17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Antolojiya Dengbêjên Botanê

Bi navê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ nivîskar Bahadîn Robar pirtûkek derxist. Pirtûka ku ji Weşanên Arê derketî qala 10 jê jin 63 dengbêjên Botanê dike.

Nivîskar Bahadîn Robar têkildarî berhema xwe axivî û diyar kir ku herêma Botanê di warê çandî de herêmeke pir dewlemend e û ji dîrokê heya niha pêşengiya wêjeyê kiriye lê belê ev zengîniya wê pir nehatiye berbiçavkirin.

Robar anî ziman ku ji ber vê pirtûkek bi vî rengî amade kiriye û armanca wî ew bû ku tevkariya dengbêjên Botanê ya ji bo ziman û wêjeya kurdî bide xuyakirin.

Di axaftina xwe de Robar destnîşan kir ku gava dest bi xebatên vê pirtûkê kiriye, li herêmê tenê 10 dengbêj nas dikirin, lê bi xebata Antolojiyê gelek navên nû û dengên nû bihîstine.

Robar diyar kir ku derbarê 80 kesî de agahî berhev kirine lê belê di berhema xwe de cih daye 63 kesan û wiha domand: “Me hevdîtin bi malbata dengbêjên wekî Seîd Axayê Cizîrî re kirin û me çîrokên wan berhev kirin.”

Robar bal kişand ser dengbêj Feqe Xalidê Sehdo û wiha got: “Çavkaniya kilamên Mihemed Arifê Cizrawî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan hwd. ku di radyoya Bexdayê de gotine, yên Feqe Xalidê Sehdo ye. Kilama Eyşana Elî ku me ji Cizrawî guhdar kiriye, kilama Feqe Xalidê Sehdo ye.”

Nivîskar Robar destnîşan kir ku piraniya dengbêjên ku wî hevdîtin bi wan re kiriye, ji dayikên xwe hînî dengbêjiyê bûne û wiha axivî: “Ev jî nîşan dide ku dayik dengbêjiyê digihînin nifşên nû. Min çîroka 10 jinên dengbêj ên ji Botanê nivîsand. Piraniya wan an ne sax in an jî koçî metrepolan bûne. Lê li ser jiyana Meryem Xan, Ne’ma Xelîl, Xezala Eliyê Mijinî hûr bûm.”

ŞIRNEX