19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Astengiyên hevdîtinan siyasî ne

M. Alî Ertaş

Li girtîgehan tecrîd her ku diçe belav dibe. Gelek mafên girtiyan ên wekî ragihandin, hevdîtinên malbatan, tenduristî, civakî, hiqûqî û siyasî tên binpêkirin. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan girtiyên siyasî bi tecrîda giran re rû bi rû ne.
Ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Herî dawî parêzeran di 24’ê Kanûna 2021’ê de bi daxwaza “tevdîrê” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn. Parêzeran di heman rojê de jî bi hinceta peywira xwe xirab dikin li Desteya Dadger û Dozgeran giliyê dozger û dadgeran kiribûn. Her wiha parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dîsa serî li CPT’yê û gelek baroyên herêmê dabûn.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di du salên dawî de jî 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li gor daneyên dawî yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2020’î de 562 kesên hatine berdan ji ber binpêkirinên mafan serî li weqfê dane.

Girtiyên nexweş û cezayê wan xelas bûye nayên berdan. Tecrida li Îmraliyê didome. Malbat nikarin agahiyê ji girtiyên Îmraliye bigirin. Li aliyekî malbat ji bo daxwazên xwe Nobeda Edaletê digirin, li aliyê din diçin Enqereyê li mafê xwe digerin. Têkildarî daxwazên malbatên girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan Serokê Baroya Amedê Nahît Eren pirsên me bersivandin.

Wekî Baroya Amedê heta niha ji bo zextên li ser girtî û girtîgehan bi dawî bibe we çi kir? Serî li ku da? Sazî û dezgehên ku we serî li wan da çi bersîv dan we?

Wekî tê zanîn Qanûna Parêzeriyê erka serdestiya hiqûqê û parastina mafên mirovan dide Baroyan. Li gorî qanûnê divê baro mafên mirovan û hiqûqê biparêze. Li gorî vê yekê Baroya Amedê ji bo parastina mafên bingehîn ên azadiya mirovan û hiqûqê biparêze, li dijî her cureyên mudaxaleyan tekoşîna hiqûqê dide. Li aliyê din binpêkirina mafên mirovan bi rêk û pêk dike rapor û bi raya giştî re parve dike. Baroya me binpêkirina mafên girtiyan ên di salên dawî de li girtîgehan pêş dikevin dişopîne û dike rapor. Baroya me wekî rêxistina mafan û hiqûqê, ji bo li girtîgehan mafên mirovan derkeve asta standartên navdewletî her wiha ji bo li gorî pîvanên gerdûnî mafên mirovan bê parastin têkoşîna hiqûq û mafên mirovan dike. Li girtîgehên Tirkiyeyê li qawîşan hejmara girtiyan pir zêde ye. Girtî nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin. Girtiyan dema bi maşîneyên neqlê yên yek kesî/ê dişînin girtîgeheke din an jî dişînin nexweşxaneyan bi kelepçeyan dişînin. Dîsa girtiyan dereng dişînin muayîne û revîrê. An girtiyan dereng sewqî nexweşxaneyan dikin an jî qet sewq nakin. Mafê xwarin û lêçûna girtiyan pir hindik didin wan. Qawîşan zivistanan germ nakin û deriyên hewadankê venakin. Di aliyê tenduristiyê de bi qasî têr dike bijîşk û xizmetkarên tenduristiyê tune ne. Xwarina diyetê nadin girtiyên nexweş. Girtî nikarin ji ava pak û bi tenduristî sûdê bigirin. Girtiyên nikarin bi serê xwe bijîn û nobedê derbas dikin û dikevin, bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Lê ruxmê vê yekê jî girtî di hucreyên yek kesî-ê de têne girtin. Ev pirsgirêkên bi vî rengî dibe sedem ku mafên girtiyên nexweş bêne binpêkirin. Ev zext û binpêkirinên mafan pir zêde derdikevin pêşberî me. Li gorî rastiya van tespîtan me hem serî li rayedarên herêmî û hem jî serî li wezareta dadê da. Lê mixabin heta niha me bersiveke erênî negirtiye.

Di rojên dawî de li girtîgehan pirsgirêka nexweşiyê ya girtiyan zêde bûye. Ji ber nexweşî zêde dibe rêje û hejmara girtiyên li girtîgehan dimirin jî zêde bûn. Bi taybetî ji ber daxwazên berdana girtiyên nexweş tê redkirin, hejmara miriyan û girtiyên nexweş zêde dibe. Nexweşiya girtiyan bêtir giran dibe.

Baroya Amedê, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de di 26’ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê dabû, heta niha Wezaretê çi bersîv daye we? Ger ku bersiv nedabe çima neda ye? Hûn vê helwesta Wezaretê çawa şirove dikin?

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi awayekî nivîskî serî li Baroya me dan. Parêzeran di serdanê de gotin; ‘8 meh in em bi tu awayî ji muwekilên xwe yên li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ne bi tu awayî agahiyê nastînin.” Ji me xwestin ku em têkildarî mijarê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê ziyaret bikin. Xwestin ku li girtîgehê lêkolîn bikin û ji muwekilên wan ên ku 8 meh in bi tu awayî agahiyê ji wan nastînin, di çarçoveya serdana malbat û parêzeran de temasa fizîkî pêk bînin. Xwestin der barê rewş, tenduristî û jiyana wan de em agahî bidin. Xwestin em fikarên wan ên ji ber şertên fizîkî, şertên girtîgehê, mafê tenduristiyê de bi dawî bikin û vê nediyariyê zelal bikin. Ji bo vê yekê jî me xwest ku em têkevin nava hewldanan.

Me wekî Baroya Amedê serî li Wezareta Dadê da. Me li gorî daxwazên parêzeran ên mafdar di serîlêdana Wezareta Dadê de xwest li gorî pîvan û mevzûata neteweyî û navneteweyî gav bên avêtin. Me ji Wezareta Dadê xwest ku di serî de ji bo em karibin der barê Girtîgeha Girava Îmraliyê de û têkildarî hemû maf û hurriyetên bingehîn ên girtiyan de bibin xwedî çavdêrî û karibin tespîtan bikin, destûr bidin ku em biçin girtîgehan. Me anî ziman ku her girtiyek ku li girtîgehê tê ragirtin, mafê wî/wê heye ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikin û bi parêzer û malbatê re di nava dan û stendinê de bin. Me da zanîn ku mafê wan heye ku bi parêzerê xwe bişêwir in. Ji bo girtiyek karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, divê dem bê dayîn û şert û merc bêne avakirin. Me destnîşan kir ku ev maf di zagonan de jî heye û heta têkildarî rewşên taybet ên ku zerarê bide raya giştî di zagonan de guhertinên taybet çênebe, divê helwest der barê girtiyan de neyê guhertin. Me anî ziman ku keseke nû tê girtin, divê parêzer bi lez karibe biçe bibîne . Bêyî ku li ser girtî û parêzeran sansur bê kirin, bi her awayî dikare veşarî hevdîtin bikin û her tiştî biaxivin. Divê mafê wan ê ragihandinê neyê qutkirin. Me xwest ji bo van daxwazên me gavên pêwist bêne avêtin.

Lê heta niha têkildarî serlêdan û daxwazên me tu agahî bi me re parve nekirine. Bêguman em tev dizanin ku di aliyê hiqûqî de ji bo ev daxwazên me yên mafên bingehîn pêk bên tu astengî tune ne. Ev astengiya derdikeve pêşiya me jî ji ber sedemên polîtîk in. Ev bi nêrîna desthilatê ya meseleya kurd ve girêdayî ye. Yanî ji ber tenê bi meseleya ewlehiyê li bûyerê dinêre ev astengî derdikevin pêşberî me.

Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş bên berdan 63 roj in li baroyê nobedê digirin. Hûn van daxwazên malbatan çawa dibînin? Ji bo daxwazên malbatan pêk bên wekî baro we di aliyê hiqûqî de çi kir? Ji niha û şûnde hûn ê çi bikin?

Di 15’ê mijdara 2021’ê de gelek xizmên girtî û hikumxwaran hatin baroya me. Malbatan di hevdîtina ewil a li baroyê ji min re gotin; “Ji ber xizmên li girtîgehên bajarên dûrî malbatan dimînin, em nikarin biçin hevdîtinê. Şertên girtiyan ên girtîgehan nebaş in. Ji ber çavdêr û lijneyên girtîgehê mafê girtiyan ên hevdîtinê ji destê wan tê girtin. Ji ber hincetên razber û pûç girtî nayên berdan. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, nayên berdan.” Anîn ziman ku ji ber van sedeman li Baroyê dest bi Nobeda Edaletê dikin. Ji wê dîrokê heta niha vê çalakiya xwe li baroya me berdewam dikin. Di vê pêvajoya ku malbatan li baroyê dest bi çalakiyê kir de, agahiyên mirinê hatin. Cenaze ji girtîgehan derketin. Vê yekê nîşanî me da ku fikarên malbatan pir di cih de ne. Me dît ku malbat pir mafdar in. Ji bo ku em vê pirsgirêka giran çareser bikin, me diyar kir ku em ê piştgiriya hiqûqî ya pêwist bidin wan û me piştgiriya xwe bi wan re parve kir. Li ser vê mijarê me bi serokên baroyên herêmê re daxuyaniyeke hevpar da. Di heman rojê de ji bo em vê pirsgirêkê çareser bikin me xwest bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin û li ser vê mijarê rawestin. Lê mixabin bersiveke erênî nedane vê daxwaza me.

Li gorî hiqûq û pîvanên Navdewletî tecrîd li dijî peyman û mafên mirovan e. Wekî saziyeke hiqûqê û mafên mirovan hûn vê tecrîdê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê çawa dibînin? Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe hewldan û xebatên we çine?

Demek dirêje parêzer nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtinan bikin. Serdanên wan ên ji bo hevdîtinê tên astengkirin. Mafê malbatan ên hevdîtina bi girtiyan re û axaftina bi telefonê tê astengkirin. Ev pêkanîn tam tecrîd bi xwe ye.

Binêrin di xala yekemîn a Rêgezên Girtîgehên Ewropayê de “Li hemberî hemû kesên ku ji azadiya xwe mahrûm hatine hiştin, divê her kes li gorî pêwistiyên mafên mirovan hurmet û rêzê nîşanî wan bidin.” Di belgeyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên “Tevahiya rêgez û pîvanan a parastinê ya der barê hemû kesên bi awayekî hatine girtin ango hatine hepiskirin de”, “Quralên Herî kêm ên standat ên der barê muameleyên bi girtiyan re” û “Rêgezên bingehîn ên der barê muameleya girtiyan” de jî xisûsên ku dibêjin “Divê li gorî pîvan û pêwistiyên mafên mirovan”, nêzîkatî bê nîşandan, cih digirin.

Li Tirkiyeyê di xala 2’emîn a Qanûna Der Barê Tedbîrên Înfaza Ceza û Ewlehiyê (CGTÎHK) de ku qanûna bingehîn a der barê girtîgehan de, îfadeyên “Di înfaza tedbîrên ewlehî û ceza de divê tevgerên zalîmane, li dijî mirovahiyê, şikandina rûmetê, biçûkxistin neyên kirin.”
Her mirov li hemberî hiqûqê wekhev e. Divê bêyî ku bi tu cudakariyê re rû bi rû bimîne, ji aliyê hiqûqê ve wekhev bê parastin. Hiqûq di vî alî de her cureyên cudakariyê qedexe dike. Her kes bêyî ku di milê nijad, reng, zayend, ziman, bawerî, siyaset, fikir, koka neteweyî û civakî, statu û temen de bê cudakirin divê wek hev û bi awayekî bandor bê parastin.
Lê li Tirkiyeyê wekî li gelek qadan mixabin em dibînin ku di navbera girtî û hukumxwaran de jî cudakarî tê kirin. Ev kiryar û bêhiqûqiyên ku li Tirkiyeyê pêş dikevin, li şûna pirsgirêkan çareser bikin, pirsgirêkan bêtir kûr dikin.