spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li çar alî dijminatî

Tirkiye, di dijberî û êrîşkariya xwe ya li hemberî kurdan didomîne û êrîşên xwe yên li ser kurdan dike. Herî dawî piştî ku bi rizaya netew û baweriyên din, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên kurd Partiyên Yeketiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Eniya Niştimanî ya Kurdên Sûrî (ENKS) li ser yekitiya neteweyî li hev kirin, Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li hemberî kurdan berfirehtir kir. Ev berfirehkirina êrîşan, di nav kurdan de weke bersivdayîna yekitiya kurdî hat dîtin.

Di vê çarçoveyê de roja ku lihevkirina yekitiya kurdî hat ragihandin, Tirkiyeyê jî bi hinceta hebûna PKK’yê ya li wir bi dehan balafiran êrîş bir ser başûrê Kurdistanê. Di vê êrîşê de Wargeha Mexmûr, Şengal û Qendîlê bombebaran kir. Piştre êrîşên xwe yên bejahiyê yên li vir jî zêdetir kir û hin hêzên xwe li Heftanînê bi cih kir. Ji vê rojê ve bi taybetî herêmên girêdayî Silêmanî lê bi giştî gelek deverên başûrê Kurdistanê ji aliyê balefirgehên şer ên Tirkiyeyê ve tên bombebarankirin û xelqê sivîl tê kuştin.

Li gorî daneyên dawîn di van êrîşên Tirkiyeyê 9 welatiyên sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Ji ber vê sedemê li herêmê li dijî operasyonên Tirkiyeyê gelek bertek hene. Heta di nav Hefteyê li Şeladizê gel rabû raperînê û li dijî êrîşên Tirkiyeyê bi awayekî zelal bertekên xwe raber kirin. Li gel van bertekan jî Tirkiye navber nade êrîşen xwe her roja ku diçe dijwartir dike. Ji ber vê helwesta wê di navbera wê û welatên ereb de jî pirgirêkên dîplomatîk derketibûn.

Çapemenî alîgirê êrîşan e

Li gel vê rewşa xeternake jî ev mijar di çapameniya alîgir a AKP’ê de baş cih nagire û bi awayekî berovajî agahiyên li vir tên dayîn. Mînak, kesên sivîl ên li herêma operasyonê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane weke endamên PKK’ê tên dayîn. Dîsa bi dîmen û wêneyên arşiv rewşê radigihînin, lê li gel vê yekê jî weke ku dîmen û wêne yen niha bin bi kar tînin. Rojnamegerê tirk ê bi navê Cuneyt Ozdemîr, di nav hefteyê de qaşo ji bo ku vê rewşa ji holê rake, ji başurê Kurdistanê rojnamegerekî kurd girt weşana xwe ya li ser Youtubeyê û xwest rewşa li herêmê ji werbigire.

Rojnamegerê Kurd Bestoon Khalîd, di weşanê de rewşa li herêmê rast e rast ragihand û got ku di operasyonên Tirkiyeyê sivîl tên kuştin û ji ber vê sedemê gelê herêmê operasyonên Tirkiyeyê ne li hemberî PKK’ê li hemberî xwe dibîne û gelek bi bertek in. Ji ber ragihandina vê rastiyê, Ozdemîr weşana xwe ya bi Bestoon Khalîd sansur kir û ji weşanê rakir. Ev hewldanan Ozdemîr li ser medya civakî bi awayekî tund hat pêşwazîkirin. Gelek kesan rexne li Ozdemîr kir û destnîşan kirin ku çapameniya tirk alîgiriya êrîşan dike.

Li Bakur rengê êrîşan cuda ye

Li bakurê Kurdistanê jî rewşa ji başûrê Kurdistanê ne cudatir e. Êrîşên leşkeri yên Başûr li Bakur dibin êrîşên siyasî ango bi navekî din dibin operasyonên siyasî. Di nav hefteyê de li dijî kesên ku li ser navê kurdan siyaset dikin, operasyonên siyasî hatin li darxistin. Di van operasyonan de polisan bi ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girt û ji sazî û dezgehên kurdan bi dehan kes hatin binçavkirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi gotina ‘em ê serî netewînin’ li dijî operasyona li hemberî kongreya xwe derket û got ku ji bo lêdana kurdan pêdiviya dewletê bi belgeyan tüneye.

Bi rastî jî weke ku Birêz Guven jî destnîşan dike, ji bo serdegirtina mal û saziyên kurdan pêwîstiya dewletê bi belgeyan tuneye. Lewre her liv û tevgera kurdan a ji bo maf û destkeftiyên wan ji aliyê dewletê ve nayê nasîn. Nenasîn belgeya ‘herî mezin’ a êrîşan e. Jixwe qanûn jî ji ber ku ji aliye kesên ku êrîşê dibin ser kurdan ve hatine amadekirin, di vê mijarê de baş hincet didin destê êrîşkarên kurdan. Êrîşên ku pek tên bêguman qanûnî ne lê teqez ji heq û hiqûqê dûr in.

Stratejıya Erdogan!

Ji bo xurtkirin û geşkirina van êrîşan siyasetmedarên tirk jî tişta ji destê wan tê dikin. Wezîrê Karên Derve Mewlûd Çavûşoglû ku ew bixwe jî eslê xwe kurd e û Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlert Bahçelî, bi gotinên gelek tund li dijî yekitiya di navbera kurdan de derketin. Yekitiya kurdan weke îxanet bi nav kirin û gotin ku tevgerên kurd ên ku li gorî daxwazên wan tevnegerin di hedefa wan de ne û dê her êrîş bibin ser wan. Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî li hewara wan hat û got ku êrîşên li hemberî kurdan startejiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan in û dê erîş berdewam bikin.

Bi van êrîşên leşkerî û peyaman siyasî xuya dibe ku di rojên pêş de hewldanên hilweşandina yekitiya di navbera kurdan de zêdetir bibin. Lewre pêkhatina yekitiya di navbera kurdan de tê wateya têkçûna planên Tirkiyeyê yên li herêmê. Yekitî kurdan dikare bike xwedî statu. Ev jî tê wateya têkçûna stratejiya Erdogan a ku Îbrahîm Kalin tîne ziman. Heke dijberî kurdan di nav planên têkbirina pêşeroja kurdan de bin divê kurd jî teqez hewldanên xwe yên serkeftinê zêdetir bikin.

Mexseda êrîşa li ser gundê Helincê

Ji bilî êrîşên li ser başûr û bakurê Kurdistanê, li dijî gundê Helincê yê Kobanê jî ji aliyê Balefirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ve êrîşeke hewayî pêk hat. Di vê êrîşê de 3 jinên kurd hatin qetilkirin. Derbarê mijarê de ji aliyê rayedaran ve tu daxuyanî nehat dayîn. Lê di nav kurdan de êrîş bû sedema nerazîbûnê. Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji ber êrîşê bertek nîşanî Amerîka û Rûsyayê da û xwest ku pêşî li êrîşkariya Tirkiyeyê bigirin û wê bînin ser xeta peymanên ku îmze kirine. Bi vê êrîşê Tirkiye nîşan da ku, kê/î dibe bika bibe, li her derê kurd di hedefa wê de ne û dikare wan ji xwe re bike hedef û êrîş bibe ser wan. Dîsa bi vê rêbazê dixwaze li dijî kurdan zextê li hêzên navneteweyî bike û di bin navê ‘terorê’ de wan bîne cem xwe.

Dozger şandina cenaze ya bi qargoyê asayî dît

Di 10’ê nîsanê de Serdozgeriya Komarê ya Dersimê, cenazeye Egît Îpek bi rêya qargoye ji malbata wî re şandibû. Dayika Îpek Halîse Aksoy, li şuna morgê cenazeye kurê xwe ji PTT’ê girtibû. Wêneyên vê sosretiyê ku bi çapameniyê re hatibûn parvekirin wê demê bûbûn sedema bertekên tund û gelek derdoran bertek nîşanî AKP’ê dabûn. Halîse Aksoy, bi alîkariya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Baroya Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÇHD) serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû û xwestibû der barê Dozgeriya Dersimê de lêpirsîn bê vekirin. Dozgeriya Amedê, serlêdana Halîse Aksoy nirxand û şandina cenaze ya bi qargoyê guncav dît û diyar kir ku “Karê hatiye kirin li gorî rêziknameyê ye.” û biryara bêşopandina lêpirsînê da.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê