Rojnameya Heftane

Armanc têkbirina gelê kurd e

Di serdema serokwezîriya Mustafa Kazimî de, têkiliyên dewleta Iraq û Tirkiyeyê ji her demê baştir bûne. Di navbera her du dewletan de, her çiqas hin pirsgirêkên bingehîn hebin jî di mijara kurd û Kurdistanê de xwedî gotinek û helwestekê ne. Van her du dewletan bi salan Kurdistan di bin metingeriya xwe de girtine, ev dewlet niha jî planên nû dikin.

Piştî mudaxeleya hêzên navneteweyî, di pergala rêvebirina Iraqê de guhertin çêbû û başûrê Kurdistanê wek herêmeke xweser a federe hat destnîşankirin. Li vê herêmê parlamentoya Kurdistanê ya di 4’ê hezîrana 1992’yan de hatibû avakirin, êdî bi statuyeke hîn berfirehtir bû xwedî înîsiyatîfa partî û hebûna siyasî ya li herêmê. Li vê herêmê ev statuya hat bidestxistin ji bo hemû kurdan bû cihê keyfxweşî û serfiraziyê.

Di nav her çar parçeyên Kurdistanê de gelê kurd cara yekem li başûrê Kurdistanê bû xwedî maf û nasname. Bi saya van mafên hatine bidestxistin ji parçeyên din ên Kurdistanê kurd û dostên wan berê xwe dan vê herêmê û xwestin di cih de vê kelecanê bijîn. Tevî her tiştî ev mafê hatî bidestxistin ji aliyê hemû kurdan ve hat parastin û xwedî lê hat derketin.

- Advertisement -

Tevî hemû hewildan û piştgiriyan jî li herêma Kurdistanê pergaleke demokratîk û wekhev nehate avakirin. Çend partî ango kes di van salên derbasbûyî de li gorî dilên xwe û li gorî berjewendiyên malbat û dostên xwe hewil dan ji xwe re derfet bi dest bixin.

Di van salên derbasbûyî de ji ber gelê Başûr ji şer û pevçûnan bêzar bûbû dengê xwe ji gendelî û neheqiyê re zêde dernedixist. Li gor wan gotinên kurd û kurdistanî nirxên herî mezin û biwate bûn. Lewma ji bo ev nirxên pîroz bi gotinên nexweş û xirab re neyê cem hev gelek tiştê di dilê xwe de jî nedigotin. Li gor wan pergala heyî xerab be jî ji ber ku kurdistanî ye baş e, lê zarokên wê demê niha mezin bûn û bûn ciwan. Pergala cîhanê guherî. Cîhan bi gelek aliyan ve bi pêş ket. Ev pêşketin di warê civakî de bi xwe re kaosek jî anî. Nerînên şexsan ango civakê êdî mîna berê biwate nayê dîtin û nirxê wê nîne. Di serdema pergala modernîteya kapîtalîst de sermaye her tiştî diyar dike. Asta “azadiya civakê” jî li gor xwe ew diyar dike. Ev pergala ku bi her awayî civak têk biriye û ber bi tinebûnê ve dibe, ji bo xwe li ser piya bigire her tiştî dike. Xwe bi rengê curbicur pêşkêşî civak ango pêşkêşî sermayedar û desthilatan dike. Kesên ji nirxê civak, çand û dîrokî dûr bikevin, ne mimkun e ku bikaribin xwe ji pençeyên vê pergala antî-civakê xelas bikin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî li herêma Kurdistanê di kesayeta PDK’ê de jiyîn.

Li herêma Kurdistanê bi bedêla sed hezaran şehîd  gelê kurd bû xwedî maf. Ev civaka resen a bi kevneşopiyên xwe û çanda xwe ve girêdayî, cara yekem li gor hebûna xwe ya dîrokî û çandî dijiya, lê di van salên derbasbûyî de pergala rêveberiya herêmê ber bi olîgarşiyê ve çû. Pêşengiya vê jî PDK û Malbata Barzanî kir. Li gor wan hemû tiştên hatine avakirin di despêkê de yên wan in pişt re yên gel. Biryarên li ser herêmê digirin jî wisa ne. Ger ev biryar ji bo wan baş be ji bo civakê jî baş e. Lewma di serî de ew li berjewendiyên xwe dinêrin, ger li gor berjewendiyên wan be erê dikin. Ji ber vê feraseta pûç û qels di van salên derbasbûyî de gelê kurd her êş û elem kişand. Van kesan her xwe li ser pişta civakê mezin kir û bi keda civakê xwe li ser piya hiştin.

Di van salên derbasbûyî de ji bo civakê tiştek nekirin. Gel dîsa di nav xizanî û bêderfetiyê de jiyana xwe domand. Ciwan bêperwerde man. Pergala perwerdeyê hîn a serdema rejîma Baasê ye ku ev bi temamî hebûna kurdan înkar dike. Di pergala tenduristiyê de pêşketin çênebû. Hin dewletên biyanî nexweşxane li herêmê vekirin lê ew jî ji bo kesên dewlemend ango kesên di ser civakê re xwe dibînin hatin vekirin. Dîsa gel bêderman û bêdiktor ma. Ji bo gel bikaribe debara xwe ya rojane bike bêderfet û bêemel hat hiştin. Kar nedît û bi her awayî muhtacî çend qurişê hikûmeta herêmê hat hiştin. Li herêmê kesên feqîr, feqîrtir bûn, kesên dewlemend dewlementir bûn. Di nav gel de cudahî çêbû. Berhemên xwemalî bêqîmet hatin hiştin û hemû pêdiviyên civakê ji derveyî herêm anîn. Ev hemû tişt PDK ango pergala PDK’ê daye avakirin li ser civakê ferz kir. Êdî ger gotin di cih de be civak fetisî.

Ji bo dubare PDK xwe safî bike, di 25’ê îlona sala 2017’an de referandum kir. Encama referandûma PDKê êşên gelê kurd mezintir û kurtir kir.

PDK’a ku nasnemeya binemala Barzanî ye, bi pergala ava kiriye ji bo gel û civakê tu tişt nekiriye. Hemû tiştê kirî jî ji bo xwe û dostên xwe kirine. Bêguman dewleta Iraqê û Tirkiyeyê jî vê dibînin û ji bo ev pergala kurmî birize çi ji destê wan tê dikin. Di gelek mijaran de jî gihîştin armanca xwe. Kerkûk ji dest çû, artêşa tirk xwe li Başûr bi cih kir.

Dewletên metinger, pergala ku dane avakirin dizanin çi ye û çawa bi rê ve diçe. Lewma ji bo herêma Başûr teslîm bigirin her tim hewil dan ku piştgiriya biryarên şaş ên PDK’ê bikin, da ku şaşiyên hîn mezintir bike. Niha PDK bedelên van şaşî û kêmasiyên xwe dixwaze bixe stûyê gel.

Asta xirabiya PDK’ê kiriye gihaşt asta ku dewleta tirk û Iraqê dixwaze. Êdî li Başûr rêveberiya heyî bi tu awayî berjewendiyên gelê kurd di ser yên tirk û eraban re nagire. Dewletên metinger bi destê PDK’ê xwe li herêmê dîsa kirin xwedî îrade. Hêzên azadîxwaz jî hedefa van dewletan de ne. Ji bo ev dewlet di vê mijarê de jî bigihîjin armanca xwe dîsa karta PDK’ê bi kar tînin. Wisa diyar e ku PDK jî ji bo bi vê erkê rabe ji duh ve amade ye.

Di encamê de hevdîtina Erdogan û Kazimî ji bo kurdan wê çi bi xwe re bîne em ê bibînin, lê ew çi biryarê bidin jî di bingeha biryara wan de hevkariya PDK’ê heye. Ji ber ku ew jî baş dizanin, bêyî PDK’ê ne mimkun e ku bikaribin civaka kurd têk bibin. Lewma dixwazin tifaqê ji hindir ve têk bibin.