Sunday, September 19, 2021

Av û xurek kêm e darvekirin zêde ye

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku navenda wê li Osloyê ye, tevî krîza aborî û rewşa perîşan a piraniya xelkên Îranê, rejîma wê heman zext û zordariya xwe berdewam dike.

Li gorî raporê rêjeya darvekirinan di 2 hefteyên borî de bi rengekî berbiçav zêde bûye. Rejîma Îranê di 9 meha borî de dabû xuyakirin ku wan darvekirin rawestandine, lê 24 seat piştî aşkerekirina encamên hilbijartinê, dîsa darvekirinan dest pê kir.

28 kes hatine darvekirin 

Di raporê de tê gotin ku piştî 20’ê mehê li gorî medyaya fermî ya rejîmê 28 kes hatine bidarvekirin. Lê li gorî vê rêxistinê hejmara rastî ya kesên ku hatine bidarvekirin 117 kes in, di nava wan de 6 jî jin in. Zêdebûna darvekirinan û destwerdanên tund ên li dijî muxalif û xwepêşandêran destpêkirina siyaseta serokê nû Ibrahîm Reîsî jî nîşan dide ku ji berê de her kesî ew wekî celadê darvekirinan bi nav dikir.

Tevî ku rejîma Îranê piraniya darvekirinan bi sedemên din ve girê dide lê her kes dizane ku piraniya wan darvekirinan ji ber sedemên siyasî ne.

Navenda Nûçeyan 