Çarşem, Gulan 19, 2021

Artêşa tirk li herêmên operasyonê asê maye

Tirkiye di 23’ê nîsanê de li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyonên leşkerî kir. Li gorî çavkaniyên herêmî heta niha bi dehan leşkerên tirk hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne. Artêşa tirk li gel hêza xwe ya teknîkî û tevlêbûna bi hezaran leşker, cerdevan û endamên OSO’yê, bi piştgiriya hêzên herêmî dîsa jî nikarin pêşve biçin. Rojnameger Erdogan Altan operasyonê ji nêz ve dişopîne û têkildarî operasyonê pirsên rojnameya me bersivand.

Di êrişên herî dawiyê yên li herêma Zap, Metîna û Avaşînê de, Tirkiye di rewşeke çawa de ye niha?

Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê berdewam dike. Li hemberî van êrîşan şervanên HPG’ê jî li gorî taqtîkên şer ên serdema nû bersivê dide wan û di gelek herêman de pêvçûn hene. Di van pêvçûnan de li gorî agahiyên ku em ji herêmê digirin; heya niha di navbera 60-70 leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar hene.

Der barê armanca operasyona ji aliyê TSK’ê ve hatiye destpêkirin de, heya niha tu daxuyaniyekê fermî nehatiye dayîn.  Lê li gorî  ku me ji çavkaniyên pêşmergeyên herêmê girtine, di qonaxa yekemîn de ji xeta sînor heya Qada Parastina Medyayê 100 kîlometre dirêjî û 100 km jî firehî ku- ev jî herêmên Metîna, Zap û Avaşîn heya sînorê Qendîlê di hûndirê xwe de dihewîne- dixwaze serweriyê bike. Lê li gorî agahiyên me ji herêmê girtine, tenê di xeta herêma Metîna de bi kûrahiya 8 kîlometreyî, di 4 noqteyên cuda de bi cih bûne. Ango heya niha pêşveçûnekê berbiçav çênebûye. Gotin di cih de be, di vê 8 kîlometreyî de asê maye. Ji ber ku bênavber rastî çalakiyên yekîneyên HPG’ê tên. Leşkerên bi helîkoptêran tên danîn ku di bejayiyê de dixwazin li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê pêş ve biçin, ji ber HPG bi çalakiyên xurt bersiva wan didin, ji bo vê jî heya niha çiqas pêşve çûne, çend noqte, gir girtine nayê zanîn. 

Her çiqas wekê destpêkê hedef 100 kîlometre bi hûndir ve biçin û serweriyê çêbikin be jî,  tê gotin armanca esasî ew e ku di nav de Qada Parastina Medyayê jî li ser tevahiya Herêma Başûrê Kurdistanê serweriyê çêbike. Tê gotin ku armanceke din a vê operasyonê ew e; jixwe ji ber yên kevin û yên nû nêzî 40 baregehên leşkerî û MÎT’ê li başûrê Kurdistanê  hene, hemû qontrol di destê Tirkiyeyê de ye, ji ber vê yekî jî dixwaze Qada Parastina Medyayê ku jixwe re asteng dibîne bi vê operasyonê bixe bin serweriya xwe. 

Lê belê  ji ber ku hem di hêla bilançoya windayiyên TSK’ê de û hem jî di hêla erdnigariyê de ji bo Tirkiyê bilançoyek giran e.  

Tirkiye ji aliyekî ve erîşî Eyn îsa, Til Temir û Şehbayê dike, ji aliyê din ve jî erîşî başûr dike. Der barê êrîşên her du perçeyên Kurdistanê de helwesta hikûmeta Başûr çawa ye?

Bi rastî jî di mijara helwesta hikûmeta Başûr a der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Başûr mirov matmayî dihêle. Ji ber ku di destpêkirina êrîşan a li ser her du perçeyan jî heçku hikûmeta Başûr hikumeta dewleta tirk e, tenê ji rayagiştî re daxuyaniya nivîskî ya destpêkirinê da. Di van daxuyaniyan de li hember êrîşan tu bertek û helwest tune bûn. Tenê di nava parlementoyê de hin parlementerên partiyên muxalif bi daxuyaniyan bertek nîşan dan. Baş e di vê êrîşa ku 23 nîsanê de dest pê kir bêdeng dimîne, ger wekî êrîşa Garê bike, ango li şûna ku helwestekê  nîşanê dewleta tirk bidaya rabû PKK’ê sûcdar kir, em ê çi bibêjin. Lewra di êrîşa Garê de wek hincet hebûna PKK’ê ya di Qada Parastina Medyayê de nîşan dida û adeta sûcdar dikir.

Gelê başûr li hemberî van êrîşan helwesteke çawa nîşan didin?

Li hemberî van êrîşên dewleta tirk, ji êrîşên Garê jî derketibû holê ku gelê herêmê bê navber derdiketin qadan û bertekên xwe nîşan didan. Niha jî gelê herêma Behdînan, bi taybetî yên Berwarî ji roja êrîş dest pê kiriye heya niha, her roj diçin ber deriyê avahiyên polîtbîroyê yên PDK’ê.  Her wiha gelê  başûr ji bo êrîşan rawestînin, diçe ber Asayîşên herêmê û Baregehên Leşkerî yên tirk ên li nêzî wan in, bi vî awayî bertekên xwe nîşan didin.

Her wiha dîsa saziyên sivîl ên Duhok û Silêmaniyê ji bo şermezarkirina van êrîşan meş û daxuyaniyan li dar dixin. Lê her tim rastî astengiyên hêzên ewlehkariya hikûmetê tên. Herî dawî li Silêmaniyê ku girseyeke mezin xwest bi xwepêşandanekê van êrîşan şermezar bike, rastî mudaxeleya hêzên ewlekariyê ya herêmê hatibûn û rojnameger jî di nav de 55 kes hatin binçavkirin. Hêj jî di bin çavan de ne.

Dîsa rewşenbîr, nivîskar û her wekê din bi daxuyaniyan bertek nîşan didin û her tim bangewaziya yekitiya kurdan dikin.

Di nivîsa te ya li ser MA’yê de te gotibû ku di navenda koordinasyona şer de fermandarên amerîkî jî hene. Tu dikarî hinekî behsa vê bikî?

Belê wekî tê zanîn vê operasyonê piştî hevdîtina bi telefonê ya Biden û Erdogan, dest pê kir. Ez wisa texmîn dikim ku berî Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Amerîka ve were qebûlkirin, wekê lihevkirinekê jî destûra vê operasyonê hatiye dayîn. Îhtîmaleke mezin jî ne tenê destûrdayîn e; her wiha ji bo îmhaya Tevgera Azadiyê soza piştgiriyê jî daye. Lê li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên peşmergeyan girtine, koordîneya balafirên bêmirov ên başûrê Kurdistanê li Navenda Baregeha MÎT’ê ya li herêma Akrê hatiye dayîn û di vê koordîneyê de 4 subayên amerîkî jî hene. Lê em vê jî dizanin ku di hêla operasyonên derveyê sînor her tim di hêla teknîk û îstîxbaratî de her tim piştgiriya Tirkiyeyê dike. Yên hatine zelalkirin 4 subay in lê dibe ku ev hejmar zêdetir bin jî. Lewra di vir de herkes hemfikir e ku Amerîka çewa qirkirina Ermeniyan qebûl kiriye, niha jî ji aliyekê din ve dixwaze qirkirina civakeka kurd bide. Ji bo vê yekê ev piştgirî ne piştgiriyeke ji rêzê ye û ev di encama lihevkerinekê de ye.

Te got fermandarên amerîkî şer koordîne dikin lê tê gotin ku artêşa tirk herî dawî hezar endamên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) yên perwerdekirî, anîn baregeha eskerî ya Geliyê Zaxoyê hatine bicihkirin, her wiha çend meh berê 3 hezar endamên OSO’yê li baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên Kanîmasiyê, Amediyê, Bamernê, Qesrê û Sîdekanê hatine bicihkirin. Qaşo OSO û DYA dijberên hev in, ev çawa dibe?

OSO Û DYA ne dijberê hev in. Dema mesela bibe berjewendî û hev bikaranîn kes ne dijberê hev in. Jixwe DYA’yê 4 subayên xwe şandiye navenda kordîne ya ÎHA û SÎHA’yan û anîna mijara endamên OSO’yê cuda ye. Yanî ne Amerîka dipirse te çima OSO aniye, ne jî OSO dibêje çima subayên DYA’yê hatine. Amerîka gotiye ev şensê we yê dawî ye. Êdî hemû derfetên xwe seferber bikin.

Di vî şerê dawiyê de tê gotin ku Îran jî amadekariyan dike da ku ji aliyê rojhilatê ve êrîşan pêk bîne. Amadekariyên Îranê di kîjan astê de ne?

Bi rastî di vê mijarê de, bi taybetî di rewşên wiha de Îran her tim di haleke amedakar de ye. Lewra Îran ji ber ku di hevsengiya herêmê de, her tim dixwaze rola sereke bilîze û her valahiyekê li gor berjewendiyên xwe dagire. Ji ber vê yekê jî li gor mercên an jî encamên ku êrîşên Rejima Sûriyeyê yên li ser Qamişloyê, her wiha rewşa Iraqê ya ku dixwaze Şengalê teslîm bigire û dîsa mudaxeleyên Tirkiyeyê yên li ser herêma YNK’ê û Kerkûkê wê çêbibe an çênebe, dê helwesta xwe diyar bike. Lewra ev tiştên em qala wan dikin rasterast an jî ne rasterast bi Îranê ve têkildar e. Ji ber vê yekê amadekariyek heye lê niha tenê di asta temaşekirinê de ye.

Di qada navneteweyî de hêza dewleta tirk li ber xelasbûnê ye lê belê li hemberî vê yekê jî Tirkiye li  gelek qadan di nav şer de ye. Gelo Tirkiye di van êrîşan de piştgiriyê ji kî digire?

Di vî aliyê de sê xalên esasî hene, yek jê di mijara siyasî heye, duyemîn aborî û ya din leşkerî ye. Ya siyasî bê guman Amerîka û dewletên Ewropayê her tim hikûmeteke Tirkiyeyê ya ku kîngê bixwazin jê tawîz bigirin, çi bixwazin bike û kîngê bixwazin bi her hêz û dewletê re bînin ser maseyan. Ji bo vê jî di mijara kîngê bixwaze destûra operasyonên derveyî sînor ev (Lîbya, Irak, Sûriye, Rojava, Ermenistan) be digire. Bala we lê be her dema ku ber têkçûnê ye operasyonekê derveyê sînor derdixe û ji bo qrîza heyî bi rayagiştî bide jibîrkirin.

Di hêla aborî de jî wekî tê zanîn fermî an jî ne fermî kîngê bixwaze ji Qatarê dikare pere bigire. Lê tê zanîn ku li beramberî van pereyan, axa Tirkiyeyê bi taybetî jî Stenbol û hwd. parsel  parsel daye şîrket an jî merivên Qatariyan. Her wiha ji bo leşkeri jî peydakirina endaman jî aboriya wan Qatar dide.

Ya din jî di hêla leşkerî de ku di çend salên dawî de hemû operasyonên derveyî sînor, hemû çeteyên ku zîhniyeta El Qaîde û Birayên Misilman (İhwanî Mislimîn), DAIŞ jî di nav de bi pera wan digire û dişîne qadên şer.

Her wiha niha ji bo çend mehê din desthiladariya xwe dirêj bike û ji bo meseleya ji ber sûcên şer di Dadgehên Navneteweyî de neyê darizandin hal bike, serî li hemû rê û rêbazan dide. Ji bo vê jî di hemû mijaran de; siyasî, aborî, leşkerî û hwd.  tawîzan dide. 

Erdogan Altan kî ye?

Rojnameger Erdogan Altan li Êlihê hat dinê û bi salan e li Kurdistanê rojnamegeriyê dike. Rojnameger Altan li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kir û ji ber kar û barê rojnamegeriyê hat girtin. Altan piştî ku ji girtîgehê derket pîşeya xwe didomîne. Her wiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî rojnamegerî kir.