19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn

Rêveberên DFG û xebatkarên çapemeniya azad li gel rêveberên HDP, rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, li ser gora wî ya li Sitîlê ya Nisêbînê ew bibîr anîn. Rêveberên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Ajansa Mezopotamyayê (MA), Jinnews, xebatkarên Rojnameya Xwebûnê, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê beşdarî bernameya bîranînê bûn.  Di bîranînê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar kir ku weke çapemeniya azad û gelê kurd Apê Mûsa nadin jibîrkirin.

Parlementerê HDP’ê Garo Paylan jî diyar kir ku Apê Mûsa bi jiyana xwe can daye gelê kurd û wiha got: “Hebûna gelê kurd nîşanî Tirkiyeyê da. Bi mirina xwe jî ruhê têkoşînê da milyonan kesan. Ev têkoşîn wê qet paş de nemîne. Her bijî Apê Mûsa.”

Lawê Mûsa Anter, Anter Anter, spasiya kesên ku tev li bîranîna Anter bûn kir. Beşdaran qerenfîl danîn ser gora Apê Mûsa û bername bi dawî bû.