25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Astengiyên avakirina hikûmeteke iraqî

Partî û rêxistinên cihê xwe di nav “Çarçoveya koordînasyonî” de digirin ku partî û tifaqên şîiyan di nav xwe de dihewîne û piraniya wan nêzî Îranê ne,  çawa ku ji encamên hilbijartinan ne razî bûn niha jî ji hewldanên avakirina hikûmeteke iraqî ne razî ne.

Şepêla Sedir ku di hilbijartinan de bû yekemîn ku hejmara herî zêde ya kursiyên parlamentoyê bidest xistin bi tifaqa bi kurdan û hin aliyên sunî re bû hevgirtina herî mezin a ku ji mafê wê ye hikûmeteke nû ava bike.

Lê aliyên din û nemaze “Çarçoveya koordînasyonî” nerazîbûnên wan hene û metirsî heye ku ew yek bandorê li ser avakirina hikûmetekê bikin. Lewre jî metirsî heye ku ev bi xwe re tevliheviyê bîne kolanê jî û dîsa Iraqê tevlihev bibe.

Li gorî daneyên ku xuya dibin siyasetmedarê iraqî Hemza Hedad wiha dibêje: “Di rûniştina pêşî ya parlamentoyê de hilbijartina Muhemed Helbûsî tê wateya ku Sedir, kurd û hevgirtina ‘pêşketin’ dê bi hevre bixebitin û li ser namzetê serokkomariyê û serokwezîrtiyê jî li hev bikin”

Wekî tê zanîn di parvekirina desthilatiyê de, serokkomarî para kurda ye û serokwezîrtî jî para şîiyane. Niha ji ber ku şîî bûne 2 beş, aliyê Sedir û aliyê “Çarçoveya koordînasyonî” ya alîgirên Îranê.

Li gorî wê yekê heke aliyê Sedir erêkirina kurdan û hevgirtina ‘Pêşketin’ bigire ew dibe hevgirtina herî mezin û dikare bi rihetî namzetê xwe yê serokwezîrtiyê bipejirîne. Lê heke hilbijartina namzetên şîiyan tenê li ser şîiyan bimîne wê gavê aliyê “Çarçoveya koordînasyonî” mezintir dimîne ew dikare namzetê şîiyan biser bixe.