spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aramê 7 pirtûkên kurdî çap kirin

Weşaxaneya Aramê, di şert û mercên giran ên pêvajoya pandemiyê de jî kar û xebatên xwe yên weşangeriyê didomîne. Aramê yek jê tirkî 7 jê kurdî bi giştî 8 pirtûkên nû çap kirin û xwendevan dikarin van pirtûkan li pirtûkfiroşan peyda bikin.

Xeyala Vegerê romana Huseyîn Duman a yekemîn e. Ji 184 rûpelan pêk tê. Di romanê de serpêhatiya Sebrî ku 20 salan di girtîgehê de maye tê vegotin. Roman bi tehliyeya Sebrî dest pê dike û bi bîranînên wî yên 20 salan berdewam dike. Nivîskarê pirtûkê Huseyin Duman 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê tê girtin.

Agir Bi Berfê Ket roman e û berhema Savaş Amed a yekemîn e. Ji 428 rûpelan pêk tê. Roman serpêhatiya komek şervanên ku di sala 1993’yan de di şert û mercên giran de jiyane vedibêje. Xwendevan bi rûpelên romanê re dibe şahidê rêhevaltî, hezkirin û berpirsiyariya vê komê. Nivîskar her wiha xwendevanan dide kêleka xwe û wan li zozanên Berbihîv, Xerzan, Xaçareş, Mutkî, Amed, Bedlîs û Zovaserê digerîne û wan dike şahidê lehengiyê.

Nivîskar Savaş Amed di sala 1973’yan de li navçeya Pasûr a Amedê ji dayik bûye. Di sala 1992’yan de tev li têkoşîna azadiyê dibe û birîndar dibe. Di 2010’an de li Rojava tê girtin û rejîma Sûriyeyê wî radestî Tirkiyeyê dike. Bi muebbetê tê cezakirin û niha li Girtîgeha Bafra’yê tê girtin.

Pirtûkên helbestan yên hatine çap kirin jî ev in: Raperîna Demsala Min – Abdurrahman Yildirim,  Şûnwarê Bîranînan – Fazil Atan, Welatê Min – Medya Yaklav, Berbang Bû Piçûkê Min – Cîhan Azad Aydemîr, Demnarîn – Zeynep Taşgîr.

Apê Mûsa 100 salî ye

Bi boneya salvegera jidayikbûna Apê Mûsa ya 100’emîn, bi bangewaziya rêhevalê wî rojnameger Huseyîn Aykol; Tarik Ziya Ekincî, Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Murathan Mungan, Eren Keskîn, Fîkret Başkaya, Îsmaîl Beşikçî, Ayşe Gokkan, Zubeyir Aydar, Halîl Ergun, Sinemxan Bedirxan, Pervîn Buldan, Mazlum Çîmen, Yilmaz Yakut… bi dehan nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, zimanzan û aktîvîstên jin bîranînên xwe yên bi Apê Mûsa re nivîsîn.

Ev bîranîn tev di pirtûka “Apê Mûsa 100 Salî ye” (Apê Mûsa Musa Anter 100 Yaşında) hatin berhevkirin û pirtûk bi edîtoriya Huseyîn Aykol ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin. AMED