20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Armanca êrîşan dagirkirina başûrê Kurdistanê ye’

Hêzên leşkerî yên dewleta tirk roja 23’yê nîsanê hem ji hewayê hem ji bejahiyê ve bi teknîka herî pêşketî êrîşî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên başûrê Kurdistanê kir. Ew êrîş bi dijwarî berdewam in û şerên giran diqewimin. Çavkaniyên ji herêmê diyar dikin ku heta niha gelek leşkerên mirine. Li hemberî van êrîşan bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê, gelê kurd bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dide. 

Siyasetmedar û rewşenbîrê ji başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Siyasetmedar Pêncewînî destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta tirk dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye û anî ziman ku wê sibe roj êrîşî PDK, YNK û Goranê jî bike û lewma divê her kes li ber vê dagirkeriyê rabe.

‘PKK hincet e’

Pêncewînî bi bîr xist ku cara yekemîn nîne ku dewleta tirk leşkerên xwe dixe axa başûrê Kurdistanê, lê her carê jî hewldana dewleta tirk a dagirkirina başûrê Kurdistanê têk çûye. Pêncewînî wiha got: “Ev êrîş ji bo dagirkirina dewlemendiya sererd û binerda başûrê Kurdistanê ye. PKK’ê tenê ji bo xwe dikin hincet.”

Pêncewînî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hebûna leşkerên tirk a li başûrê Kurdistanê û got: “Her kes dizane ku ji sê paran pareke başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye dagirkirin.”

‘Dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin’

Pêncewînî nerazîbûna xwe nîşanî bêdengiya li Kurdistanê û qada navneteweyî ya li hemberî vê dagirkeriyê da û wiha domand: “Bang li hemû hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê û xelkê welatparêz ê Kurdistanê dikim ku dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin. Ev êrîş berevajî îdiayên Erdogan ne li dijî PKK’ê, li dijî tevahiya başûrê Kurdistanê ye. Ji bo bênirxkirina proseya siyasî ya başûrê Kurdistanê ye. Lewma erk û wacibê hemû hêzên başûrê Kurdistanê ye, çi desthilat çi jî muxalefet, divê nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Rewşenbîr Pêncewînî nêzîkatiya medyaya başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku du hefte ne agir li ser başûrê Kurdistanê dibare; mal, milk, bax û rezên kurdan ji aliyê dewleta tirk ve tên şewitandin, lê belê medyaya başûrê Kurdistanê vê yekê ji nedîtî ve tê.

‘Di bernameya wan de qirkirina kurdan heye’

Pêncewînî destnîşan kir ku li ber çavê dijmin kurd hemû wek hev in û îro dijberiyê li PKK’ê dikin, sibe wê dijberiyê li Partî, Yekîtî û Goranê heta hin hêzên Îslamî bikin û wiha got: “Di bernameya Erdogan de nehiştina doza kurdan heye. Di bernameya AKP-MHP’ê de têkbirina kurdan heye, qirkirina kurdan heye. Ji ber vê yekê di roja Qirkirina Ermenan de ev êrîş kir. Ev peyamek bû ji bo hemû kurdan, ‘eger hûn neyê çarçoveya siyaseta me, me çi anîbe serê ermenan, em ê bînin ser ê we jî’.”

Siyasetmedar Pêncwînî têkildarî rola Iraqê û hêzên navneteweyî destnîşan kir ku Iraq agahdar e û beriya ev plana êrîşê dest pê bike Erdogan Ewropa û hemû hêz agahdar kirine. Pêncewînî axaftina xwe wiha domand: “Roja êrîşê Erdogan telefonî Biden kir, ew jî agahdar kiriye. Rêveberiya Iraqê hawar dike ku Kurdistan beşek ji Iraqê ye, lê belê niha beşek ji Iraqê tê wêrankirin, bi bombardûmanê tê şewitandin, tê dagirkirin, lê serokatiya Iraqê li ber ranabe. Li gorî qanûnan mafê hikûmeta Iraqê ye ku erd, ezman û sînorê Iraqê biparêze. Lê belê niha beşeke mezin a vê axê hatiye dagirkirin û Iraqê dengê xwe nekiriye. Ev helwesteke gelekî neyînî ye.”

SILÊMANÎ