Saturday, Mijdar 27, 2021

Aş û aşvanî

Nasir Torî

Mirovan bi çandina genim û avakirina şaristaniyê re, ji genim arvan, savar û berhemên din bi dest xistin. Mirovan ji bo ku genim, ceh, garis (gilgil) hwd. bihêrin bi rêzê; destar, deng (du ferên aş: bi alikariya dewaran dihat gerandin) aşê avê, aşê bayê, aşê agir (girêdayî trektoran bûn) û îro jî aşê ceryanê (elektrîkê) derxistine û genim bi wan febrîkan tê hêrandin. Alavên berê winda dibin. Der barê dîtina aşê avê de dîrokeke zelal tune ye. Li gorî dîroknas û arkologan; aşê av û bayê B.Z hatine avakirin. Aşan jiyana mirovan gelek hêsan kiriye. Mirovên pispor aşê avê digerandin. Ji wî mirovê pispor re digotin qeraşan-aşvan. Aş bi şev û roj digeriya. Qeraş ji 10 kodik (elb) genim kodikek genim heqê hêrandinê disitand.

Rêbazên teqez (pevguhartin) di civaka kurdan de hebû. 3-4 kes dibûn şirîk û karê aş dikirin. Şirîkatiya wan jî wekî hîseyan bû. Aş li gorî pişkan veqetandibûn şev û rojan. Mînak; 8 par şev û 9 par roj hwd. li gorî pîşkan ji 10’an yek ji xwe re hildianîn. Bi aşê avê re çandeke aşvaniyê çêbû, wê çanda aşvaniyê bi awayekî komunal bandora xwe li ser ziman, civak, jiyana wî gelî çêkir. Bi taybetî li ser ziman û civaka kurd bandor kir. Gelek biwêj, pêşgotin, çîrok, pêkenok tiştonek hwd. li ser aş û aşvaniyê li zimanê kurdî zêde bûn. Gotinên pêşiyan ên “Aşê dînan bêav digere”, “Aş digere bi avê kur radibe şûna bavê”, “Aş çûye daye pey çeqçeqokê”,“Aşvan tu car nabe poşman”, “Aş dike, qeraş dixwe”, “Aş dizivire lê kes nizane ava wî ji ku tê”, “Aş bi avê digere mirov bi zimên”, “Aş bêyî aşvan, axa bêyî xulam nabe” û tiştanokên wekî “Lem lemo li ber çemo ne gur dixwe ne diz dibe çi ye?” hwd. zêde bûn. Aş û aşvanî di çanda kurdan de bûbû cihê civînan, civatan, serxweşiyan, çîrok û serpêhatiyan û kesên ku şeveder diman.

Alavên çêkirina aşên avê

Sikir: Li pêşiya çemekî bi keviran, pêşiya avê digirtin, ji bo ku av di cuhokê de here ser aş. Pêşiya dîwarê sikir bi heriyê yan jî bi singên ku di ber dîwêr de dikutandin li pêşiya wan singan ji kewş, lûlik, tûreşk (dirik) hwd. didin pêşiya dîwarê sikir û berê avê berdidin cokê.
Co: Ji bo ku av biçe ser aş ji hêla mirovan ve firehbûna wê metroyek, dirêjbûna wê jî li gorî dûr û nêzbûna aş yan jî aviyên wan e. Carnan dema lêhî radibû cuhoka aş dixitimand. Cuhok bi palûtê paqij dikirin.

Çala aş: Ava ku di cuhokê re dihat pêşî di ser pişta aş re di moxileke ku ji darên bî û zilikan çêkiribûn, (jê re digotin; xefka reqa) av di wir re derbas dibû. Ji bo ku kîso, beq, req, kewş, masî, hwd. cureyên nav avê xwe bernedin çala aş da ku aş nesekine. Çala aş kûrbûna wê 9-10 metro, firehbûna wê 2 metro ye. Pergala çalê gilover e. Çala aş dora wê bi kilsê seyandiye. Ew ava ku xwe berdide çalê di binê çalê de valahî heye weke metrokeke firehe, ew av di wir de dibe yek û xwe berdide ambûbê. Ambub jî avê tengav û dişidîne û li periyê dolabê dixe.

Ambûb: Avê zirav û xurt dike û berê wê dide dolabê. Ambûb ji dara tuwê çêdikirin ji bo ku dara tuyê li ber avê qewîne û xerab nabe.
Toq: Li devê ambûbê dixistin ji bo ku hêza avê zêde bibe û li periyê dolabê bide. Li gorî kêmbûn û zêdebûna avê pîj li ber toqê didan. Pîj: Ji darên bî tê çêkirin. Di nava avê de bêtir dinepixe û qewîn dibe. Şirik: Ji darên tuyan çêdikin. Nava wan daran bi tevşo dikolan û dikirin şirik. Du parçe şirik didan ber hev û bi alîkariya tokê bi hevdu ve girêdidin.

Dolaba aş: Şiklê dolaba aş gilover e. Firehbûna wê li rexekî metroyek û nîv li rexên din jî metroyek û nîv bi tevahî 3 metro firehbûna aş heye. Dolaba aş ji dara tuyê yan jî biyê çêdikin. Piştî hêsin hat dîtin, êdî hesin bikar tînin. Di dolaba tuyê de kêm zêde 15-20 perî hene. Di dolaba hesin de 25 perî hene. Di nava dolabê de tîrek heye. Ew tîr jî ji tuyê ye. Di nav de bista hesinî hebûn. Ferekî aş li jor bû yek jî li jêr bû.

Ferê aş: Ji du feran pêk tê. Çar tilt dibûn. Ferek, ji bo ku fer bi tenê di rizdan de (tebeke )keviran de tune bûn, çar tilt dianîn ber hevdû û dibû ferekî aş. Ferek li binî bû yek jî li serî bû, dora ferên aş bi tokê girêdidan. Li gorî erdnîgariya herêman rengê ferê aş dihat guhertin; reş, qahweyî hwd. bûn. Madenekî hestemî bû. Ji pola û mifrik jî gewîntir bû. Di dema berê de buhayê wan feran 400-600 panot bû. Heke aş bişixuliya ji heftê carekê diviya pisporê ku ew feran dikolan, aş bikolana da ku arvan rind bihêrana.
Dewil (Dewila aş): Ji jor ve zêdeyî metroyekê firehe. Ji jêr de jî 20-30 cm biçûk e. Dewila aş; 200 kg, kelek (20 elb keleke) yan jî 20 elb (olçek) zad dikevê.

Kodik: Ji darên bî, guwîz, gûhîj dihat kolan, ji bo ku pê zad bipîvin.
Çeqçeqong: Ji darên bî û berû çêdikin. Erka wê zad dianîn kevîka ferê aş. Pêşiya çekçeqonkê nekirkirî ye. Dikeve keviya kodikê. Bi devê kodikê ve jî ta û diavêjin darê dewilê, bi wî tayî zad kêm û zêde dibe.
Nigê aş: Ji darên tuyê ye. 2 metro dirêj e. Dema nigê aş datînin, arvan hûr dihêre, dema radikin ferê aş radibe û arvan(ard) gir dike.
Şe û bindeq: Di nava dolabê de cih digirin. Şe dikeve nava beraze, bindeq jî dikeve nava darê dolabê. Herdu girêdayî hevdu ne. Aş li ser wan digere bêyî wan aş fetlekê jî nikare bigere.

Beraze (Qirase): Beraze ji dara tuyê çêdikin. 2 metro direj e, stûrbûna wî 25-30 cm û pehn e. Pehnbûna wî ji bo ku şe bikeve nava wî.
Misraxe: Zadê ku dihat hêrandin, xwe berdida misraxê. Firehbûna misraxê metreyeke. Çar pênc mirov bi hêsanî dikaribûn tê de rûnin. Binê misraxê jî bi heriya seyandî bû. Ji misraxê arvan berdidan têran.

Doşeder: Ava ku dikeve çalê li periyê dolabê dixe û piştre jî di doşederê re derbas dibe.
Kox (Axurên aş): Di qada aş de ye. Ji mezelek (ode) û koxekê ava dibe.
Berhevkar: Nasirê Torî. Çavkanî: Necî Îsayê Tilhesen. Cih: Gundê Tilhesena Kercewsa Êlihê