Rojnameya Heftane

Anatomiya jîneke kuştî

Dilbirîn Dilo

Destê xwe yê qirêj ji ser laşê min ê bi qirêjiya destê te qirêjî bûye bikişîne, ji bo sibêrojê laşê min ê bi destê te yê qirêj qirêjî bûye, bi xwîna min a sor û şolî neşoyî. Jixwe tu min nekujî jî ez ê xwe bi werîsê ji porê keçikên nûgihiştî hatiye honandin, ji vê qirêj û gemariya te paqij bikim.

Netirse! Wê tetika ji bo kuştina kuştiyan hatiye çêkirin bikişîn. Na na, ez jî natirsim mêze neke ez digirîm, ji bo xwe nagirîm ji bo te digirîm; dilê min bi te dişewite tu bi qurbankirina min dibî qurban.

Ez im ew benikê di dest min de û tetika wê demançeya di destê te de; tu bixwazî jî nexwazî jî ez ê bêm kuştin an bi destê te an bi destê xwe an bi riza te an bê riza te… lewra te ez bi zindî xistim bîra bêbinî ku ne di bîra ti kesê de ye! Dema ez mirim, min di bîra keçikên hê di dergûşa xwe de ne veşêre keko, yên biryara mirina wan hatiye dayîn. Bira ew min bi bîr bînin; jixwe ez im jiyana wan, wê ez ji bîra wan neçim.

Piştî van gotinan demançeya min di dest min de ma û ez di ciyê xwe de mam mîna peykerekî hezar sale. Min qet ji wê keçika di destê min de za, ev peyv nedipan. Wê ez ji xewnek giran û bêbext hişyar kirim; van peyvên feylesofane ji bo wê jehra di nav mejiyê min de bû dermanek û ez ji wê jehrê xelas kirim; ez kirim jehreke ji jehrê pakbûyî, ez berdam nav wê civaka jehrokî; ez kirim endezyarê jehra ku di binhişê min de cî girtibû û êdî jehra xwe ez çêdikim lê jehra min ne kujerê zarokan û jinan e; kujerê kujeran e. Wan ji jehra wan a kujer xelas dike.

Civaka min, dê, bav, ap, xal, met, xaltî û hwd. ji min re bûbûn mar û dûbişk û ez jehrokî kiribûm; ewqas li min bandor kiribûn ku ez xwişka xwe ya pazdeh salî bikujim. Ew keçika ku hêna nizane xêr û guneh çi ne, başî û ne başî, qencî û neqencî çi ne… Ew keçika ku heta duh jî ji bo şekirê qulqulî digiriya îro bûbû hedefa jehra civaka min û li ber destê min li ber rehma min lê ne bi tirs û xemgînî, bi wêrekî li hember min e tirsê dixe dilê min. Min ditirsîne, nema ez karibim li piyan bisekinim çongên min dilerizin, destên min bi ber min ve dimirin nema êdî dikaribim biaxivim.

Min bi destê xwişka xwe girt û min ew bir ser dixtor, bira binêre ka qîz e an na! Lewra ji min re gotibûn bi şivanê gund re bûye; şivan ew xerab kiriye; qîzaniya wê jê girtiye û reviyaye lê ew jî dibêje tenê li ser kaniyê av ji min xwestiye û min jî daye wî ji xeynî vê ti tiştek di navbera me de neqewimiye.

Piştî dixtor ew dît mieyne kir mêze kir paqij e, qîz e… Hişê wan kesan hatiye tecawizkirin ne bedena vê keçika pazdeh salî. Em çûn malê min ew rapor li rûyê tevan da û min xwişk anî vî bajarî. Vê jinika di doza te de jî bû parêzerê te. Ew keçika pazdeh salî bû niha em her du jî di komeleya parastina mafên jinan de dixebitin.

Ez im êdî parêzer û parastinerên wan keçikên bêguneh; ez im yek ji wan birê wan. Êdî min jî xwe bi jehra maran paqij kir, ez bûm paqijê gemaran, gemarê gemaran; ez jî bûm yek ji ferîştehên bihuştê bi wan peyvên zêrîn; ez jî bûm pêxemberekî bêguneh bi wan ayetên ku ji devê xwişka min a bêxebînet dibarîn. Êdî ez jî bendeyê xwedayê ûjdanê xwe me.