19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca Tirkiyeyê ya serdana Lîbya û Misrê

Cîgirê Wezîrê Karê Derve ya Tirkiyeyê Sedat Onal û heyeteke dîplomatên hikûmeta tirk ji bo hevdîtinê çûn Qahîreya Misrê. Her wiha wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu çû serdana Lîbyayê.

Çavuşoglu îro li Trablusa Lîbyayê bi serokê hikûmeta Yekitiya Neteweyî Abdulhemîd Dubeybe û Wezîra Karên Derve Necla El Menqûş re hevdîtinê dike. Her wiha ev serdan di demeke wiha de pêk tê ku daxwazên derketina komên çete ji Lîbyayê ji alî gelek derdorên navneteweyî ve tê kirin. Ji ber ku Tirkiye baş dizane mijara komên çete yên li Lîbyayê dê yek ji mijarên sereke yên hevdîtinên Qahîreyê be lewre jî ev serdana Lîbyayê beriya hevdîtina bi rayedarên hikûmeta Misrê re pêk hat.

Misir ji nêz ve Lîbyayê dişopîne

Ji aliyekî din ve hikûmeta tirk dixwaze ku peymanên bi hikûmeta berê ya Lîbyayê re çêkiribûn ji alî hikûmeta nû ve werin naskirin. Hikûmeta tirk baş wê yekê dizane heke di warê vekişandina komên çete ji Lîbyayê gavan neavêje dê hevdîtina wan a bi Misrê re jî bi rengekî asayî û erênî derbas nebe.

Helwesta Ixwanan

Ji xwe di vê dema dawî de ji bo ku têkiliyên xwe bi hikûmeta Misrê re sererast bike hin gavên ku pê dilê desthilatdariya Misrê xweş bike, avêtin.  Mirov dikare bêje ku gava herî giring jî zextên li Ixwanên li Tirkiyeyê bû, bi taybetî jî piştî ku hikûmeta tirk bi rengekî fermî ji medyayê ixwanan a ji Stenbolê weşanê dike re got ku divê ew êrîşên xwe yên li hemberî hikûmeta Misrê rawestînin û zimanê xwe di vî warî de biguherînin.

Her wiha rêxistina Ixwanan a Lîbyayê jî ku têkliyên wê bi Tirkiyeyê re xweş bûn, di vê dema dawî de piştî têkliyên wê yên bi komên çete re aşkera bû û gelek welatên ereb ew wekî rêxistineke terorîst binav kirin, niha ji bo ku tevli hilbijartinên Lîbayayê bibe navê xwe guhertiye û dê ne bi navê rêxistina Ixwanan lê bi navê komeleya pêşxistin û vejînê tevli hilbijartinan bibe.