spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca operasyona dersînor û çend têbînî

Êrîşên artêşa dewleta tirk ku êvara 23’yê nîsanê li dijî herêmên Metîna û Avaşîna yên başûrê Kurdistanê û 24’ê nîsanê jî li dijî herêma Zapê dabûn destpêkirin didomin.

Gelek leşker mirin

Li gorî agahiyên ji herêmê yên herî dawî, li ser girê Mamreşo yê herêma Avaşînê şerekî dijwar heye û di şer de hin leşkerên artêşa tirk mirine. Li girê Mamreşo yê li herêma Avaşînê, di navbera Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û artêşa tirk de şerekî giran diqewime.

Li gorî aghiyên ji herêmê, dewleta tirk bi balafir, helîkopter, balafirên keşfê yên bêmirov, top û bi hezaran leşkeran êrîş dike û gerlîlayên HPG’ê jî bersiv didin van êrîşan. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku dewleta tirk ji zivistanê ve amadekariya êrîşeke wiha berfireh dikir. Her wiha tê gotin ku 8 tûgayên artêşa dewleta tirk û JOH-POH û cerdevan beşdarî êrîşan bûne û wê êrîş demeke dirêj bidomin.

Artêşa tirk ji aliyekî ve leşker û çeken giran sewqî Gewer, Çelê û Şemzînanê dike, li aliyê din jî tê gotin ku li baregehên dewleta tirk ên li Amediyê, Dêralûk û Şeladiyê liv û tevger heye.  

Piştî êrşên hewayî û top û hewanan artêşa tirk hewl dide bi helîkoteran leşkeran deyne ser girên li herêmê lê tê ragihandin ku ji ber bersiva tund a gerîlayên HPG û YJA-Starê nikarin vê pêk bînin.

Zap û Garê

Ev êrîş di demeke wisa de tên kirin ku dewleta tirk hem li hundir hem jî li derve ji aliyê siyasî û leşkerî ve tengezar e. Her wiha li aliyê din hê jî encam û bandora êrîşa 10’ê sibatê ya li dijî herêma Garê tê nîqaşkirin ku 13 leşker û polîsên dewleta tirk ên dîl miribûn. Divê bê bibîrxistin ku artêşa dewleta di sala 2008’an de êrîşeke wiha berfireh li herêma Zapê dabû despêkirin lê piştî 9 rojan ku bi dehan leşker miribûn, ji neçarî xwe ji herêmê vekişandibû.

Piştî axaftina Biden-Erdogan

Dewleta tirk di salvegera Komkujiya Ermenan a 106’emîn de li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê ji hewa û bejahiyê êrîşên berfireh da destpêkirin. Balkêş e û divê bê bibîrxistin ku êrîşên dewleta tirk, piştî axaftina serokkmorê dewleta tirk R. T. Erdogan û serokê DYA’yê Joe Biden a bi telefonê dest pê kir.

‘Armanc qirkirina gelê kurd e’

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li hemberî van êrîşann bi daxuyaniyekê banga berxwedanê kir û diyar kir ku divê gelê kurd û dostên wan li hemberî van êrîşên dengê xwe bilind bikin.

Di daxuniyê de KNK’ê de wiha hat gotin: “Peyam û meqseda dewleta tirk a dagirker ji vê operasyonê jî qirkirina gelê kurd e. Dewleta tirk bi vê mebestê dest bi operasyonê kiriye û dixwaze vê peyamê bide gelê kurd.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li NY, Yekitiya Ewropa (YE) û NATO û saziyên navneteweyî dikin ku demildest hewl bidin û qetlîama li ser gelê kurd bidin sekinandin.