25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta rojnameger Qehreman Şukrî 77 roj in nayê zanîn

Rojnameger Qehreman Şukrî (23) ê tê gotin 77 roj berê ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê ve hatiye binçavkirin, heta niha zanîn li ku tê ragirtin. Tevî ku malbat gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye, lê ne agahî hatiye dayîn ne jî cihê lê tê ragirtin tê zanîn.

Roja 27’ê çileya 2021’ê de hêzek çekdar li Sîrêya ser bi Dihokê ve, bi ser mala rojnameger Qehreman Şukrî de digirin. Van hêzên çendar kel û pelên li malê tevlihev dikin û  gotinên nexweş ji malbata wî re dibêjin. Rojnameger Şukrî di serdegirtinê de tê binçavkirin û ew dibin cihekî nayê zanîn.

Tevî ku malbat gelek caran ser li Asayîşa Şêladizê dide, lê der barê Şukrî de tu agahiyek nayê dayîn. Heta niha ne cihê lê tê ragirtin ne jî sedema binçavkirina wî tê zanîn.

Hat ragihandin ku rojnameger Qehrman Şukrî heya niha sê caran hatiye binçavkirin. Şukrî di sala 2020’an de 98 roj di girtîgehê tê ragirtin û paşê bi 10 milyonî kefalet hatibû berdan.

Beriya niha jî gelek rojnameger ji aliyê hezên ewlehiyê yên rêveberiya başûrê Kurdistanê ve hatibûn girtin û li 5 kesan ji wan cezayê girtîgehê hatibû birîn.

DUHOK