24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Afganistanê xwe li ber êrîşan nagire

Piştî ku Talîbanê dest danî ser hin deverên nû yên bakurê Afganistanê zêdeyî  hezar  leşkerên afganî ji ber êrîşên Talîbanê reviyane Tacakistanê. Li gorî daxuyaniya medyaya Tacakistanê zêdeyî hezar leşkerên artêşa Afganistanê ji ber êrîşên çekdarên Talîbanê sînor derbas kirine û xwe li welatê wan girtine.  Li gorî wan çavkaniyan piştî şerên giran li ser deverên sînorê bi Tacakistanê re artêşê xwe vekişandiye û ji bo ji alî çekdarên Talîbanê ve neyên girtin an jî kuştin sînor derbas kirine û xwe avêtine nava axa Tacakistanê.

Ji aliyekî din ve li hemberî metirsî û gefên van êrîş û serkeftinên çekdarên Talîbanê îro Konseya Ewlekariya Netewî ya Ingilîstanê li hev dicive da ku rewşa Afganistanê nîqaş bike.

Li gorî tê gotin dê derdora hezar leşkerên Koalisyona Navnetewî ku piraniya wan leşkerên amerîkî ne li wir bimîne da ku şandeyên dîplomatîk biparêze.

Wekî tê zanîn piştî 20 salan ji mana li Afganistanê NATO’yê dabû xuyakirin ku peywîra wan a li wî welatî bidawî bûye û dê di demeke nêz de hemû hêzên xwe ji wî welatî vekişînin.

Hêjayî gotinê ye ku Talîbanê jî di van rojên dawî de daxuyaniyek belav kiribû û tê de gef li hemû hêzên biyanî xwaribû. Talîbanê di daxuyaniya xwed e gotibû ku heta 11’ê meha îlonê divê hemû hêzên biyanî xwe vekişînin û çi hêza ku li welatê wan bibîne ew dê wekî hêzeke dijmin û dagirker were hesibandin.