Duşem, Tirmeh 26, 2021

‘Ava Kurdistanê bi bendavan tê tecrîdkirin’

Li bajarên Kurdistanê di bin navê xizmetê de xweza tê talankirin û gund di bin avê de tên hiştin. Heta niha ji ber çêkirina bendavan bi sedan gund û bi hezaran hektar zeviyên bixêr û bereket di bin avê de hatin hiştin. Têkildarî talankirin û wêrankirina xweza, daristan û ekolojiya Kurdistanê, Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Vahap Işikli pirsên rojnameya me bersivandin.

Wek pirsa yekem ez dixwazim rewşa bendavên li Kurdistanê tên çêkirin, bipirsim. Bi salane gelek bendav li Kurdistanê tên çêkirin û gelek av û rûbarên Kurdistanê hatin zuhakirin. Çêkirina bendavan bandoreke çawa li xwezaya Kurdistanê dike?  Gelo niha li kijan bajaran çêkirina bendavan didomin?

Li Kurdistanê di serî de ji Heskîfê heta hemû HES û bendavên hatine çêkirin, Tirkiye wan  wek polîtikayên şer li hember welatên cîran bikar tîne. Ya din di bin navê ‘ewlehiyê’ de bendav ava kirin. Ji Heskîfê hata Munzûrê a niha li ser avê Dîcle, Hezro, Farqîn, Lice, Çewlig heta Pasûrê, Sasonê, Godernê  û hwd îro di bin navê ‘ewlehiyê’ de bendav çêkirin û hê jî didomînin. Tenê li Heskîfê 199 gund di bin avê de man. Ya din li ser ava Botanê ya ku hin gundên Êlih û Sêrtê jî di nav de nêzî 100 gund di bin avê de man. Herî dawiyê li Farqînê bendavek çêkirin û tê gotin ku ew jî li ber xilasbûnê ye. Îro di nava Lice, Çewligê de ku ava Sarûmê jê re tê gotin, heta digihêje Pasûrê û hinekî jî ava Sasonê dikeve nav, di wê rêzê de HES tê çêkirin. Ev projeya HES’ê jî dê 118 gundan di bin avê de bihêle. Dîsa li ser Sason û geliyê Godernê bi projeya HES’ê dê bi dehan gund di bin avê de bimînin.

Ya din jî axa Kurdistanê tê zanîn ku ji aliyê cureyên nebatên endemîk ve pir dewlemend e û xwedî ekosîstemeke pir rengîn e. Lê bi çêkirina HES, bendavê ava Kurdistanê tê tecrîdkirin, ekosîstem tê texrîbkirin. Yanî jiyana mirovan bi xwe bi valakirina gundan, bi texrîbkirina ekosistemê tê tunekirin.

Em dêhna xwe didinê li gelek bajarên Tirkiyeyê havînê şewat dest pê dikin hema bêje di kêliyê de mudaxale têkirin. Lê li Kurdistanê tenê di nava vê mehê de li Xarpetê, Şirnex, Çewligê, Dêrsimê, Liceyê û hwd bi rojan, bi hefteyan agirê dest pê kiriye bi tu awayî nehat tefandin. Tu yê ji bo vê yekê bibêjî çi?

Dema şewatek li Tirkiye û Kurdistanê dest pê dike, ji hev cuda ne helbet. Li Tirkiyeyê dema şewat li Marmarisê dest pê kir, di rojekê de, bi helîkopteran mudaxale kirin. Di heman rojê de li Çewligê jî şewatê dest pê kiribû û heta hefteyekê nehat tefandin ta ku ji ber xwe tefiya. Tenê li ser medyaya civakî saziya me ya ekolojiyê û ji hin saziyên din bertek hatin nîşandan. Me bi xwe ji bo pêşî li agir were girtin mijar kir rojeva meclisê. Bi hezaran hektar ji daristanê hat şewitandin lê bi tu awayî mudaxale nehat kirin. Bi giştî jî di encama opoerasyonan de şewat li Kurdistanê derketin. Li Dêrsimê li navçeya Xozatê piştî operasyona leşkerî agir dest pê kir û bi rojan nehat tefandin, li Cûdî û Çewligê bi heman rengî bû. Tenê şewat na, li Cudî rojê 450 ton dar jê dikin, li Liceyê bi heman rengî. Yanî dema li Tirkiyeyê şewat dest pê dikin dibêjin şewatên ji bo rantê ne; li Kurdistanê jî di bin navê ‘ewlehiyê’ de pêk tên. Yanî li Tirkiyeyê cihê daristanên şewatê de otel û motel tên çêkirin lê li Kurdistanê qereqol û qeleqol tên çêkirin. Bi tena serê xwe ev xal her tiştî diyar dike û sedema şewatên li Kurdistanê derîne holê. Xwezaparêzên Tirkiyeyê jî gelek caran vê yekê tînin ziman û dibêjin mesele meseleya ewlehiyê ye, bila leşkerê me operasyonan nekin. Pirî caran vê rastiyê ew bixwe jî nabînin.

Li gelek bajarên Kurdistanê lodên çopê, berhemên plastîkî, rûpoş û lepikên ji nexweşiya koronayê mane êdî li ber her deriyekî, li ber her malekî û li her qadeke park û bexçeyan hene. Ev yek tehlûkeyeke çawa bi xwe re tîne? Hewce ye li hember vê yekê peywir çibe?

Jixwe sermayedar û dewlet bi tu awayî parastina xwezayê nakin. Ji bo madena cih vedikin, ocaxan vedikin û bi HES û bendav û JES’an xwezayê talan dikin. Li aliyê din jî bi şewba koronayê civak bi paqijiyê hesiyan ku hijyenbûna hewayê bê çiqas girîng e. Yanî bi lodên çopê, berhemên plastîkî yên ku bi hezaran salan di nav xwezayê dibînin û zirarê didin xwezayê. Bi hatina koronayê re hindik be jî baldariyekî dest pê kir lê em nikarin qala hişmendiyeke gelemperî ya ji bo vê mijarê bikin.

Yanî pêwist e ku ji perwerdehiyê em bigirin heta tenduristiyê divê ev fikr were belavkirin ku xweza her diçe bi tunebûnê re rû bi rû dimîne. Ji bo vê yekê jî di serî de dewlet pêşiya qirêjkirina bi berhemên plastîkî bigire ya din jî hewce ye civak di van mijaran de hişyar bin. Ya rastî jixwe dewlet bi sermayê re bûye yek û tim bi talana xwezayê re mijûl e. Li hember vê yekê hewce ye saziyên sivîl, rêxistinên ekolojîst li hember van kiryarên dewletê dengê xwe bilind bikin û hişmendiyeke ku xwezaparêz di nav gel de belav bikin.

*Wek tê zanîn ku Tirkiye ev demek e li ser axa Başûr jî dest bi birîna daran û talankirina daristanan kiriye. Tu vê yekê çawa şîrove dikî?

Di vê pirsê de pêwîst e em vê tiştê bibînin. Tenê li Cûdî rojê 450 ton dar tên jêkirin. Ev ji salekê dirêjtir e ku li Cûdî bi awayekî rêkûpêk îhaleyên jêkirina daran dane cerdevanan û her wiha daristan tên tunekirin. Salek berê em wek saziyê çûbûn wir û me li wir bi bi çavê xwe şewat û talankirina xwezayê dît. Êdî ev îhale hê jî didomin. Niha li Liceyê jî vê yekê dikin; li ser 98 hektar di navbera gundê Dêrxûn û yên din de ev yek kirin. Hinge bi qasî 140 stadyumên futbolê dar jê kirin û ev yek bi destê cerdevanan hat kirin. Jixwe şîrketên taybet van îhaleyan nagirin lê didin cerdevan bi wan van karên xwe pêk tînin.

Mixabin vêce îro ev hişmendî derbasî axa Başûr bûye ku piştî operasyonên leşkerî li Metîna û herêmên din de bi şer re dar tên jêkirin. Ev yek wek ‘ewlehiyê’ tê binavkirin. Kêm be jî hikûmeta Iraqê dengê xwe li hember vê yekê derxist lê belê hikûmeta Herêmê bi tu awayî dengê xwe dernexist û berpirsyariya vê yekê negirt ser xwe. Jixwe sekreterê PDK’ê Sefîn Dizeyî jî qutkirina daran a ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatî, qebûl kiribû.Lê bi tu awayî hikûmeta Başûr berpirsiyarî negirt ser xwe. Çawa dar û daristanên herêmekê werin talankirin lê hikûmet bi tu awayî dengê xwe dernexe ev yek mirov matmayî dihêle. Bi taybetî Tirkiyeyê çawa ku di salên 90’î de gund û warên kurdan vala kirin, koçber kirin û bi vê yekê re polîtikayên asîmîlasyonê têxistin meriyetê; niha jî bi talankirin xwezaya Kurdistanê berdewama van polîtikayên xwe tînin. Pêwîst e gel vê tiştê bizanibe ku şer tenê li hember mirov û nasnameya gelan na, li hember xwezaya wan jê pêk tîne. Çimkî xweza jî nasnameya gel û civaka ne ku mirov encex bi têkiliyên xwe yên bi xwezayê re girêdayî dibe mirov. Hebûna mirov beden û xwezaya mirov bixwe ye jî. Yanî ji aliyekî ve êrîş li ser ziman û axa kurdan ji aliyê din ve li ser xwezaya wan şer û êrîş didomin.

Hûn wek platforma Hewselê li hember talankirina xwezaya Amedê û bi taybetî li Kurdistanê, nerazîbûnên xwe tînin ziman ango çima dengê saziyên ekolojiyê û dengê ekolojîstan hevqas kêm e?

Em wek Platforma Hewselê, Tevgera Mezopotamyayê ya Ekolojiyê em bi hemû saziyên li Tirkiyeyê yên xwezaparêz ku ferq û mêliyê naxin navbera xwezayê re, di nav têkiliyê de ne. Rastiyeke heye ku bi salane şerekî fizîkî li ser axa Kurdistanê didome û ligel vê yekê jî xweza zêde neketiye rojevê û li paş maye. Îro hinekî atmosfereke wisa heye ku dengê xwe ji kuştina mirovan re jî dernaxin, wê çawa ji ya xwezayê re derînin? Ya din jî em wek saziyên ekolojiyê kêmasiyê pir in ku me der barê mijarê parastina xwezayê de pêşengtî zêde nekiriye û hişmendiyek ava nekir. Lê niha hindik be jî em bi gelek saziyên li Amedê yên wek TMMOB û Baroya Amedê ji bo parastina xwezayê li ber xwe didin. Lê rastiyek jî heye ku hê jî xweza nebûya rojeva saziyên me kurdan.

Îro cîhan tev rastiya ku axa Kurdistanê, xwezaya Kurdistanê tê talankirin dibîne. Ji mînaka Heskîfê heta talankirina Sûrên Amedê ev mijar ber bi çav e. Gelo hêz û rêxistinên navneteweyî li hember vê tunekirina xwezayê dengê xwe bilind dikin?

Îro ji Tirkiyeyê heta hemû dewletên din ne berê ji bo tunekirina Heskîfê ne jî niha ji bo tunekirina Sûrên Amedê û hemû xwezaya Kurdistanê dengê xwe dernexistine. Bi rojan daristana Çewligê şewitîne ji Tirkiyeyê ne jî ji hêza nevneteweyî tu deng derneket û wek mijara ewlehiyê bi nav kirin. Li cîhanê jî wek UNESCO’yê û saziyên xwezayê diparêzin hindik be jî ji Tirkiyeyê baştir eleqedar dibin û danûstandinên me bi wan re hene. Lê belê ev heye wek saziyên navdewletî ku ji Sûrên Amedê bigirin heta navçeya sûrê ku tên xerakirin û malên di nîvê taxa Sûrê de yên wek girtîgehan hatine avakirin; tu dengê wan li hember vê talankirinê derneketiye. Hewsel û Sûrên Amede qaşo di bin banê UNESCO’yê de ne û her du bi hev re têxistin lîsteya UNESCO’yê. Lê hember talankirin, qirejkirin û tunekirina van deran jî heta niha UNESCO lê xwedî derneketiye. Çimkî ew meseleyê wek polîtikayên navneteweyî dinirxînin û naxwazin têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xera bikin. Yanî li gor polîtikayên demkî tevdigerin. Bifikirin beriya Heskîf were tunekirin me ji AÎHM’ê re rapor şand lê belê AÎHM got ev ne karê min e.

Hewce ye bê zanîn ku dareke li Çiyayên Qazê tê birîn, li Liceyê û li Amazonan tê birîn gere wek hev bê dîtin û were parastin ji ber ku krîzên ekolojiyê bi xwe re tînin. Parastineke enternasyonalîst û gerdûnî hewce dike.