spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Iraqê asayîşa Êzîdxanê tehdît dike

Artêşa Iraqê tevî hemû bangawaziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê careke din asayîşa Êzîdxanê tehdît kir. Li gorî agahiyan asayîşa Sinûnê ya Êzîdxanê tehdîtkirine û gotine, eger cihê xwe terk nekin, ew ê bi zorê vala bikin.

Li Şengalê ev çend roj in liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam e û ji ber vê sedemê rewşeke aloz li herêmê serwere. Tevî hemû hişyariyan jî artêşa Iraqê di zêdekirina hêzên xwede berdewam e.

Herî dawî jî îro saet di 13:00’an de Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet muhlet daye, hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra nahiya Sinûnê, da ku ji cihê xwe derkeve. Her wiha gef li asayîşa Êzîdxane kiriye ku eger ji cihê xwe dernekevin, ewê bi zorê wan derbixin.

Ji ber vê gefxwarina artêşa Iraqê aloziya li nahiya Sinûnê berdewam dike.