Saturday, Mijdar 27, 2021

Aramiya Rojava aramiya cîhanê ye

M. Alî Ertaş,

Piştî tevgera azadiya kurd pêş ket, kurd êdî di qada siyasî de xwe bi rêxistin dikin. Li aliyê din hewl didin bi diyalog û dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bikin. Her çend siyaseta kurdan li Tirkiyeyê ji aliyê hikûmet û dewletê ve muxatab neyê girtin jî dîplomatên kurdan li Amerîka, Fransa, Almanya, Belçîka Holanda, Swêd û Rûsyayê bi awayekî fermî hatin pêşwazîkirin û qebûlkirin. Kurdan bi taybetî piştî li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê xweseriya xwe îlan kirin, êdî hewl didin ku statuya xwe bidin qebûlkirin û di qada navdewletî de bêne nasîn. Têkildarî pêşketina dîplomasiya kurdan û dîplomasiya ku hêzên navdewletî li Rojhilata Navîn pêş dixin Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Bajarê Bochoim a Almanyayê Newaf Xelîl pirsên me bersivandin. Xelîl da zanîn ku êdî kurd dîplomasiyê pêş dixin û di qada navdewletî de têne nasîn û muxatab têne girtin.

Li Rojhilata Navîn li aliyekî dîplomasî didome, li aliyê din şer heye. Ev dîplomasî bi çi awayî bandorê li ser şer dike? Dîplomasiyeke çawa pêş dikeve? Li ser çi esasî pêş dikeve?

Amerîkayê xwe ji Afganistanê vekişand. Aloziya Sûriyeyê û tengasiyên ku Tirkiye di nav de didome. Geşedanên nû li Misirê pêk tên. Misir êdî bêtir rolekî nû li herêmê digire ser xwe. Piştî rûxandina hikûmeta ‘Birayên Misilman’, Misir bêtir aram dibe. Tirkiyeyê hêvî dikir ku serkêşiya îslama nerm bike. Ji 2011’an û şûnde geşedanên li Sûriyeyê zêde bandorê li ser Tirkiyeyê dike. Tirkiyeya ku Erdogan wê bi rê ve dibe êdî tawîzan dide. Rola Misirê zêde dibe. Misir, Îran, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmarat (Emîriyên Ereb ên Yekbûyî), hewl didin ku di demên dawî de rola xwe mezin bikin. Pir zelal e her yek dixwaze desthilatdariya xwe xurt bike. Dixwazin berjewendiyên xwe yên aborî xurt bikin. Tu welat li berjewendiyên gelê xwe nafikire. Her kes dixwaze ji bo li desthilatdariyê bimîne berjewendiyên xwe yên aborî xurt bike. Heta duh Tirkiyeyê êrîşî Dewleta Îmaratê dikir û digot di darbeya 15’ê Tîrmehê de rola Îmaratê heye. Erdogan digot Sîsî nas nakim û ne rewa ye. Niha jî gelek tawîzan dide ku Misir têkiliyên xwe pê re baş bike. Tirkiyeyê hewl dida ji nakokiyên di navbera Misir û Îmaratê de fêde bigire. Cîgirê Serokwezîrê Îmaratê Mihemed Bîn Raşîd jî hevdîtin bi mîrê Qatarê re kir.

Li Iraqê di 28’ê Tebaxê de Civîna Welatên Cîran a Iraqê pêk hat. Serokkomarê Fransayê Macron jî tev li civînê bûbû. Armanca vê civînê çi bû? Dê encamên çawa bi xwe re bîne?

Çend roj berê serokên dewletan li Iraqê hevdîtin kirin. Em dizanin van hêzên derve hikûmeta Kazimî anîne ser kar. Ew jî berpirsiyarê îstîxbaratê bû. Dewletên ewrûpî û ereb ji bo bandora Îranê bi sînor bikin hewl didin hikûmeta Kazimî xurt bikin. Dewletên Rojavayî dixwazin rola Kazimî xurt bikin. Bi taybetî piştî Qasim Silêmanî hat kuştin, dixwazin rola hêza çekdarî ya Îranê kêm bikin. Jixwe her dewletek armanceke wan heye. Lê ew dewlet dixwazin li Iraqê hev bibînin û bibin yek. Iraq ji her demê aloztir e. Ev civîn dê zêde encamek jê dernekeve. Me dît Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li Bexdayê bêrêziyê li dijî dewleta Iraqê dike. Di bêrêziyê de sînoran nas nake. Herî dawî bi destwerdana MÎT’a tirk û Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen hat şehîdkirin. Seîd Hesen kesekî fermî ye. Wê li ser navê YBŞ’ê bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî re hevdîtin kiribûya. Yek ji kesekî fermî yê artêşa Iraqê di êrîşê de tê kuştin, lê Kazimî tu bertekê jî nîşan nade.

Vekişîna Amerîkayê ya ji Afganistanê bandoreke çawa kir? Armanca hatina alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood li Rojava çi bû? Armanc û encama vê hevditinê çi bû?

Bêguman vekişîna ji Afganistan bandoreke mezin çêkir. Kesên dixwestin Amerîka ji Afganistanê derkeve bandoreke pir mezin kirin. Kesên ku tirsên wan hene û xwestin bandorekê li ser kurdan bikin, bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû. PDK û siyasetmedarên wê bi taybetî ditirsiyan ku Amerîka ji wir jî vekişe. Di rastiya xwe de hatina Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Joey Hood û hevdîtina wî ya bi General Mazlûm Ebdî re wekî peyamekê bû ku wê Amerîka hebûna xwe li vir biparêze û wê bêtir piştgiriyê bide HSD’ê. Amerîkayê li Afganistanê nêzî 300 hezar endamên artêşê perwerde kir. Li vir nêzî 7 leşkerên DYA’yê hatin kuştin. Lê li Afganistanê zêdeyî 4 hezar leşker hatin kuştin. Pereyekî pir mezin li wir xerc kirin.

Bi vekişîna Amerîkayê re dê hêzên herêmî, dewletên herêmî yên wekî Tirkiye û Îranê xurt bibin. Ji ber deverên stratejîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Bendavên stratejî yên avê ku ceyranê dide û li ser wan çandinî tê kirin, Tirkiye hewl dide pir kêm bike. Petrola herî zêde ya Sûriyeyê li wir e. Dîsa devera herî aram ev herêm e. Ji bo pêkhateyên kurd ereb û ên din bûye mînaka jiyanê. Ku Amerîka ji Rojhilata Navîn xwe vekişîne, ew rê dide Rûsyayê. Bi vê yekê re rejîm û Îran dê bêtir xurt bibin. Wê tirs zêdetir bibe. Bi vekişînê re Îran dê heta Libnanê piştgiriyê bide komên çekdar ên Hizbûlahê. Li vir berjewendiyên Amerîka, HSD, kurd, ereb û hêzên din li hev tê.

Nêzî 11 hezar çekdarên DAIŞ’ê li Rojava di zindanê de ne. Di cîhanê de yek ji hêzên ku dê herî zêde tirsê ava bike ew in. Ku DYA xwe vekişîne di aliyê stratejî de dê Rûsya Îran û Tirkiye xurt bibin. Wê bibe sedem ku 11 hezar endamên DAIŞ’ê birevin. Ji 52 welatan nêzî 4 hezar malbatên DAIŞ’ê hêj li kampa holê ne. Ev kamp bûye wekî dibistanekê ku DAIŞ xwe lê perwerde dike. Dîsa kampa Roj heye. Ji ber vê yekê Amerîka nikare bi hêsanî dev ji vir berde.

Rûsya, DYA û Tirkiye li Rojhilata Navîn di aliyê dîplomasiyê de bê navber hevdîtinan dikin. Lê kurd di nava hevdîtinan de cih nagirin. Ev hewldanên dîplomasiyê bandoreke çawa li ser pêşeroja kurdan dike?

Bi vekişînê heta niha tiştekî zêde li herêmê nehatiye guhertin. Stratejiya şaş û pir xerab, di dema Trump de bû. Trump derfet da Tirkiye ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Ji Qamişlo heta Minbicê hêza Rûsan heye. Rûsya vê yekê li hemberî kurd û tirkan pir xerab bi kar tîne. Rûsya li ser vê yekê bi Tirkiyeyê re bazarê dike. Tirkiye jî amade ye her tiştî bifiroşe. Ji bo darbeyekê li daxwaz û pêkhateyên kurdan bixin amade ne her tiştî bifiroşin. Ji ber vê aramiya Rojava aramiya dinyayê tevî ye. Ji ber ku li Sûriyeyê ji Minbic plan dihatin kirin ku ji bo paytextê Ewropayê bikin hedef. Heta niha tu niyeta DYA’yê ku xwe ji vê herêmê vekişîne tune ye.

Kurd çiqas dîplomasiyê pêş dixin. Xebatên wan ên dîplomasiyê çiqas encam digirin. Heke dîplomasiyeke encamnegir be çima wiha ye?

Kurd bi awayekî fermî di hevdîtinan de cih nagirin. Lê hevdîtinên kurdan bi Rûsya, Amerîka û welatên Ewropayê re di asta herî bilind de pêk tên. Çend hefte berê Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînda bi awayekî fermî Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd pêşwazî kir. Em dibînin ku kurd jî dikarin karê dîplomasiyê bikin. Kurd dikarin nebin alavekî destê Amerîka û Rûsyayê. Ew hêz dizanin ku kurd û ereb di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêzeke sereke ne.

Partiya yekemîn li Rojava di 14’ê hezîrana 1957’an de çêbû. Piştî 2015’an Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah bi awayekî fermî derbasî Qesra Lîzê (Elysee) bûn. Wê demê Serokê Fransayê û rayedarên fransî heyet pêşwazî kirin. Berdevka YPJ’ê bi cilê kurdan ê leşkerî hat pêşwazîkirin. Di dîrokê de cara yekemîn Kongreya Amerîkayê ji Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed re deriyê xwe vekir. Dema şerê çekdarî derket, PYD’ê wê demê di 19’ê Tîrmeha 2014’an de got ê me şoreşa me heye. Dest pê kir û rejîm ji Rojava derxist. Dîplomasî di gelek astan de û li gelek deveran êdî pêş ket. Serokê Amerîkayê Trump 2 caran bi fermandarê HSD’ê General Mazlum re hevdîtin kir. Serokê Fransa, Serokê Rûsya û rayedarên amerîkî bi General Mazlûm re axivîn. Gelek nûnerên Ewropayê bi rêveberiyên Xweseriya Demokratîk re hevdîtin kirin û peyman îmze kirin. Kurd êdî li Amerîkayê têkiliyan çêdikin. Heyetên kurdan li gelek welatên Ewropa û yên cîhanê hevdîtin kirin. Kurd li Amerîkayê têkiliyan pêş dixin. Li Ewropayê û bi taybetî li Almanyayê dîplomasiyeke pir xurt pêş dikeve. Dîplomasiyeke birêkûpêk pêş dikeve.

Çi astengî li pêş dîplomasiya kurdan heye?

Heta niha astengiya li pêş dîplomasiya kurdan Tirkiye bû. Dewletên ewropî jî li gorî Tirkiyeyê gav diavêtin. Niha ev bi dawî bûye. Lê belê astengiya sereke hê jî Tirkiye ye. Niha nûnertiya xweseriyê li Cenevreyê vebû, Tirkiyeyê ev yek şermezar kir. Rejîma Sûriye jî bertek nîşanî vê yekê da. Nûnertiya Xweseriya Demokratîk li Almanya, Holanda, Fransa, Swêd, Cenevre û welatên din heye. Êdî kurd jî dîplomasiyê dikin.

ENKS bang li efrîniyan dike ku vegerin Efrînê. Lê komên çete dest datînin ser mal û milkê wan, mirovan digirin û winda dikin. Tevî van rastiyan çima niha ev bang tê kirin armanca wan çi ye?

Beriya dagirkirina Efrînê, ENKS alaveke propagandayê bû li dijî Xweseriya Demokratîk. Hincet dixist destê Tirkiyeyê. Li Almanyayê Komîteya Zanyariyê ya Parlamentoya Almanyayê, beriya Tirkiye Efrînê dagir bike, raporek ji 18 rûpelan amade kir. Di vê raporê de dibêje: “Tu mafê Tirkiyeyê tune ku êrîşî Efrînê bike. Ew hincetên ku Tirkiyeyê nîşan dida û dixwest derbasî Efrînê bibe di çapemeniya tirkan de jî tune ye.” Lê nûnerên ENKS’yê yên li Stenbol û Hewlerê yên wekî Abdulhekîm Bişar, Abdullah Gedo, Fuat Elîko, Abdulbasît Hemo, Îbrahîm Biro, beşek fermî ya siyaseta Tirkiyeyê bûn. Van dagirkeriya Tirkiyeyê rewa kirin. Niha jî ev endamên ENKS’yê bang li efrîniyan dikin ku vegerin Efrînê. Ji bo çi Endamên Komîteya Navendî yên ENKS’yê Abdurrahman Apo, Nûrî Birîmo û malbatên xwe venagerin Efrînê. Divê ewil ew vegerin Efrînê û îspat bikin ku Efrîn devereke aram e. Heta niha carekê be jî nûnerên ENKS’yê neçûne Efrînê. ENKS beşeke ku siyaseta dagirkeriya Tirkiye ya li Efrînê rewa dike.

Newaf Xelîl kî ye?

Di sala 1970’yî de li gundê Girbawî yê bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li vî gund û dibistana navîn û Lîse li Qalişlo xwendiye. Di sala 1997’an de koçî Almanyayê kiriye. Di sala 2002’an de di Medya Tv, piştre di Roj Tv û Ronahî Tv de kar kiriye. Piştî wê, demekê berdevkê PYD’ê yê Ewropayê bû. Ji sala 2015’an û heta niha berpirsê Navenda Kurd a Lêkolînan a li Bochum a Almanyayê ye. Her wiha cihê xwe di nava gelek xebatên siyasî de jî girtiye.