spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Anjûska Weîl û Jochî Weîl: Divê Ocalan azad bibe

Parêzvana mafê mirovan ên demek dirêj e ji bo azadiya gelê kurd di gelek projeyan de cih digre Anjûska Weîl û Jochî Weîl, destnîşan kirin ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û xwestin Ocalan azad bibe. Parêzvana mafê mirovan Anjûska Weîl û Jochî Weîl ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn û destnîşan kirin ku ji bo azadiya Ocalan divê piştevaniya navneteweyî bê xurtkirin. Sekreteriya Partiya Karker a Swîsreyê Anjûska Weîl, di kampanyaya ji bo azadiya Nolsen Mandela de cih girt, di mijara Vîetnamê de xebat kir. Piştî darbeya 1980’yî bi penaberên ku ji Tirkiye û Kurdistanê koçber bûbûn re eleqeder bû. Weîl diyar kir ku di vê demê de wê kurd nas kirine. Anjûska Weîl a gotina Che Gûevara ya ‘Piştevanî naziktiya gelan e’ bibîr xist û got: “Ji bo azadiya Nelson Mandela li gelemperiya cîhanê mînaka piştevaniyek mezin derket holê. Îro bi heman biryardariyê divê ji bo azadiya Lîderê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in di nava tecrîdê de ye, têkoşîn bê kirin. Nelson Mandêla çawa ji bo gelê Efrîqa ‘Mandîba’ be, Abdullah Ocalan jî ji bo gelê kurd ‘Apo’ bûye. Ji bo azadiya wî pêwîstî bi piştevaniyeke navneteweyî heye.”

‘Xwestina azadiya Ocalan xwestiya azadiya kurdan e’

Jechî Weîl jî di nava gelek xebatên mafê mirovan de kar kiriye. Di heman demê de endama Zanîngeha St. Gallen a Pira Xwişk-Bira ya Zurîh Amedê ye jî. Jochî Weîl li ser hiqûqa ceza ya Zanîngeha St. Gallenê xwe kûr kiriye; li ser tecrîd û îzalasyonê jî lêkolîn kiriye, bibîr xist ku salên dûr û dirêj in l iser têkoşîna azadiya gelê Kurd xwedî agahî ye. Jochî Weîl li ser veguhestina pradîgmaya Ocalan rawestiya û go t: “Di çalakiyeke li bajarê Zûrîhê de min şahidiya wê yekê kir ku xwestina azadiya Ocalan tê wateya xwestin azadiya gelê kurd e.”

Jechî Weîl bang li hemû Swîsreyî, derdorên demokrasî yên hemû navneteweyî kir ku piştevaniya gelê kurd bike. Jochî Weîl îşaret bi wê yekê kir ku divê tavilê yekitiya kurdan bê pêknanîn. Weîl bal kişand çareserî di yekitiya gelê kurd de ye û wiha domand: “Divê Abdullah Ocalan ê ji aliyê gelê kurd û gelê herêmê ve weke lîderekî mezin tê dîtin azad bibe. Em jî dostekî gelê Kurd daxwaza azadiya Ocalan dikim.”