Monday, September 27, 2021

APPG’ê xwest pênaseya ‘terorîst’ a der heqê PKK’ê de ji nû ve bê nirxandin

Parlamentoya Ingiltereyê Koma Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê (APPG) rapora bi mijara li Tirkiyeyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan temam kir. Di raporê de ji hikûmeta Ingiliz hate xwestin ku li ber ronkahiya biryara dadgeha Belçîkayê ya derheqê PKK’ê ya pênaseya ‘terorîst’ ji nû ve binirxîne û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê şermezar bike.

Komîsyonê diyar kir ku ji ber operasyonên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê sivîl têne kuştin û birîndarkirin, ji hikûmeta ingilîz xwest ku ji bo pêşî li van kiryarên wiha bigire zêdetir hewl bide.

Seroktiya Wekîlê Partiya Karker a Ingiliz Lloyd Russel Moyle rapor xwend. Di raporê de li ser binpêkirina mafan a têkilî kurdan û derdorên din, piştî delil û raporan nirxandin û pêşniyaz hene.

Di raporê de polîtîkayên zext û tundiyê ên li ser kurdan tê destnîşankirin û polîtîkayên Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ên van salên dawî ku kurdan dike hedefa xwe hate vegotin.

Komîsyonê diyar kir ku wekîlên kurd dibin hedef, têne girtin, êşkence li wan tê kirin û diyar kir ku li ser mijara siyasiyên kurd û girtiyên kurd biryarên DMME’yê werin bicihanîn.

Hin diyarkirin û pêşniyazên di raporê de:

-APPG’yê tespit kiriye ku şaredar dema ku hatin binçavkirin an jî girtin mafên wan hatine binpêkirin.

-APPG’yê tespit kiriye ku girtiya KCD’ê binpêkirina rêgezên civaka demokratîk e.

-APPG’ê tespit kiriye bi ku rengekî sistematik zext li komên ciwanên siyasî yên kurd û bi ser HDP’ê ve tê kirin.

Di pêşniyazan de her wiha ji hikûmeta Kraltiya Yekbûyî tê xwestin ku ev problem bi hikûmeta Tirkiyeyê re were gotûbêjkirin, nûnerên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo ku biryarên DMME’yê û KE’yê bidin pejirandin bi asta Konseya Ewropayê bînin rojevê, ji hikûmeta Kraltiya Yekbûyî her wiha tê xwestin ku ji bo ku li Tirkiyeyê bi asta xwecih hiqûq bi cih were û rêgezên demokratîk geş bibin zext li hikûmeta Tirkiyeyê were kirin û tê xwestin ku hikûmet girtina KCD’ê şermezar bike û ji bo çareseriya demokratîk qewlên hikûmeta Tirkiyeyê bi bîr bixe.

Di raporê de her wiha zext û zordariyên li ser rêxistinên civaka sivîl tê bibîrxistin û tê gotin saziyên çandî têne girtin û her wiha li ser ziman û çanda kurdî polîtîkayeke cihêkir heye.

Di raporê de betalkirina Peymana Stenbolê ya ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê ve tê bibîrxistin û betalkirina peymanê tê rexnekirin.

Bi berdewamî zext û zordariyên li ser çapemeniyê jî tê bibîrxistin û tê diyarkirin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê ve tê binpêkirin û medyaya kurd ji hêla dewletê ve tê hedefgirtin.

Di raporê de biryara dadgeha Belçîkayê ya li ser PKK’ê ku gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e tê bibîrxistin û tê gotin bingehê yasayî yê vê pênaseyê ketiye ber pirsan û tê gotin li Tirkiyeyê çi kesê ku ji bo mafê mirovan têdikoşin jî weke terorîst têne nirxandin, PKK bi niyeteke baş tevlî hevdîtinên aştiyê bûye û ji bo ku derbasî qada siyasî bibe hewldanên xwe hene.

Di raporê de tê gotin ku hikûmeta Kraltiya Yekbûyî heke ceribandinên xwe yên dîrokî ji bo destekdayina li aştiya Tirkiyeyê bi kar bîne ev ê binirx be, bang li hikûmeta Kraltiya Yekbûyî tê kirin ku bicihanîna etîketa ‘terorîzm’ê li ser siyasiyên kurd û rêxistinên çandî û ji bo kesên ku tenê kurd in û xweseriya kurdan dixwazin nikare were bicihanîn, her wiha ji hikûmetê tê xwestin ku bala xwe bide ser gotinên hikûmeta Tirkiyeyê yên di lêpirsînên HDP’ê de û guh bide ser PKK’ê.

APPG her wiha ji hikûmeta Kraltiya Yekbûyî dixwaze ku ji pênaseya rêxistina teröre ya Tirkiyeyê ya li ser PYD-YPG’ê dûr bikeve û li qadê bi van rêxistinan re bixebite.

Her wiha ji hikûmetê tê xwestin ji bo ku PKK û hikûmeta Tirkiyeyê peymaneke aştiyê deynin û destekê bide pêvajoyeke wiha û tecrûbeyên xwe yên Irlandaya Bakur bi kar bîne.