Monday, September 27, 2021

Armanc belavkirina girseya polîtîk e

Rizoyê Xerzî

Gelek taxên navçeya Sûrê hatin xerakirin û li şûna wan mîmariyek nû hat avakirin. Dîsa tê xwestin ku hin taxên navçeyên Yenîşehîr û Rezan bê xerakirin û li şûna wan mîmariyek nû ava bikin. Ji bo agahiyên der barê vê mijarê de, me hevdîtinek bi avahîsaz Şerefxan Aydin re kir. Em bi hev re li bersiv û şîroveyên Endezyar Aydin binêrin.

Di serî de armanca van xerakirinan çiye? Mîmariya ku li Sûrê tê avakirin, li gorî çi tê avakirin. Dixwazin nasnameyek çawa pêş bixin?

Piştî şerê li navçeya Sûrê yê di salên 2015-2016’an de pêş ket, dewlet bi giştî dixwaze vê çanda ji hezaran salan heta îro hatiye, serobino bike û çandeke li gorî xwe ava bike. Yanî bi gotineke din dixwest ku demografiya wê derê xira bike û çandeke li gorî ya serdestan ava bike. Avahîsaziya li wê derê û ew neqiş û sembolên ji hezaran salan hatine ji holê rabikin, winda bikin û nasnameyeke nû li wir ava bikin. Dema mirov li van tiştên derketiye holê dinêre, bi taybetî di aliyê avahîsazî û bajarvaniyê de, mirov dibîne ku tu nasname an jî tu nirxekî ku giringî û taybetiya wê hebe di van avahiyên ku avakirine de tune ye.
Çawa ku em bibêjin pergala TOKÎ li hemû Kurdistanê û Tirkiyeyê avahiyên yek tîp û bi yek şêwe çêdike, mirov dibîne ku li Sûrê jî ew avahî dibe ku li gorî TOKÎ’yan qatên wê hindikin, lê bi heman mantelîteyê hatine avakirin. Dema mirov bala xwe bide encamên ku li Sûrê derketin holê, mirov dibîne ku pir armancên wan ên cuda hebûn. Armanca ewil xwestin demografiyayê biguherînin. Yanî ew çanda ku bi hezaran salan li wir hebû bi taybetî piştî salên 1980’yî ku şerê dewletê û PKK’ê dest pê kir, gelek gundên ku hatin valakirin û şewitandin xelkên wan xwe li vê navçeya Amedê girtibûn. Ango li Sûrê bi cih bûbûn. Îca dema mirov bala xwe dide girseya ku li wir dijî mirov dibîne ku ew girseyeke polîtîk e. Lewre jî dewletê xwestiye ku wê girseyê ji hev belav bike. Ji ber di dema çalakî û meşan de, di dema hilbijartinan de dengê herî zêde û bilind ji wê navçeyê derdiket.
Dewletê her tim gelê Sûrê wekî gefekê li hemberî xwe dibîne. Lewre jî li gorî wan ew cihekî ku diviyabû mudaxele lê were kirin û ev girse ji hev were belavkirin. Di encama destwerdana Sûrê de dewlet giha wê armanca xwe û ew girse parçe kirin.

Her mîmariyek nasnameya çand, civak, aborî û avhewaya wir nîşan dide. Ev yek çiqas li ber çavan tê girtin? Heke nayê girtin çima?

Bi rastî wekî em dizanin Sûr cihekî taybet e. UNESCO di sala 2015’an de Sûr wekî mîrateya çandî tescîl kir. Êdî ew mîrate bû ya hemû dinyayê. Ne tenê ya Kurdistanê ye. Yan jî ne tenê ya Tirkiyeyê. Ji ber ku di dîroka wê de bi dehan şaristanî hatine û çûne û bi dehan netew hatine wir. Her neteweyê jî li vir neqşên çanda xwe di wan avahiyan de nîşan dabû. Lê piştî rayedarên dewletê ev avahî hilweşandin û avahiyên nû li şûna wan çêkirin, êdî tu girîngiya wan avahîsaziyan nema. Tenê mirov dikare bibêje ku ji van avahiyên niha li wir li şûna yên kevin hatine çêkirin, taybetmendiyek berê maye. Ew jî hewşê wan hene. Rayedarên dewletê bi vê yekê pesnê xwe didin û dibêjin avahîsaziya berê ji nû ve rakir ser piyan. Lê tu têkiliya van avahiyên nû bi yên berê re tune ye.

Wekî ku we jî anî ziman ji xwe rewşa gelê Sûrê ya aborî li ber çavan bû. Piraniya wan kesên ku gundên wan hatibû valakirin û koçber bûbûn ji neçarî hatibûn li wir bi cih bûbûn. Xaniyê wan hatin xerakirin û li şûna wan xaniyekî nû ava kirin. Xaniyê berê bi 40-50 hezarî kirîn û avahiyên nû niha bi buhayekî gelekî giran difiroşin malbatan. Malbat dê çiqas karibin têkevin van xaniyan. Çima xaniyan wisa buha didin welatiyan?

Niştecihên Sûrê yên ku piştî salên 80 û 90’î koçber bûbûn û hatibûn li wir bi cih bûbûn di warê aborî de gelekî lewaz bûn. Piraniya mirovan xizan û bêçare bûn. Lewre jî ne pêkan e ku ew mirov bikaribin van avahiyên nû hatine avakirin bikirin. Di wê demê de me wekî avahîsazên Amedê li qadê hin xebat dimeşandin. Em di nava gel de bûn. Wê gavê dema ku dewletê ew ji cihên wan kirin, xaniyên wan bi 40-50 hezarî dikirîn. Lê di şûna wan de ev avahiyên ku hatine çêkirin jî buhayê wan ê herî kêm derdora 750 hezarî ye. Yanî buhayê wan ji sedî 600-700 ji nirxê ku dabûn xaniyên wan ê berê zêdetir e. Her wiha dewlet wekî ku firsetekê ji xwediyên wan xaniyên berê re dinirxîne û dibêje; Mafê pêşî yê kirîna van avahiyan ji niştecihên Sûrê re ye û heke mirovek niştecihê Sûrê bixwaze van avahiyan bikire em dikarin ji sedî 10-20 jê re kêm bikin. Lê ew bi xwe jî dizanin ku ji sedî sed jî ji wan re kêm bikin ew nikarin van avahiyên nû bikirin. Lewre jî ew cara duyemîn dîsa neçarî koçberiyê bûn û çûn navçeyên din ên Amedê bi cih bûn. Bêguman wan jî dîsa xwe li taxên ku nêzî çanda wan e û taxên ku xanî lê erzan in girtin. Bi vê yekê dîsa derdikeve holê ku dewletê xwestiye ev çanda têkiliyên germ ên cîrantî û parvekirinên ku bi hezarê salan berdewam kirine ji holê rake û wan ji hev belav bike.

Wekî we jî destnîşan kir dema ku gelê Sûrê neçar bû ji cih û warê xwe derkeve berê xwe dan taxên ku nêzî çanda wan be û hinekî erzan be ku bikaribin bi wan pereyên xwe yên kêm xaniyekî li wir bikirin an jî kirê bikin, taxa li gorî wan şert û mercan taxa Rezan (Baglar) bû, lewre piraniya niştecihên Sûrê xwe li wê taxê girtin. Lê niha tê gotin ku dê wir jî biguherînin û avahiyên nû li şûna yên kevin ava bikin, gelo ew dê dîsa neçarî koçberiyeke din bibin û dê bi ku ve herin?

Em ji bîr nekin ku niştecihên navçeya Rezan û bi taybetî yên taxa Kaynartepe ku piraniya xelkê Sûrê xwe lê girtine, ew bi xwe jî kesên ku ji gundan koçberî wir bûne ne. Bi rastî tevî ku bajar ewqasî mezine jî lê ji ber şêniyên hezarên gundên ku hatin şewitandin û xirakirin xwe lê girtine, êdî cihê mirovan li wir nemaye û bajar têra wan nake. Bi ser de jî di çend salên dawî de gelek koçber ji ber şerê li Sûriyeyê jî hatin li wan deran bi cih bûn. Îca dewletê niha plansaziyeke din çêkiriye. Dixwaze wir jî biguherîne û li gorî xwe saz bike. Dema mirov bala xwe dide sedemên fermî yên ku destnîşan dikin, meseleya ewlekariyê derdikeve pêş. Dewlet dibêje ew der hem di aliyê civakî de hem jî di aliyê avahîsaziyê de ne ewle ye. Lewre jî dibêjin em ê wê taxê xira bikin û ji nû ve ava bikin. Dema mirov li pratîka karên dewletê dinêre bi taybetî di salên dawî de li Sûrê binêre, mirov texmîn dike ku ew dixwaze demografiya taxa Kaynartepe jî biguherîne.

Gelo dê guhertineke çawa li wê taxê bikin?

Wekî tê zanîn avahiyên di wan kuçeyên teng ên kaynartepe de dibe ku bihayekî wekî xaniyên berê yên Sûrê jî pê nedin û wê bi buhayekî gelekî erzan ji xelkê bikirin. Avahiyên ku dê li şûna wan bên avakirin jî dê buhayê wan gelekî zêde be û bi kêmanî deh qat ji buhayê yên kevin buhatir be. Lewre jî ew niştecihên wê taxê dê nikaribin wan avahiyên nû bikirin. Dê bi pêleke din a koçberiyê re rû bi rû bimînin. Di vê de jî dê koça sêyemîn dest pê bike û encax hin mirovên dewlemend bikaribin wan xaniyên nû bikirin û pê re jî çandeke nû li şûna çanda wan niştecihan bi cih bibe.

Te behsa ewlehiyê kir ku dibêjin ji ber sedemên ewlehiyê divê em van guhertinan bikin, lê di heman demê de em dibînin ku di wan taxan de aşkera û li pêş çavên her kesî madeyên hişbir tên firotin û tu destwerdaneke berbiçav ji alî dewletê ve nayê kirin, sedem çi ye?
Dema ew behsa ewlehiyê dikin ne tenê ji bo van aliyên civakî wiha binav dikin. Lê dema dewlet behsa ewlehiyê dike ew ne ji bo van pirsgirêkên civakê dibêje. Ji ber girseya li wir polîtîk e û dewlet wê girseyê wekî gefê li dijî xwe dibîne. Yanî ji aliyê polîtîk ve wê girseyê ji bo xwe wekî gefekê dibîne û dibêje ku pêwist e ew girse were belavkirin. Wekî mînak dema ku ew girse piranî dengê xwe didin partiyeke kurd ew ji bo dewletê wekî gefekê tê hesibandin.

Wekî Odeya Mîmaran a Amedê bi giştî di çarçoveya van guhertinên di Sûrê de çêdibin bi çi rengî şêwra we tê kirin an jî nêrîn ji we hatine girtin? Tu roleke Odeya we di van guhertinan de heye?

Bi rastî ji aliyê fermî ve ne bi rengekî raste rast ne ji jî ji bo şêwirmendiyê tu têkiliyek bi Odeya Avahîsazan re nehatiye çêkirin. Tevlêbûna me di wî aliyê fermî de çênebûye. Lê wekî din bi darê zorê me xwe kiriye nava wê pêvajoyê. Di destpêka şerê ku di 2015’an de li Sûrê qewimî û di dawiya şer de ji bo ku Sûr bê parastin gelek bangewaziyên me hebûn. Ji bo wan kirinên ku li Sûrê dihatin kirin me doz vedikirin. Me bertek û fikirên xwe bi raya giştî re parvedikir. Lê belê bi rengekî fermî em tev li wê pêvajoyê nehatin kirin. Gelek caran bi rengekî fermî me serî li Walitiyê dida, da ku em tev li wê pêvajoyê bibin. Lê me tu caran bersiveke erênî ji wan negirt. Me jî bi hin xebatê xwe bi zorê xwe ji derve ve tev li wê pêvajoyê kir.