spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Arşîva kurdî desteser kirin

Arşîva dewlmend a beşa kurdî ya televîzyona Kerkûkê ku ji aliyê rojnameger Haşim Cebar ve hatibû parastin, ji aliyê Tora Ragihandina Nûçeyan a Iraqê ve hat desteserkirin û birin Bexdayê.

Haşim Cebar ê rojnameger û pêşkêşvan e, 32 salan di televîzyona Kerkûkê beşa kurdî de kar kiriye. Di van 32 salan de hemû berhemên kurdî yên hatin weşandin, li gel xwe arşîv kirine. Cebar ji sala 1986’an ve li televîzyonê kar kiriye û piştî rûxîna rejîma Baasê jî arşîva beşa kurdî li ba xwe parastiye. Her çiqas gelek caran  ji bo parastinê li deriyê gelek kesan û bi taybetî daxwaz ji berpirsên hikûmeta herêmê re kiriye ku arşîvê jê bigirin û weke arşîvek neteweyî biparêzin lê tu kes bersiva daxwaza wî nedaye.

Haşîm Cebar li ba xwe hezar û 950 stranên ku piraniya wan kurdî ne, 117 drama, fîlm û rêzefîlmên kurdî yên reş û spî û 14 dramayên kurdî yên bireng parastine. Haşîm Cebar dibêje ku arşîveke ji bo medyaya kurdî xezîneyeke dewlemend bû lê mixabin ev berhem ji aliyê Tora Ragihandina Nûçeyan a Iraqê ve hatin desteserkirin.

Piştî desteserkirina arşîvê, ji aliyê rewşenbîr û aktîvîstan ve kampanyaya parastinê hatibû destpêkirin lê ev kampanya jî bêencam mabû. HEWLÊR

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê