20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Antony Blinken dest bi serdana Rojhilata Navîn kir

Wezîrkarê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken bi serdana Israîl dest bi serdana xwe ya Rojhilata Navîn kir. Antony Blinken ji bo piştgirî û qewîmkirina agirbesta di navbera Israîl û Filistînê de îro giha Til Ebîbê. Blinken di vê serdana xwe ya Rojhilata Navîn dê serdana Quds, Ramelah, Urdun û Misrê bike. Di vê serdanê de Blinken dê hevdîtinê bi serokwezîrê Israîlê Binyamîn Netenyahu û serokê Filistînê Mehmûd Abas re hevdîtinê bike.

Piştî van herdu rawestgehan dê Bilinken berê xwe bide Misrê û bi serokomar Abdufetah El Sîsî re hevdîtinê bike, El Sîsî xwedî roleke girîng bû di pêkanîna agirbesta di navbera Israîl û Filistînê de.

Rawestgeha dawî ya vê serdanê jî dê welatê Urdunê be ku ew jî wekî Misrê di demên dawî de têkliyên dîplomatîk bi Israîlê re zêde kirine.

Beriya ku wezîrê Karên Derve dest bi vê serdana xwe bike, serokê DYA’yê Joe Biden dabû xuyakirin ku armanca vê serdanê şopandin û sepandina agirbestê ye û hewldanên vekirina rêyên diyalog û çareseriyê di navbera Israîl û Filistînê de ye.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ew dê bi welatên Kendavê re di nava kordînasyonekê de bin da ku alîkariyên ji bo Xezayê di rêya Neteweyên Yekbûyî re bigihêjin filistîniyên ku zirar dîtine. Washingtonê dixwaze ku bi vê kordînasyonê alîkariyên ku tên kirin ne bi destê Hemasê werin belavkirin ji ber ku ew Hemasê wekî rêxistineke terorê dibîne.

Piştî agirbestê bi taybetî Amerîkayê gelekî pesnê Misrê û serokê wê Sîsî dabû ji bo rola wan a girîng di vê agirbestê de.  Lê ji bo guftûgoyên derbarê hevdîtinên aştiyê di navbera Israîl û Filistînê de hêja gelekî zû ye. Niha ji bo vê yekê li gorî rayedarên Amerîkayê şert û merc ne amade ne .

Rêveberiya Biden dixwaze ku sûdê ji vê atmosfera heyî bigire û dîplomasiya xwe bixe nava tevgerê û ji bo destpêkê ew niha gelekî li ser alîkariyên insanî yên ji bo Xezayê radiwestin.