24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanc valakirina Mexmûrê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Çend roj berê balafirên artêşa tirk êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kir. Ev wargeha ku şêniyên wê bi temamî sivîl û di statuya penaberên siyasî de ne, ev bû çend car dibe hedefa êrîşên dewleta tirk.

Di van rojên ku hemû mirovahî di nav lepê virusê de û bi halê xwe ketiye, hemû derd û xema dewleta tirk jî ew e ku êşên hîn mezintir bi gelê kurd bide kişandin.

Ez di wê baweriyê de me ku hemû kesên di ferqa zilm zordestiya dewleta tirk ya li dijî kurdan de ne, di haman demê de di ferqa êşên dewleta tirk bi şêniyên penaberên Mexmûrê dide kişandin de ne jî.

Şêniyên wargehê di encama faşîzma dewleta tirk a di salên 1990’î de terora li ser gelê herêmê da meşandin bûn penaber. Ev penaberiya bêdilî û bi darê zorê gelek êşên mezin bi vî gelê qehreman û bi axa xwe ve girêdayî da kişandin.

Hemû kesên serpêhatiya wargeha penaberan a Mexmûrê dizanin ku ev wargeh qaşo bi sitatuya penaberên siyasî ve, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de tê naskirin û parastin. Di heman demê de ji ber ku cihê wargeh lê ye ji derveyî xeta parelela 36’emîn e, li şûna hikûmeta heremî ya herêma Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve girêdayî ye. Lê zordestî û xiyaneta PDK’ê wek hercar di vir de jî sînoran nas nake û ji bo îradeya gelê wargehê bişikîne çi ji destê wan tê texsîr nakin.

Bêguman serpêhatiya gelê wargehê ji ber bûyer û neheqiyên li ser wan hatine ferzkirin mijara roman û fîlman e. Lê mijara me êrîşên dewleta tirk ên vê dawiyê pêk hatine.

Hemû armanc û daxwaza dewleta tirk ew e ku wargeha penaberan a Mexmûrê wek wargehek PKK’ê bide naskirin û wargehê vala bike. Lê ji Neteweyî Yekbûyî bigirin heya hemû welatên têkildarî vê mijarê dizanin ku şêniyên vê wargehê hemû sivîl in ji derveyî sempatiyê tu eleqeya wan bi PKK’ê re nîne. Ev rastî ji hêla hemû kesan ve, bi taybet jî ji hêla PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê ve jî tê zanîn. Lê li ruxmî van rastiyan jî destur didin ku gelê wargehê bibin hedefa falabirên artêşa dewleta tirk. Ev bi serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û dewletên navneteweyî jî tê wateya pejirandina vî sûcî.

Dema mijar dibe kurd hemû kesên qaşo alîgirên mafên mirovan in çavên xwe digirin. Ev jî bi qasî rastiya durûtiya van saziyan derdixe holê, her ewqas jî terora dewleta tirk a li ser gelê kurd jî deşîfre dike.

Pêwîste gelê gurd li hemberî van lîstikên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê tên lîstin gelê wê bi tenê nehêle. Yekîtiya gel bi hêza xwe dikare van êrîşan vala derbixe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê