20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca êrîşên li ser HDP û yên li Rojava yek e

Tirkiye her ku li hundirê xwe de di warê siyasî û aboriyê de qeyranên mezin dijî êrîşên xwe dibe ser kurdan û li Bakur, Başûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dijminane kesên ku êrîşan dibe ser avahiyên HDP diparêze û li aliyê din jî kurdan qetil dike. Tirkiyeyê herî dawiyê di 26’ê kanûnê de bi balfirên bêmirov êrîş bire ser Ciwanên Şoreşger ên Li Kobanê kir û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî mijarê em bi endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Evdilhadî Ehmed re axivîn. Ehmed diyar kir ku di encam hevkariya PDK a bi Tirkiyeyê re ev êrîşa li ser Ciwanên Şoreşger pêk hatiye.

Endamê Meclisa Giştî Evdilhadî Ehmed der barê êrîşên dewleta tirk de diyar kir ku armanc koçberkirin e û wiha got:  “Armanca êrîşên li ser kobanê gelek mebest jê hene. Yek ji van jî ji bo ku gel koçber bikin, ya din jî Kobane cihê herî girîng ê têkbirin dewleta tirk bû. Di encama hevkariya PDK’ê a bi Tirkiyeyê re êrîş birin ser Ciwanên Şoreşger. Xwestin bi vê êrîşê jî vîna ciwanan bişkînin. Piştî têkçûna Tirkiyeyê ya li hundir û derve niha li Bakur jî êrîşan dibe ser HDP’ê. Êrîşên li ser ciwanan şoreşger û yên li ser HDP’ê jî bi heman armanca pêk hatin. Di rastiya xwe de ji ciwanên kurd ditirsin û her wiha wan hedef digrin.”

Konseptên nû jî dê vîna me neşkînin

Evdilhadî Ehmed da zanîn ku hêzên hegemonîk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konsepteke nû ya şer têxistine dewre û wiha pê de çû: “Her çiqas ku konseptên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin dê Îradeya me nikarîbin bişkînin. Me mînak wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jiyan lê îradeya vî gel roj bi roj xurtir bû. Her çiqas ku konseptan ava bikin jî dê nikarîbin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê ereb, suryan, tirkmen û kurdan têk bibin. Ew planên ku dewletên hegemonîk bi Tirkiyeyê re ava dikin û ji milê rusan, milê rejîmê û Tirkiyeyê de vala tên derxistin.”

Ji hêza ciwanan ditirsin

Endamê meclisa PYD Ehmed destnîşan kir ku di hedefgirtina Ciwanên Şoreşger de armanc şikandina vîna wan bû û wiha got: “Di hedefgirtinê ciwanan de di milekî de armanc reşkirin bû. Piştî çûna ciwanan a li ser deriyê sînor (Sêmalka) PDK’ê Ciwanên Şoreşger hedefgirtin. Beriya wê jî li gel hêza navneteweyî ciwan reş dikirin û dixwest Rêxistina Ciwanên Şoreşger têkeve lîsteya terorê. Vêce niha jî bi PDK bi Tirkiyeyê re dibe yek û êrîşan dibin ser wan. Ji hêza van ciwanan ditirsin. Bi vî awayî vîna wan bişkîne.”

‘Derî ji MîT’ê re vekirî ne lê…’

Ev demeke ku PDK her du deriyên sînor yên Sêmalka û El-Welîd bêyî destûra hikûmeta Iraqê girtine. Li ser vê mijarê jî Evdilhadî Ehmed diyar kir ku PDK tim li gorî serê xwe tev digere û wiha domand: “Jixwe PDK ji bo derî bigre li maneyan digeriya û Nobeta maltên şehîdan a li ber deriyê Sêmalkayê jî ji xwe re xist mane. PDK ji MÎT’a tirkan re heta dawiyê deriyan vekirî dihêle lê ji bo Rojava, ji bo pêdiviyên Rojava vê yekê nake. Wek zextekî li hemberî me bi kar tîne. PDK heta niha li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Şengalê tu tişt neqotiye, rexne nekiriye, şermezar nekiriye. Rastiya wan jixwe di van mînakan de jî derdikeve holê. Wisa xuya dike ku bûye dûvikê Tirkiyeyê.”

Evdilhadî Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku nebin hevkarê dewleta tirk û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nekin.