20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Analîzek li ser romana ‘Ev rê naçe bihuştê’

Elîf Gun

Ev Rê Naçe Bihuştê, ji weşanên Lîsê derçûye, di sal 2019’an de hatiye weşandin û roman 216 rûpel e. Romana Yildiz Çakar ya bi navê “Ev Rê Naçe Bihuştê” ji heft beşan pêk tê.

Beşa yekem “Zemanê Winda”, beşa duyem “Jîyanên Winda”, beşa sêyem “Xezeba Tariyê”, beşa çarem “Nigehdarên derîyan şîyar bûn, heft derî li dilan vebû”, beşa pêncem “Erd berî wê surrê natebitî”, beşa şeşem “… cuda kir yek ji heftan, ji hev kir doj û cenetê”, beşa heftem “Gîyanên nemir, nobedarê li deriyê dil” e. Di beşa yekem de, li ser wendabûna zeman, pîrozî û girîngiya ronahiyê ye di serdema tarîperestan de. Roman wisa dest pê dike û di beşa heftan de azadiya raman çand û wêjeya resen bi dawî dike.

Nivîskar di romanê de behsa çanda gelê kurd û bi taybetî çanda kevn ya gelê kurd ê êzîdî kiriye. Naveroka romanê dîroka ferman û komkujiya gelê êzîdî ye. Yek ji xala herî girîng ya romanê ev e ku behsa fermana herî dawî ya ku serpêhatiyên gelê êzîdî û êşên wan dike. Ji beşa yekem heta beşa heftan nivîskara me, xwendevan bi mijarên çanda resen re, bi awayekî zelal û vekirî girêdana axê û bîrdoziya gelê kevnar ya bi welat re dibe cîhaneke servekirî.

Di beşa heftan de em rastî felsefe û ola êzîdiyan a pîroz tên. Wiha girêdana beşa di romanê de cihekî pir girîng digire. Her beşek bi beşa din ve girêdayiye. Wisa nivîskara me di beşa dawî de behsa çanda gelê êzîdî dike. Bi dengê Defê Şibaban û derbasbûna cihên pîroz ê perestgehên olî û vegera ber bi hembêza xweza û dîroka qedîm ya gelê êzîdî, nivîskar romana xwe bi dawî dike. Di romanê de pir leheng hene. Ez ê lehengan bi hin serenavan dabeş bikim.

Serleheng, lehengên norm, fon û kart. Di romanê de du serleheng hene. Yek Şemsîxan û ya duyem dayika wê Xasê ye. Vebêjera me jî Şemsîxan e. Em bûyeran bi dev û çavên Şemsîxanê dibihîsin û dibînin. Em dikarin taybetiyên serleheng wiha bikin. Serleheng, derûnî, hest û ramanê wan û jiyana wan bi teferûat û awayekî gelemperî têne vegotin. Dibe serleheng zêde ne zindî jî bin lê belê zêde tevlihev in. Serleheng, di nava çîrokê û tevgera bûyere de lihevxistin, guherînan çêdike. Di xwendevan de bertekan çêdike û bi temamî berhêlî dike. Serlehenga duyemîn Xasê têkilî bûyeran dibe. Ji Şemsîxan re çîrokan dibêje.

Tenê ne çîrok, çand, ol hwd. Hemûyan tîne ber çavê xwendevan. Lehengên norm, ji xencî armanca romanê, di romanê de ji bona ku armancekê bi kar bînin dixuyên (Stevick, 2017: 179-181). Di romanê de lehengên norm, Marjen, Keleşo, Zîzê, Semîra, Alê, Çinê ne. Keleşo hezkiriyê Şemsîxanê ye. Marjen pisîka Şemsîxanê ye. Hevala wê ya herî baş e, di başiyê de jî di xerabiyê de jî li cem Şemsîxanê dimîne. Lehengên Fon, di careke de nivîskar dikare lehengên fon bixe bingeha romanê, di carekê de dikare kûr bibin, lê belê bi wateya ferdî girîngiyê nade, piranî wek bênav dimînin.

Di romanê de Reşayî bênav in. Tenê dengê wan tê bihîstin. Di pêşî de nivîskar wan teswîr dike, tenê dengê wan tê bihîstin. Roman bi çîroka pirbinêrîn hatiye nivîsandin. Xwîner, di dîtbariyê de guhdariya kesan nake, bi awayekî nerasterast bin jî bi ava dilê lehengên xwe û çavdêriya wan re di têkiliyê de ye. Wekî encam di romanê de teknîkekê derdixe pêş. Xwîner, dikeve gerdûna lehengan, guhdariya axaftina wan dike û tevgerên wan dibîne. Bi kurtasî, wekî ku di leyîstikan de ye bi kar bîne, pêşiya sehneyekê beşên aşkereker jî ji aliyê nivîskar tê dayîn an di nav fikr û gotinên lehengî de îfadayekê dibîne.

Bergeh, kê dîtiye mesele û nasnameya vebêjer, kê diaxife, tevliheviya di navbera wan de çêdibe ji ber wisa xemgîn dibe, çimkî di her du meseleyan de divê cuda cuda bê tesnîf kirin. Em dikarin mekana bikin du beş.

Di romanê de ya yekemîn ev e ku bi zêdeyî li ser vegotinê ye, mekana derdorî ye. Di romanê bi piranî yên ku li teswîrê ye tê gihîn, tê ber çavê me. Nivîskar, bûyerê berî ku bibêje her tiştî teswîr kiriye.

Ne ji yek aliyî ve bi gelemperî teswîr dike û vedibêje. Dema ku nivîskar mekanan teswîr dike, tesîra mekanan ya li ser lehengan tîne ber çavê me. Mekân carna hîsên wekî aramî, xemgîniyê li ser lehengan çêdike.

Nivîskar girîngiya mekanan wiha tîne ber çavê me. Li gor xwendina me ya vê romanê em dikarin bibêjin ku di vê romanê de babetên polîtîk, siyasî, civakî û nasnameya neteweyî yan nijadî derdikevin pêş xwendevanan.

Nivîskar, dema reşayiyê teswîr dike, bi awayekî pir qirêj, xerab, zordar, zilmdar teswîr dike. Lêbelê lehengên jin him şervan, him pasîf, him serbixwe hatine afirandin. Di romanê de leheng piranî jin in. Di çîrokên jinên kurd (kurmanc) de nasnameyeke jinane, li dora bûyeran bicihkirina sekna jinên kurd jî li ber çavan in.

Lehengên jin yên ku me qal kirine ji nav civak û çanda kurdan in. Divê jinên kurd ji bo hawirdora xwe ya azad têbikoşin û dengê xwe bidin bihîstin. Îro çend hedef hatine destnîşankirin ku hin tevgerên netewî yên kurd wekî pesnê têne dîtin.

Ji nû ve avakirina desthilatdariyê, afirandina civakeke nû ya li ser bingeha wekhevî û bêîstismar, azadiya derbirînê, ol û rêxistinê. Wekheviya zayendî, armanca guhertina femînîst a li hember zehmetiyan ji hêla rojeva neteweyî ve berfirehtir tê dîtin. Divê mafê çarenûsî mafeke guncav be, divê ne tenê xeyalî be.

Zanayeka hiqûqê ya femînîst hewl dide ku nêrînên jinan têxe nav analîzeke qanûnî. Tevî ku baviksalarî li deverên cihê yên cîhanê bi awayên cuda xwe dide der, ew diyardeyeke gerdûnî ye. Em di romanê de dibînin ku ew jinên kurd wekî sembolên pasîf bi rolên zayendî yên kevneşopî di qada xwe ya taybet de destnîşan dikin.

Gava ku jinên kurd wekî “dayik”, “şervan”, “azad” têne birûmetkirin, ew bi van rolên xwe ve sînordar û pasîf in. Karakterkirina jina kurd a ku pir caran tê bikaranîn di çarçoveyeke dîrokî û civakî de xwedî wate ye.

Bi rastî taybetmendiyên vegotinê yên jinên ku di heyameke dem û erdnîgariyê de dijîn, di serî de bi nihêrîna li avahiya civakî, aborî û çandî ya di çarçoveya vê dem û deverê de û guherîna ku ew bi demê re derbas bûne bi bandorkirina hevûdu ve têne vegotin.

Çavkanî:
Çakar, Y. (2019). Ev Rê Naçe Bihuşte. Amed: Weşanên Lîs.
Stevick, P. (2017). Roman Teorisi. Ankara: Akçağ Yayınları.