ku ji nûve destpê bike, derdixe holê. Ev tê wateya kûlfetek nû ya aborî, siyasî û leşkerî.
DYA êdî naxwaze vî barî rabike. Ji bo wê bi gotina, ‘Em dê xwe ji şerên heta hetayê vekişînin’ xwe ji deverên bi pirsgirêk ên cîhanê vedikişîne. Dema em bi vî çavî lê binêrin, vekişîna DYA’yê ya ji Afganistanê em dikarin wekî têkçûnekê binirxînin. Lê ev ne têkçûneke li hemberî Talîbanê ye. Ev têkçûnek pergala kapîtalîzmê ye. Pergal êdî nikare pirsgirêkên civakan çareser bike. Hindî diçe zêdetir dike. Hemû mudaxaleyên wê yên ji bo çareserkirinê bi pirsgirêk, qeyran û qaosên nû encam dibe.
Ji ber vê werçerxa bêencam ya ku her tim xwe dubare dike, DYA’yê bi vekişîna Afganistanê ji bo xwe û cîhanê serdemeke nû da destpêkirin. Ji bo DYA’yê encama herî mezin, bandora wê ya leşkerî dê di aliyê gerdûnî de her biçe kêm bibe. Girêdayî vê yekê dê rêjeya aboriya wê jî bi awayekî paralel qels bibe. Ev di heman demê de destpêka paşketina hegemonyaya DYA’yê ye. Li aliyê din paşvekişîna DYA’yê dê bi xwe re, di qada navneteweyî de valahiyeke polîtîk derxe holê.

Ji bo valahiya vekişîna DYA dihêle dagirin dê gelek hêzên cuda hewil bidin. Ev di aliyê gerdûnî de Çîn û Rûsya ne. Di aliyê herêmî de jî dewletên despotîk ên wekî Îran û Tirkiyeyê ne. Ji niha de hewldanek van a wiha heye. Rûsya û Çîn ji niha de hewl didin têkiliyan bi paşverûtiya Talîbanê re pêş bixin. Li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn xwe bikin hêzeke sereke. Îran jî digel nakokiyên mezhebî yên bi Talîbanê re hewl dide bigire bin bandora xwe. Li aliyê din Tirkiye dixwaze vê pêşketina paşverû bi kar bîne û li Rojhilata Navîn hêza xwe zêde bike.

Lê rastêyek pir zelal li holê ye. Ne Çîn û Rûsya di aliyê gerdûnî de dikarin valahiya DYA’yê dagirin, ne jî Tirkiye û Îran dikarin di aliyê herêmî de vê valahiyê dagirin. Ji ber ku paşvekişandina DYA’yê ne ji ber kêmbûna hêza wê ya leşkerî, aborî/teknolojik û siyasî ye. Sedema vekişîna wê pergalî ye. Nikare li van welatan pergalek civakê bi rê ve bibe, ava bike. Bi vê boneyê tişta DYA’yê nekarî bike, ne mimkûn e hêzên din bikaribin bikin.
Hêza wan a aborî, leşkerî û siyasî tevan qasî DYA’yê nîne. Di aliyê avakirina pergalê û înşakirine de jî nikarin avê li destê DYA’yê bikin. Ji ber ku kopyayek qelp a DYA’yê ne. Li welatên xwe jî nikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin. Bi darê zorê civakê kontrol dikin û xwe li ser piyan digirin. Ne mimkûn e li welatek din barê aborî, leşkerî û siyasî bigirin ser milê xwe û bibin hêzek avaker. Ji bo wê dê hewil bidin ku valahiyê dagirin lê DYA bîst sih sal îdare kiribe, ev ancax çarêka vê îdare bikin. Dê kaosê kûrtir bikin û bi awayek kirêtir vekişin.

Ji bo mayîna li welatekî berî her tiştî pêwistî bi demokrasî û hêza înşakirinê heye. Ev her du jî li gel pergala kapîtalîst nemane. Xitimî ye. Xitimîn ne tenê ya DYA’yê ye. Ya hemû hêz û dewletên perçeyê vê pergalê ne. Dewletên niha heyîn teva jî beş û parçeyek pergala kapîtalîst in. Bi kurtasî pêwistî bi hêzek xwedî paradîgma û îdeolojiyek nû heye. Li ser rûyê cîhanê jî niha tenê hêzek bi vî awayî heye. Ew jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Xitimîn û kaos pergalî ye û encax çareserî jî pergalî be.
Tevgera Azadiya Kurdistanê niha pêşengiya pergalek alternatîfa kapîtalîzmê dike. Ji bo wê xwedî hêzeke mezin a teorîk, îdeolojîk û paradîgmayî ye. Pêşiya wê vekiriye. Ji xwe êrîşên li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê yên demên dawî jî encama vê yekê ye. Bi taybetî piştî Şoreşa Rojava ev yek zêdetir derkete holê. Tirsa xwediyên pergala kapîtalîzmê jî ev e. Êrîşên dewleta tirk ên demên dawî ji vê rastiyê azade û cuda nînin.
Li aliyek vî şer û têkoşînê hêzên kapîtalîzmê û forma wê ya siyasî netew dewletê hene, li aliyê din hêzên şaristaniya demokratik û forma wê ya siyasî xweseriya demokratik hene. Kûrbûna kaosa gerdûnî jî çareserkirina vê kaosê jî dê li gorî têkoşîna van her du aliyan teşe bigire. Bi taybetî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi boneya vê rewşê di serdemek xeternak de derbas dibe. Li aliyekê firsenda pêşengiya mirovahiyê bike û li aliyê din talûkeya êrîşên hêzên modernîteya kapîtalîst. Di deh salên pêşiya me de dê teşedariya cîhanê ya nû li ser van esasan dîzayn bibe. Ji bo wê dem dema li dijî êrîşan berxwedanê û ji bo pêşengiya gelan jî têkoşînê ye.