spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta endamên li Hewlêrê hatin girtin ne diyar e

Hikûmeta herêma Başûr di 10 hezîranê de li Hewlêrê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, endamên têkiliyan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl u Mistefa Ezîz dema kuj ji bo pêşwazîkirinaa mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtibûn.

Têkildarî girtina endamên xwe de; Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nûnertiya PYD’ê ya li başûrê Kurdistanê  daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 10’ê hezîranê ve aqûbeta nûneran nizanin û wiha gotin: “Ji wê rojê heta îro bûye hefteyek ti agahî ji wan nehatiye û ti pêwendî bi wan re çênebûye. Gihîştiye asteke ku em ji jiyana wan bi guman in.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser û ya PYD’ê berdewama axaftina xwe de dest nîşan kirin ku di pêvajoyeke wisa metirsîdar û girîng de kiryarên bi vî rengî tê wateya astengkirina xebatên dîplomatîk û siyasî û ev tişt anîn ziman: “Ev yek dikeve çarçoveya hewldanên qelskirina destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ev kiryar bi ti awayî nakeve xizmeta yekrêziya kurdî û helwesta neteweyî. Berevajî wê dikeve xizmeta plangeriya neyarên kurdan. Bi taybetî dewleta tirk a ku bi hemû rêbazên xwe dixwaze dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê fireh bike.”

Nûnertiya Rêveberiya Xweser û ya PYD’ê bang li PDK’ê kirin ku demildest nûnerên wan serbest berdin û wiha gotin:” Her wiha banga me li hikumeta herêma Kurdistanê, parlamenterên herêmê, hemû partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ew e ku li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin. Hêvî û baweriya me ew e ku bi erk û berpirsyariya xwe yê niştimanî rabin.”