spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Arjen Arî 9 sal in bi helbestên xwe dijî

Helbestvan Arjen Arî ku di 30’ê cotmeha 2012’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê koça dawî kir, 9 sal in bi helbest û berhemên xwe dijî. Her sal nivîskar û rewşenbir ji bo bîranîna Arjen Arî bernameyan li dar dixin. Îro jî dê niviskar û hunermend dê Arjen Arî bibîr bînin.

Arjen Arî di sala 1956’an de, li herêma Omeriyanê, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979’an de Enstîtuya Perwerdehî ya Amedê beşa zimanê tirkî qedand. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976’an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê girtî ma. Ew berdan, lê helbestên wî nehatin berdan. Cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin. Lê di rastiyê de helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan (beytan) pêk dihat.

Piştî 12’ê îlonê de ew li welêt ma. Lê helbestên wî di kovarên li derveyî welêt ên wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992’an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat û birîndar bû. Arî ji ber nexweşiya pençeşêrê li nexweşxaneyê di 30’ê cotmeha 2012’an de li Amedê koça dawî kir.

Em helbestkarê kurd Arjen Arî di 9’emîn salvegera koçkirina wî de bi rêzdarî bibîr tînin

Û beşekî ji helbesta wî ya Şêrgele diyarî hemû xwînerê xwe dikin.

Şêrgele

Şerr bû…

Şerr bû…

Şerr bû…

Mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan

Şêrgele hebûn: şêr î şervan

Û xewna wan xewna her kesî!

Şêrgele hene; kefen ezmanê sayî

Şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî

Şêrgele hene şevçirax û heyve-ron

Li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!

Hêvî bûn kite-kit, kite-kit xwezî

Bawerî bûn bawerî, dildarên çiyan

Dil-dojeh, pêçek agir

Landik agir dan,

Jiyan asretek porr-ewr bû

Kê bibêjim,kê ji bîr bikim:

Her nav çiyayekî asê

Her nav dastaneke dêrîn

Her nav dîrokeke wextbirr…

Min navek li kurê xwe kir:

Rizo

Kalo

Berzencî…

Min navek li kûrê xwe kir:

Qadî

Simko

Barzanî…

Min navek li kûrê xwe kir:

Mazlum

Gabar

Munzir…

Min navek li kûrê xwe kiryek:

Yek mir, sedî tol hilanî!

Şêrgele hebûn; koçek Koçgirî

Şêrgele hebûn ji hembêza Agrî

Şêrgele hebûn bi nav İhsan Nûrî

Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!

Arjen Arî