23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Atom li kuantûmê bi kîjan zimanî diaxivin?

Heta atom jî xeber didin

Heta niha yên herî zêde serê xwe bi raborî û siberoja mirovahiyê re êşandine zanyar in. Li ser destpêka mirovahiyê, li ser pêvajoya werara mirovahiyê ya heta îro û her wiha li ser siberoja mirovahiyê xebatên wan hene. Mirov dikare piraniya xebatên zanyaran jî wekî xebatên alternatîf yên watedariyê binirxîne.

Komek zanyar ên li ser atomên tîtanyûmê dixebitîn tiştekî nû keşf kirin. Li gorî vê xebatê û vê keşfê hat zanyaran îdia kirin ku atomên tîtanyûmê di navbera xwe de ragihandineke domdar û guherbar pêk tînin. Bi gotineke dîtir pispor îdia dikin ku atom di nav xwe de, bi hev re xeber didin.

Ragihandina navatomî

Zanyarên vê xebatê bi pêş xistine zanyarên holendî û alman in. Zanyaran dît ku du heb atomên tîtanyûmê di nav xwe de xeber didin. Xeberdan an jî axaftina di navbera atoman de mîna dengê axaftina mirov û heywanan e. Lê zanyar vê yekê wekî “ragihana navatomî” bi nav dikin.

Zanyaran di vê keşfê de, bi zanebûn atomên tîtanyûmê hilbijartin. Lewra dewrên (spîn) van atoman, di germahiya 1 pile kelvînî de bi rûzemîna ku lê ye ve dizeliqin û heta radeyekê bêtevger dimînin. Bi vî awayî atom bi hêsanî ji hev dikarin bên veqetandin. Ev yek jî karê zanyar û pisporan hêsan dike. Her wiha dema mirov pêlên karebayê (elektrîkê) dişîne ser wan atomên ku tevgera wan lawaz dibin mirov dikare berê dewrkirina atoman biguherîne an jî mirov dikare wan bi hev re têxe nav pêwendiyekê.

Atom bertek nîşanî hev didin

Dema ku spînên du atoman bi hev ve tên girêdan, zanyar diyar dikin ku ev atom di kuantûmê de lihevaliyayî ne. Zanyaran ev yek wekî fersendekê hesibandin û atoman heta 1 nanometreyî nêzî hevûdu kirin. Dû re zanyaran pêleke piçûk ya karebayê şandin ser atomekî û li bendê man ka dema ev atom tevgera xwe biguherîne atoma din dê çi bike. Encam ev e; di navbera atoman de ragihandineke daîmî û guherbar heye.

Ber bi nediyariyeke dijwar ve

Sander Otte yê ku li ser fizîka kuantûmê dixebite ragihandina navatomî wiha dinirxîne: “Tişta ku atom dikin mîna lêketina derî ye. Dema hûn li derî dixin yê hundir dibêje ‘ew kî ye’, atom jî bi reaksiyonên ji nişkê ve vê ragihandinê pêk tînin.” Pisporan destnîşan kir ku ragihandina navatomî tenê di 15 nanoçirkê de pêk hatiye û ev jî tê vê wateyê; carek ji 15 milyar carên di nav çirkekê (1 saniye) de derdibire.

Zanyar Ella Lachman li ser vê keşfê got ku ev keşf nîşandanek e di sîmulasyona kuantûmî de. Her wiha lachman diyar kir ku ev keşfeke bicoş e lê ev yek berê me dide ber bi nezaniyên nediyar ên dîtir ve. Tişta ku ew meraq dike jî ev e: Gelo di navbera 3 an jî 10 atoman de ragihandineke çawa heye?

Sander Otte jî behsa zehmetiyên hesabkirina van nûveyan dike û dibêje: “Di gera atoman a cara 20’î de kompûter naxebitin. Kompûterên sûper ên herî baş ên cîhanî jî piştî gera cara 50’yî hew dikarin bixebitin êdî.” Otte diyar kir ku ji bo tam û têkûz ji vê ragihandina navatomî fehm bikin divê em amûr û kompûterên nû çêbikin û lê binihêrin ka li ser 1000 atomî em ê bigihijin encameke çawa.

Çavkanî/Webtekno

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê