spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Antolojîyeke kêmnas

Ferec Koyistanî

Antolojî, bi kurt û kurmancî navê wê berhevoka edebî ye ku ji metinên bijare yên helbest, çîrok û hwd hatiye pê. Çend bergindên wê yên kurdî yên ku di Ferhenga WQ’yê de cih digirin, wiha ne: “Gulbijêrk, berhevok, danhevok, kom, deste, destegul” û hwd. Ji ber mehrûmiya kurdî ya ji dîrokeke tekûz a edebî û ji ber pirbûna zarava û emelpêkirina kurdan a bi alfabeyine nejihev, weke gelek çeşnên dîtir, mirov bi rehetî naşê wêneyê bîbliyografiya antolojiyên kurdî jî bigire. Ji nav bergindên antolojiyê yên ku min li jorê bi xêra ferhenga WQ’yê rêz kirin, “gulbijêrk, guldeste” -û ‘destegul’a ku bi her duyan re hevwate ye- bi însên estetîtiktir xuya dikin. Weke negirtina me ya bi rehetî ya wêneyê bîbliyografiya antolojiyên kurdî, em ê bi rehetî nikaribin bê ka cara ewil kê bi van “gul”an bergindek bo bêjeya antolojiyê dariştiye; lê gava ku mirov bi serê bêvilan awirekê di dîroka antolojiyê vedide, dibîne ku têkiliya van bergindên gulgulî bi berhema antolojiyê ya ewil re heye.

Edebîyata yewnanî, bo van kitêbên ku mirov bi xwendina wan gelek metin û nivîskarên rengorengo keşif dike, maktî kiriye. Stephanosa Meleagrosê Gadarayî û Fîlîpposê makedonyayî ku di destpêka sedsala 1’mîn a B.Z’yê de hatiye berhevkirin, weke antolojiya ewil tê hesibandin. Tevî helbestên Platon, Arkîlokos, Sîmonîdes û Safo, 37 helbestkaran di Stephanosê de cih girtiye. Pirtûk, bi helbesteke ku her 37 helbestkar tê de tên danasîn dest pê dike û helbestkarên ku tê de cih digirin, li gorî herfa pêşîn a risteyên ewil ên helbestên xwe bi awayekî alfabetîk hatine rêzkirin û her 37 nav jî bi kulîlkeke ku li kesayetê tê, hatiye sembolîzekirin. Stephanos, bi kurdî tê maneya “qewze” yan jî ‘tacegul’ê. Herweha gava ku mirov li etîmolojiya bêjeya antolojiyê jî dinêre, ku ji peyva “anthos” (kulîlk) û ji lêkera “legein” (berhevkirin)ê pêk hatiye; dibîne yên ku cara ewilî bi van “gul”an ev bergindên estetîk dariştine, serwext û beledê çîroka kitêba ewil a antolojiyê bûye ku mirov bi xwendina wan, ji ‘xwendin’ekê pirtir û zêdetir dixwîne.

Ji ber pirbûna zaravayên kurdî û emelpêkirina me ya bi alfabeyine nejihev, em gelek nivîskaran ji antolojiyan keşif dikin. Antolojiya ku ez van rojan dixwînim û ji helbestên tê de bêhna “nêrgiz”an dikim: Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr e ku Xelîl Duhokî amade kiriye. Ev antolojî, cara pêşîn bi navê “Helbesta Hevçerx Ya Kurdî ” weke sê cildan di navbera 1992-1994- 1995’an de li Swêdê çap bûye. Çapa wê ya duyem di 2007’an de li Amedê ji nav Weşanên Dengê derketiye û herî dawîn di 2013’an de bi çapa xwe ya berfireh û bi navê xwe yê nû, li Stenbolê ji Weşanxaneya Berbangê derketiye. Berhem bi tevahî 784 rûpel e; tê de 81 helbestkar cih digirin, 9 jê jin in, 72 jî mêr in û piraniya wan helbestkaran di nîveka sedsala 20’an a duyem de ji dayik bûne. Di dawiya berhemê de ferhengokeke ku ji 13 rûpelan pêk tê, heye. Hebûna ferhengokê ji bo me bakuriyên ji form û bêjeyên devoka behdînî biyan, lêfikirîneke baş e. Lê belê mîzanpaja berhemê ne baş e û nivîsandina navên helbestkaran a li jora her rûpelî asta kalîteya weşanxaneyê diyar kiriye. Herweha, du dîtbariyine din ên ku ji berhemê bi ber çavên mirov dikevin û îhtîmal e xwîner pê aciz bibin: Nivîsandina helbestan a bi awayê stûr û reklama pirtûkên weşangêr a li rûpelên berhemê yên dawîn e. Helbet ji bo ‘qumaşê me yê bêxerîdar’ divê reklam her hebe û normal e ku weşanxaneyek li çend rûpelên kitêbekê yên dawîn reklama kitêbên xwe yên din jî bike. Îcar gava ku weşangerek, kitêbên xwe yên ku ji weşanxaneyên cuda derketine jî li vê reklamê zêde bike, wê ji eyarê derxe û neheqiyê li wê berhemê bike. Bi vê reklama weşangêr, ez wekî xwînerekî his dikim ku neheqî li vê berhemê hatiye kirin. Lê tevî hemû kêmasiyên wê yên teknîkî jî Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr ji bo naskirina helbesta modern a kurmanciya başûr ku gelekî helbestên tê de di asta cîhanê de ne û bi hêmayên xwe yên ji edebiyata cîhanê mirov hijmekar û serfiraz dikin, li benda xwînerên xwe ye ku kedîbûna bi destên koronoyê jî dê ji wan re bibe keys û xweş bahane.

Têbinîyeke dûrî adetê: Ev nivîs bi handana meta min Laleşa Ûsiv li klavyeyê ket.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê