spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amûrên elektronîk fêrî kurdî dikin!

Di civaka kurd de, polîtîkayên bişaftinê yên dewletên serdest û xemsariya kurdan li hemberî zimanê wan dibe sedem ku roj bi roj axaftina bi kurdî kêm bibe. Bi kêmbûna axaftina kurdî re, zimanê serdestan jî zêdetir di nav kurdan de berbelav dibe. Lê ev rewş nayê wê wateyê ku xebatên ji bo kurdî tune ne. Her çiqas di asteke têrker de nebe jî xebatên xemxurên kurdî yên ji bo pêşîgirtina vê rewşê hene. Ji ber ku sepanên înternetê di vê mijarê de bêtir derfetan didin mirovan, di salên dawîn de kurdan jî giraniya xwe dayê ser sepanan.

Yek ji van sepanên ku derfet dide mirov li ser zimanê xwe bixebite, sepana Crowdsourceyê ye. Li ser vê sepanê bi dehan zimanan xebatên ‘hişê çêkirî’ tên meşandin. Bi gotineke din armanca tevgerandina amûrên eletronîk a ji bo xizmeta civakan, li ser vê sepanê xebatên hişê çêkirî tên kirin. Di sala 2020’an de, komeke ji kurdan jî têkilî sepana Crowdsourceyê dibin û bi navê Kurdish Crowdsource dest bi xebatên kurdî dikin. Kom beriya ku dest bi xebatên Kurdish Crowdsourceyê bike jî xebatên têknolojîkirina kurdî yên mîna wergerandina WordPressê, Scratchê û Signalê kirine.

Qeydkirina deng

Herî dawî jî Kurdish Crowdsourceyê xebata qeydkirin û kontrolkirina deng a zimanê kurdî ya bi Common Voiceyê da destpêkirin. Ev xebat niha jî didome û kesên ku bixwazin dikarin li ser Common Voiceyê dengê xwe qeyd bikin.

Têkildarî xebatên Kurdish Crowdsourceyê em bi endamê komê Amed Çeko Jiyan re axivîn û Jiyan qala xebatên sepanê kir. Jiyan, diyar kir ku Crowdsource platformeke fermî ya Googleyê ye û hemû karên li ser vê platformê bi awayê xwebexşî tên kirin.

Jiyan da zanîn ku bi bi vê platformê her kes dikare piştgiriyê bide pêşvebirina xizmetên Googleyê yên zimanan û wiha got: “Wekî mînak, di beşa wergerandinê de tu hevokên îngilîzî werdigerînî kurdî yan jî yên kurdî werdigerînî îngilîzî. Ew hevokên hatine wergerandin dikevin hewzekê. Di beşa pesendkirina wergeran de, hevok him bi kurdî him jî bi îngilîzî tên nîşandan û tu wan wekî rast an jî çewt nîşan dikî. Makîneya wergerandinê ya Googleyê li gorî van wergeran xwe fêrî kurdî dike.”

Li gorî derfetê ked tê dayîn

Têkildarî girêdayîna Kurdish Crowdsourceyê Jiyan, agahî da ku koma Kurdish Crowdsourceyê ne girêdayî şirketekê yan saziyekê ye, her kes li mala xwe li gorî derfetên xwe kedê dide û ev tişt got: “Li ser heman platformê karê wergerandina malpera Common Voiceyê jî tê kirin. Bi vî awayî Common Voice jî ket rojeva me. Piştî wergerandina malperê û tomarkirina 5 hezar peyvan li ser pergala wê, destûra qeydkirin û kontrolkirina dengan hat dayîn. Ji bo tevlêkirina zimanekî wergerandina malperê û tevlêkirina herî kêm 5 hezar hevokan lazim e.”

Common Voice beşek ji înîsiyatîfa Mozillayê ye û ew fêrî makîneyan dike ka mirov çawa diaxivin. Jiyan, got ku dixwazin pêşdebiran bi hêz bikin ku dikaribin sepanên newaze yên naskirina dengan ên wekî wergêrên hevdem û alîkarên dîjîtal ên axaftinê fêm dikin ava bikin û ev tişt anî ziman: “Lê niha piraniya daneyên dengî ku ji bo avakirina van celeb sepanan hewce dikin buha ne û taybet in. Em hêvîdar in ku koma daneyan a Common Voiceyê dê tişta pêwîst bide pêşdebiran ku tiştên nû çêbikin da ku ew dikaribin teknolojiya naskirina dengan ji bo zimanên xwe pêşkêş bikin.”

Axaftinan berhev dikin

Jiyan bi lêv kir ku ji bo naskirina dengan hê gerdûnîtir bibe, Common Voice nimûneyên dengan yên bi zimanên pir tên axaftin û her wisa yên bi zimanên pir nayên axaftin jî berhev dikin ku pêşkêşkarên bazirganî yên xizmetên naskirina dengan girîngiyê nadin wan zimanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weşandina daneyên dengî yên cur bi cur dê pêşvebiran, muteşebisan û civakan han bide ku vê valahiyê dagirin. Bi kurtî, ev koma daneyan ku Common Voice ava dike, dê ji bo her kesî vekirî be. Ango pêşdebirên sepanan yan makîneyên têkildar dê ji van daneyan sûdê bigirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê