25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayîşa Silêmaniyê 55 kes binçav kirin

Li Silêmaniyê ji êvara 25’ê nîsanê ve ji ber meşa li dijî êrîşên dewleta tirk 55 welatpêz, endam û alîgirên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û rojnameger Rêbaz Hesen hatine binçavkirin.

Roja 25’ê nîsanê Tevgera Azadî li Silêmaniyê xwest li dijî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêma Metîna, Avaşîn û Zapê yên başûrê Kurdistanê, meşekê li dar bixe. Lê Asayîşa Silêmaniyê rê neda gelê Silêmaniyê li dijî êrîşan bimeşe. Di heman êvarê de nêzî 30 kesan hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatine girtin, ji 25’ê Nîsanê ve 55 welatparêz, endam û alîgirên Tevgera Azadî yên xwestine li dijî êrîşên dewleta tirk bertek nîşan bidin hatine binçavkirin. Her wiha di nav binçavkiriyan de rojnameger Rêbaz Hesen jî heye.

Tevgera Azadî di heman demê de li navenda xwe ya li Silêmaniyê, der barê astengkirina meş û binçavkirinan de, daxuyanî da çapemeniyê.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed diyar ku wan xwestiye weke erkeke exlaqî li dijî êrîşên dewleta tirk çalakiyek li dar bixin û bi banga wan gelek kes kombibûn. Ehmed wiha got: “Mixabin ya balkêş Asayîşa Silêmaniyê derdora Seholeke girtibû û kes li benda vê helwestê nebû. Em ji bo berdana kesên hatine binçavkirin bi berpirsên asayîşê re axivîn. Ji me re gotin ferman ji jorê hatiye û gotine, ‘Çi kesê tev li wê çalakiyê bibin, binçav bikin.”

Ehmed xwest kesên hatine binçavkirin demek zû bên berdan, heger na wê helwesta xwe tund û her tim li kolanan bin.

Êrîşên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê didomin û her diçe hêrs û nerazîbûna gelê herêmê zêde dibe.