25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa veşarî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di van çend salên dawî de, dewleta Rûsyayê bi şêwazeke nûh mudaxeleyî herêmên şer dike. Li Rûsyayê şîrketên ango grûbên leşkerî yên hatine avakirin, çiqas û di çi astê de bi dewleta Rûsyayê re di nav têkiliyê de ne?

Ji van şîrketan a bi navê Grûba Wagnerê di qada navneteweyî de mîna şîrketek dewleta Rûsyayê tê dîtin. Lê şîrketên leşkerî ew şîrket in ku, bi tu awayî bi dewletan ve ne girêdayî ne û ew ji hêla dewletan ve nayên fînansekirin. Ew bi karê dikin re  xwe fînanse dikin. Yanî mîna hemû şîrketên heyî ew jî kar dike û baca xwe dide dewletê. Lê şîrketa Grûba Wagnerê ya rûsî di rastiyê de ne fermî ye, ji ber ku li gor zagonên Rûsyayê avakirina şîrketên wiha qedexe ye. Lewma rêveberiya Moskowê jî têkiliyên xwe yên bi vê grûbê re red dikin.

Navê Grûba Wagnerê jî fermî nîne. Avakarê vê Grûbê Dmîtry Ûtkîn, bi navê kompozîtorê alman Wagner tê naskirin. Ûtkîn beriya niha jî li Sûriyeyê di nav “Kolordiya Slavyan” de cih digirt. Piştî ji wir derket û şûn ve Grûba Wagner ava kir.

Hin pispor dibêjin ku agahiyên di çapemeniya welatên rojavayî de yên der barê Grûba Wagnerê de tên belavkirin şaş in û ev agahî ji derveyî propagandaya Rûsyayê wêdetir tiştekî din îfade nakin. Lê armanca vê berguhertinê jî ew e ku tê gotin dixwazin grûba leşkerî ya di nav wezareta parastinê de kar dikir ku bi navê Kolorduya Slavyan dihat naskirin, piştre veguherandine Grûba Wagner û bi vî awayî wê vedişêrin. Em ji bîr nekin ku damezirînerê Grûba Wagnerê Dmîtry Ûtkîn, heya sala 2013’an jî di nav îstîxbarata leşkerî a rûsî GRU’yê de kar dikir.

Grûba Wagnerê heya sala 2017’an yekser ji hêla GRU’yê ve dihat birêvebirin. Hemû pêdiviyên vê şîrketê ji hêla dewleta Rûsyayê ve dihatin pêşwazîkirin. Herî dawî bi serkeftinên li Sûriyeyê bidest xist, ev şîrket serbixwetir bû. Lê ji bo zêdetir dernekeve pêş û balê nekişîne li herêmê hin xebatên wê hatin sekinandin.

Her çiqas li ber çavan xwediyê Grûba Wagnerê wek Dmîtry Ûtkîn bê dîtin jî di rastiyê de ev şîrket ya karmendç rûs Yevgeny Prîgozhîn e. Prîgozhîn kesekî zêde têkildarî karê polîtîkayê nabe. Lewma ev kes zêde li ber çavan jî nîne. Lê ev kes bi nêzîkatiya xwe ya bi Pûtin re tê naskirin.  Bi hemû karên Pûtin re eleqedar dibe û jê re xwarinpêjê Pûtin tê gotin.

Di van demên dawî de dewleta Rûsyayê pêşveçûn û bûyerên li qada Afrîkayê diqewimin ji nêz ve dişopîne. Lê di rastiyê de ji bûyerên diqewimin zêdetir, bi dewlemendiya herêmê re eleqedar in. Lewma Kremlîn ji bo bandora xwe li vê herêmê ava bike, bi rêya şîrketên mîna Grûba Wagnerê ve derbasî herêmê dibe. Mîna Sûriyeyê ew ê ev şîrket di serî de berî xwe bide dewlemendiyên herêmê. Di halê heyî de li gor agahiyên heyî, ji bo Grûba Wagnerê li hin komarên welatên Afrîkayê madenê elmas û dewlemendiyên xwezayî biparêze li hevkirin çêbûne. Rûsya bi rêya şîrketên leşkerî dixwaze bandor li ser welatên aloz bike. Bi taybetî jî li ser welatên xwe nêzî tifaqa NATO û YE’yê dibînin disekine. Wisa diyar e ku Pûtîn ji bo berjewendiyên xwe dê van şîrketên leşkerî bi kar bîne. Heta niha Grûba Wagnerê û şîrketên din ên leşkerî erka xwe pêk anî. Ev jî tê wateya ku ew ji bo erkên nû amade ne. Di encamê de bûyerên di dîrokê de hatine pêk hatine bi her awayî aşkera dike ku bawerî bi şîrketên leşkerî nayê. Lê ji bo çend siyasetmedar bigihên armanca xwe herdem wek şêwazeke baş hatiyê dîtin. Di vir de yên winda dikin dîsa welat û gel in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê