25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanc petrol e Sûriye hincet e!

Peymana petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Amerîkayê re îmze kir, îhtîmal heye ku statuyê bi xwe re bîne. Rûsya, Îran, Tirkiye û rejîm bi awayekî aşkera ji petrolê par dixwazin.

Dengvedana peymana petrolê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şîrketa petrolê ya Delta Crescent Energyê ya Amerîkayê re îmze kir, didome. Piştî ragihandina peymanê ya ji raya giştî re Rûsya, Îran, Tirkiye ku li Sûriyeyê ne û rejîmê dijberiya xwe ya li hemberî peymanê aşkera kirin. Heman hêz, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevliheviya navxweyî derdixin.

Peymana petrolê 

Wê bandora peymana ku rêveberiya xweser îmze kiriye, hem li herêmê hem jî li qada navneteweyî çêbibin. Tê payîn ku destpêkê peyman bandorê li nasîna fermî ya Rêveberiya Xweser a navneteweyî bike. Piştî peymanê tê plankirin ku bi biniqik parzûngehên petrolê bên herêmên Rimêlan û Dêra Zorê. Di vê derbarê de demek neyê diyarkirin jî xebatên ji bo vê yekê didomin. Dîsa tê gotin ku ji bo pêkanîna peymanê rayedarên şîrketê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Rêveberiya Xweser re hin hevdîtin kirine.

Dijberên petrolê

Tê payîn ku di rojên pêş de hûrgiliyên peymanê bi raya giştî re bên parvekirin. Rûsya, Îran, Tirkiye ku li Sûriyeyê ne, li dijî peymanê derketin. Rejîm jî di lîsteya dijberî peymanê de cih digire. Tê diyarkirin ku hêzên din dixwazin bi ser Rejîmê re peymanê hilpekînin. Hêzên navborî ji bo têkbirina aramiya li herêmê di nav hin heldanan de ne.

Şîrketên gazê yên Rûsyayê

Tê zanîn ku Rûsya dixwaze li herêmên petrol û enerjiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serwer bibe. Rûsya ku heta niha dixwaze hem bi rêya leşkerî hem jî bi rêya siyasî vê yekê pêk bîne, bi ser neketiye. Piştî peymana petrolê ku di navbera Rêveberiya Xweser û şîrketa amerîkî de hat îmzekirin, Rûsya dîsa ket nav liv û tevgerê û dixwaze şîrketên xwe yên petrol û enerjiyê bişîne herêmê.

Herêmên ceyran û gazê

Rûsya bi vê armancê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinan dike û tê destnîşankirin ku şîrketên Rûsyayê bi taybetî dixwazin bên herêmên bigaz. Ev herêm jî di serî de xeta Konîko ya Dêra Zor û Hesekê ye. Her wiha tê diyarkirin ku di serî de ceyran ji bo herêmên din ên enerjiyê jî cihên mîna Reqa û Tebqayê tên fikirîn. Tê gotin ku der barê mijara de ku wê rojên pêş zelaltir bibe hin welatên Ewropayê jî xwestine bikevin dewrê. Her wiha tê payîn ku şîrketên enerjiyê yên amerîkî û rûs ku bên herêmê, armanca wan tenê ne derxistina petrolê ye, di heman demê de dixwazin berpirsyariya bajarên ku ji ber şer wêran bûne jî carake din ava bikin jî bigirin ser xwe.