23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Huseyin Toroman ê 30 sal berê ji aliyê polîsan ve hat windakirin vegotin. Dayika Hatice Toroman, anî ziman ku li gel polîsan ew binçav kirin jî dîsa nehat dîtin û wiha got: “Em dixwazin faîl bêne dîtin.”

Dayikên Şemiyê ji bo winda bêne dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 866’an de daxuyanî dan û bal kişandin ser windayan. Xizmên windayan vê hefteyê jî ji ber şewba vîrûsa (Covid-19) bi rêya onlînê daxuyanî dan. Mirovên Şemiyê vê hefteyê li ser çîroka Huseyin Toroman ê di bin çavan de hat windakirin rawestiyan. Toroman, di 27’ê cotmeha 1991’an de li ber mala xwe ya Stenbolê ji aliyê kesên çekdar ve hat revandin. Dema Toroman hat revandin, 24 salî bû. Kesên ew revandin xwe wekî polîsên sivîl pênase kirin. Bi zorê ew li maşîna torosa spî suyar kirin û revandin. Keça Fehmî Tosun Besna Tosun, diyar kir ku binçavkirina Toroman înkar kirine.

Dayika Huseyîn Toroman Hatîce Toroman jî anî ziman ku kurê wê 30 sal berê hatiye windakirin û wiha got: “30 salin êş û hêrsa min kêm nebûye. Tenê ez tiştekî dixwazim. Ez dixwazin kujer bêne dîtin û darizandin. Em dixwazin hesap ji wan bê pirsîn. Kê zarokên me qetil kirin.Ew avêtin ku?  Beriya ku em bimirin em dixwazin bibînin ku ev kesana bêne cezakirin. Emrê min bû 75 sal. Hêj ez li benda cezakirina kujeran im.

Parêzera dosyaya Toroman Prz. Gulseren Yolerî jî anî ziman ku wan tekildarî binçavkirinê serî li rayedaran daye. Lê serlêdana wan nehatiye qebûlkirin û wiha got: “Nameyek îxbarê ji midûriyeta polîsan re çûye. Îfadeyên di nameyê de wiha ne: “Rojek ez nobedar bûm, piştî lêpirsîna îşkenceyê miriye. Bi fermana Midûrê Polîsan ê navçeya Gebzeyê ji aliyê Serkomiser Remzi Akincilarê li tenişta pirê hatiye definkirin.” Piştî van agahiyan hin lêkolîn hatin kirin. Lê tu encam bi dest nexistin. Piştî 20 sal şûnde bi hinceta dem boriye dosya lêpirsînê hat girtin.  Lê piştî îtîrazan dosya ji nûve hate vekirin. Lê li gel dosya ji nûve hate vekirin jî heta niha lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin.