19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta kesên hatine binçavkirin nayê zanîn

Zextên li ser aktivîst, xwendekar, mamosta, welatî û rojnamgeran roj bi roj li başûrê Kurdistanê zêde dibin. Bi taybetî li herêmên di bin serweriya PDK’ê de, gelek kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser malperên medyaya civakî, tevlîbûna xwepêşandanan û ramanên xwe hatine binçavkirin. Yan jî kesên li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest in, tên binçavkirin û windakirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê heya niha 25 kesên li herêma Behdînan û Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin û li asayîşa PDK’ê ya Hewêrê tên ragirtin. Bi taybetî mamosta Bedel Berwarî, Şêrwan Şêrwanî, Guhdarî Zêbarî, Umêd Beroşkî û Qareman Şukrî kesên li nav civakê tên nasîn, niha di zindana PDK’ê de tên ragirtin.

Li gorî agahiyên seroka Fraksiyona Goran û Cîgira Serokê Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd daye, nêzî 70 kes ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin. Gulistan got ku hemû kesên hatine binçavkirin hîn jî di zindanê de ne û tenê nasnameya 16 kesan bi wan re wan heye.

Di 22’ê kanûna 2020’an de, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompe bi rêya telefonê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivîbû. Pompeo pitşî wê bi rojekê peyamek li ser twîtera xwe belav kir.

Pompeo ragihand ku wî bi Mesrûr Barzanî re, azadiya çapemeniyê ya li Herêma Kurdistanê guftûgo kiriye. Pompeo ji Barzanî re got; “Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo azadiya ragihandinê ya li Iraqê didomîne.”

Cara yekem, malbatên kesên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, di 6’ê çileya 2021’ê de dikarîn zarokên xwe bibînin. PDK’ê ji bo hevîtinê, tenê pênc deqe dem da malbatan. Ji wê rojê heya niha tu agahiyek li ser çarenûsa kesên hatine binçavkirin nînin.

Li gorî daxuyaniyên parêzerên xwebexş, hemû kesên li herêma Behdînan û Hewlêrê hatine binçavkirin, li derveyî qanûnê hatine binçavkirin. Parêzer dibêjin kesên hatine binçavkirin, bi hinceta ‘tevlihevkirina asayîşa neteweyî’ hatine binçavkirin.

Der barê kesên hatine binçavkirin de, jî heya niha serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva pirsên fraksiyonên li parlamentoyê nedaye. Seroka Fraksiyona Goran Gulistan Seîd beriya niha di daxuyaniyeke xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku wan der barê kesên hatine binçavkirin de daxwaznameyek radestî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye, lê bersiva wan nehatiye dayîn.

Tevî hemû nerazîbûn û bangên rêxistinên navneteweyî, PDK roj bi roj li herêma di bin serweriya xwe de zextan zêde dike. Di 27’ê çileyê de hêzên PDK’ê bi ser mala rojnameger Qareman Şukrî ya li komelgeha Sîrê ya ser bi Duhokê de girtin.

Rojnameger Qareman Şukrî hat binçavkirin, hêzên asayîşê dikana Şukrî tevlihev kir û hemû kel û pelên li dikanê jî bi xwe re birin.

Rojnameger Qehreman Şukrî yê 24 salî, ev cara sêyem e ji aliyê PDK’ê ve tê binçavkirin.