24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Apê Mûsa û gundê Stilîlê

Seyîtxan Anter

Bê çawa Medreseya Sor û Birca Belek bêyî Melayê Cizîrî û Melayê Cizîrî jî bêyî Cizîra Botan çênabe, çaxa mirov behsa Stilîlê bike Mûsa Anter tê bîra mirov û dema mirov qala Mûsa Anter bike, bêyî Stilîlê nabe. Helbet bajarê Cizîrê û gundê Stilîlê du warên cuda ne. Her wiha Melayê Cizîrî û Mûsa Anter… Melayê Cizîrî yê di koşk û bircên girgirek ên mîrê Botan de û Mûsa Anter ê li nav erdê xwe bi zarok, xort û xelkê re…

Ya rastî çaxa min pirtûka Amed Tigrîs ya bi navê “Dîcle û Ferat” xwend û li helbesta li ser Stilîlê ya helbestvan “Baz” guhdarî kir, nêta nivîsandina li ser Stilîlê li cem min gurtir bû.
Girêdana di navbera Apê Mûsa û gundê Stilîlê de hulqasî bi hêz e ku berî kuştina xwe ne li gundê ku lê hatibû dinê, ango Zivingê li nav erdê xwe yê li Stilîlê cihê gora xwe destnîşan kiribû. Her wiha wê girêdanê rê dabû hin rojname û rojnamevanan ku tûşî hin şaşiyan bibin. Li gor wan Mûsa Anter li Stilîlê hatiye dinê. Naxêr Mûsa Anter li Zivingê çêbûye û wek ew di “Bîranînên Min” (Hatiralarim) de dibêje ji Zivinga Temikan e.
Ji Apê Mûsa pirsîne ka Stilîlê ji bo wî çiye? Bersivên wî balkêş in: “Lawo çaxa bohtî û stilîlî (diştaxilin) dipeyivin dengê wan wek muzîkê ye.”

Carekê min bi xwe jê pirsî: “Apo ma ev mesela te û Stilîlê çiye?”
Apê Mûsa wiha bersiv da û got: “Lawo hûn xort in, derdikevin seyranan, diçin tiyatro û sînemayan û kitêban dixwînin. Ê min jî li nav tirkan şarja min vala dibe, ez têm Stilîlê û ji nû ve dadigirim.”

Li Stilîlê her tişt tê gotin û nivîsandin lê çi kes gotinê nagire ser xwe. Ev xala hanê rê li henek û laqirdiyan vedike û bi ser giş zahmetîyên civakî û siyasî de, jiyanê hêsantir, xweştir û dewlemendtir dike.
Ez zivingî me lê min dil heye ji rojnameya Xwebûnê re çend nivîsan li ser Stilîlê binivîsim. Li ser Mûsa Anter gelek hate gotin û nivîsandin. Îsal ji bo sedsaliya Apê Mûsa, bi tirkî pitûkek jî çap bû. Kitêbek mîna “Girara Qereçiyan”.

Di der barê Stilîlê de çavkaniyên nivîskî yê li ber destan kêm in. Nivîsên min yên li ser Stilîlê bêhtir pişta xwe didin sohbet û hevpeyvînên bi stilîliyan re. Stilîlê, ji gelek aliyên xwe ve ji gundên dora xwe cudatir û rengîntir e. Bi ser hemû taybetmendiyên xwe ve Stilîlê minyatorek Kurdistanê ye, “bûka xemilandî”, Stilîla Apê Mûsa.
Kêm hatiye gotin, ne zêde!