23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa leşkerê xwe dikuje

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Artêşa tirk di şerê li dijî gerîlayan de jî hêviya xwe bi vê artêşa qirêj girê daye. Ji bo ji şerê li herêma Avaşîn, Zap û Metînayê diqewime ev artêşa kontra encam bigire, NATO jî heya dawî piştgiriya xwe jê re raber dike. Li cihê ku ev artêş bin dikeve, têk diçe jî her bêdeng dimînin. Miriyê ku çêdibin jî ji nedîtinê ve tên.

Artêşa tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve li Herêmê Parastinê yên Medyayê bi alîkariya hevkarên xwe ve dest bi tevgereke berfireh ya dagirkeriyê kiriye. Têkildarî şer û pevçûnên li vê herêma ku bi her awayî hatiye dorpêçkirin jî navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê li gor derfetên xwe yên heyî rojane agahiyan bi raya giştî re parve dike. Li gor van agahî û dîmenên ku tên parvekirin diyar dibe ku dewleta tirk vî şerî wek şerê man û nemanê dibîne. Bi hemû hêza xwe êrîş dike û hewil dide derb li şervanên azadiyê bixe. Gerîlayên Kurdistanê jî bi taktîk û hişmendiya gerîlayên serdemê li dijî van êrîşên topyekun berxwedaneke bêhempa raber dikin. Ev berxwedan ji qehremaniyên gelek mezin re jî şahidiyê dike.

Ji salên 80’yî û vir ve dewleta tirk bi têgeha ku wê tevgera azadiya Kurdistanê têk bibe an jî darbe lê bide li nav sînorê başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tîne. Ji wê demê heya niha artêşa tirk li dijî gerîla negihîşt armanca xwe. Artêşa ku li dijî gerîla nikare pêş ve biçe û serkeftinê bi dest bixe li herêmê ji xwe re hevalbend çêkirin. Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re encama vê hewildanê ye.

Bêguman dewleta tirk çawa ku li başûrê Kurdistanê ji xwe re hevkar dîtin li bakurê Kurdistanê jî kesên xwefiroş li dora vê armanca xwe ya kirêt kom kirin. Pergala cerdevaniyê mînaka vê ya herî berbiçav e. Bi desthilatariya AKP’ê ve di vê pergalê de jî hin guhertin hatên çêkirin. Di çarçoveya şerê li dijî kurdan de artêşa tirk di sazîbûn û rêxistinbûyîna xwe de hin guhertinên bingehîn çêkirin. Ji ber ku em Kurd li ser van mijaran zêde hûr nabin guhertinên ku tên çêkirin jî bi xwe re bandorek çawa çêdikin, em naşopînin, an jî nizanin.
Yek ji van guhertinên ku desthilatdariya AKP’ê di nava artêşe de pêş xist jî projeya leşkerê bipeyman bû. Di vê projeyê de armanc ew bû ku di şerê li dijî kurd de artêşeke hîn bihêztir û profesyonel bê sazkirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê, li gorî nifusa heyî rêjeya bêkaran pir zêde ye û gelek ciwan nikarin kar bi dest bixin, ev proje jî wek kar hat pênasekirin.
Bêguman di vê mijarê de rola medyaya hawiz pir zêde ye. Ger em bi bîr bixin, di serdema ev proje hat nîqaş kirin û heya ku ket meriyetê de, di hemû televîzyonên li ser qaşo “qehrementiyên leşkerên tirk” de rêzefilmên sosret hatin çêkirin. Bi van fîlman bi taybet xwestin berê ciwanan bidin vê projeyê. Wek me got ji ber bêkarî û rewşa xerab ya aboriyê gelek ciwanan berê xwe ji neçarî dan vê projeya şerê qirêj.
Li Tirkiyeyê gelek ciwanên zanîngeh qedandine û xwedî pîşeyên cuda ne ji ber nebûna kar û rewşa xirab ya aboriyê di nav qirîzeke civakî û psîkolojîk de ne. Desthilatdariya AKP ji bo berê van ciwanan bide vê projeyê gelek hewl da. Di encamê de bi pêşxistina nijadperestiyê û propagandaya leşkertiyê ve gelek ciwan tev li vê projeyê kirin.
Ev leşkerên di nav artêşa tirk de wek çawîşê pispor tên pênasekirin li bakurê Kurdistanê hemû qirêjiyê dikin. Ji dijî gelê Kurd ji bo xwe her tiştî rewa dibînin. Kuştin, talan, tecawiz û hwd. di gelek bûyeran de tiliya van leşkerên bipeyman heye.
Ji ber van kiryarên qirêj artêşa tirk têkildarî van kesan agahiyan jî qet parve nake. Ev kesên ku di çarçoveya vê projeyê de tên wezîfedarkirin li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê di nav emelên xirab de ne. Di şerê li dijî Kurd de kesên ku tên kuştin jî li gor peymana ku bi wan re hatiye kirin di ragihandina xwe de qet behsa wan nakin. Ji ber ku ew jî baş dizanin ku ger kuştina van kesan bê rojevê dê pirsa ‘çi karê wan li wir hebû’ bê kirin. Lewma ji Libyayê bigire heya Sûriyeyê, ji Iraqê bigire heya Azerbaycanê ev leşkerên ji eslên xwe dûrhatine xistin tên wezîfedarkirin.

Di hefteya borî de li herêma Zapê bûyereke bi vî rengî qewimî. Leşkerên ku dewleta tirk hemû hêviya xwe bi wan girê daye, li dijî gerîla têk çûn. Leşkerên ku nikarîbûn li ber êrîşên gerîlayan li ber xwe bidin xwestin teslîm bibin. Artêşa tirk a ku dît leşkerên wê teslîm dibin, bi xwe leşkerên xwe kuşt. Li welatekî demokratîk û hiqûqî de ev bûyer dibe sedem ku hemû rêvebiriya welat ji wezîfeyê bê girtin. Lê dema mijar Tirkiye be û şer jî li dijî kurdan be hemû rê û rêbaz, di nav de kuştina leşkerên xwe jî rewa ye.
Têkildarî bûyera qewimiye Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di 15’ê îlonê de bi daxuyaniyekê ev agahî dabû:
“10’ê îlonê li qada Şamkê ya Zapê leşkerekî artêşa Tirk xwest teslîmî gerîla bibe. Leşkerên Tirk ji bo ev leşker teslîm nebe wî gullebaran kir û kuşt.”
Piştî vê agahiyê ANF’ê dîmenê nasname, kelûpelên leşkerî û alavên şexsî yên vî leşkerê ku ji aliyê artêşa tirk ve hatiye gulebarankirin parve kir.

Hat eşkerekirin ku navê leşkerê hatiye kuştin Sezaî Gungor e û ji navçeya Wanê ya Payîzavayê ye. Têkildarî kuştina Sezaî Gungor heta niha ji dewleta tirk û rayedarên wê tu daxuyanî nehatiye dayîn. Dîsa çapemeniya şerê taybet a tirk jî di vî warî de hê jî bêdeng e.
Wek di vê bûyerê de jî tê dîtin ku dewleta tirk bi her rêbazî li dijî kurda di nav şer de ye. Ji bo vî şerê xwe yê qirêj jî gelek Kurdan jî wek hevalbend ji bo xwe bi kar tîne. Cihê ku karê wê bi wan xelas dibe jî bi vê awayî wan ji holê radike.