spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk li Idlibê leşkerên xwe zêde kirin

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê doh di nava seatekê de artêşa tirk 200 wesayitên zirxî derbasî gundewarên Idlibê kir. Li gorî wan çavkaniyan pêşî 100 wesayit di deriyê Xirbet El Coz ê rojavayê Idlibê re derbas kiriye û piştî demek kin 100 wesayitên din jî di heman deverê re derbas kiriye û wesayitan berê xwe dane xalên ku leşkerên tirk lê dimînin. Wesayitên zirxî ku madeyên lojistîk û çekên giran hildigirtin berê xwe dane çiyayê Zawiyê û gundewarên rojavayê Idlibê. Bi vê yekê, li gorî heman çavkaniyê hejmara wesayitên leşkerî û zirxî ên tevî tank û çekên giran bûye 555 wesayit.

Hêjayî gotinê ye ku piştî êrîşên Rûsyayê li ser herêma Idlibê zêde bûn, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan berê xwe dabû Rûsyayê û bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re hevdîtin kiribû. Lê wiha xuya dike ku ew hevdîtin jî der barê Idlibê de bê encam mabû. Lewre Rûsyayê piştî wê hevdîtinê jî êrîşên xwe yên li deverê berdewam kirin. Metirsiya artêşa tirk ew e ku Rûsya û artêşa Sûriyeyê êrîşeke berfireh li dijî Idlibê bikin. Lewre jî ew hejmara hêzên xwe yên li wir zêde dikin.