spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca civîna 7 welatên Ewropayê

Bi armanca avakirina helwesteke yekane û rakirina aloziya heyî ya di navbera Tirkiye, Yewnanistan û Qibrisê de, li Fransayê lûtkeyek hate lidarxistin. Wezîrên Spaniya, Malta, Îtalya, Portekîz, Qibris û Yewnanistanê beşdarî lûtkeyê bûn.

Wekî tê zanîn ev civîn ji bo zelalkirina helwesta welatên Ewropayê ye, da ku di civîna li Brukselê de helwesteke hevpar derkeve holê. Serokê Fransayê diyar kir ku di lûtkeya Ewropayê de ya dê rojên 24-25`ê meha bê li Brukselê were li darxistin, dê têkiliya Yekitiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re bibe mijara sereke.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Yewnanistanê Atîna dê ji bo çareserkirina aloziya deryaya Spî pêşniyaran ji NATO`yê re jî pêşkêş bike û ew ê ji bo vekişandina keştiyên Tirkiyeyê ji deryaya Spî bi daxwazên xwe ve girêdayî be. Her wiha diyar kir ku Atîna bê gef û provakasyonan dê ji bo çareserkirina aloziyê bi nîqaşan ve girêdayî be û ew ê ji bo kiryarên dewleta irk belgeyan pêşkêşî NATO’yê bike. PARÎS