18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ava serê medyaya civakî dikelînin!

Piştî dabeşkirina baroyan niha jî medyaya civakî di hedefa desthilata AKP-MHP’ê de ye. Bi destpêkirina pêvajoya vîrûsa koronayê re desthilata AKP’ê ji bo mayîndekirina desthilata xwe ket nav hewldanên nû. Di vê çarçoveyê de destpêkê ji bo berdana kesên nêzî xwe û MHP’ê qanûna înfazê sererast kir. Li gel hemû bertekên kurdan û partiyên muxalefetê jî girtiyên siyasî li derveyî vê qanûnê hatin hiştin û nehatin berdan.

Di rojên ku nîqaşa vê sererastkirinê dihat kirin de ji ber nîqaşeke di navbera serokê diyanetê û baroya Enqereyê de AKP-MHP’ê baro ji xwe re kirin hedef. Her du partî jî ketin nav hewldanên kontrolkirina baroyan. Ji bo vê mijarê jî pêşniyazqanûnek amade kirin û pêşkêşî meclisê kirin. Hemû baroyên Tirkiyeyê û partiyên muxalefetê li dijî vê jî derketin. Lê ji ber hejmara wan a zêde  AKP-MHP ev sererastkirin jî derbas kirin û baro dabeş kirin.

Heqaret kirin hincet

Herî dawî jî ji ber rexneyeke giran a li hemberî zavayê Erdogan, Berat Albayrak ketin nav helwdanên kontrolkirina medyaya civakî. Beriya demekê bi hinceta ku bi vê rexneyê heqaret li keça wî Esra Albayrak û zavayê wî Berat Albayrak hatiye kirin, Erdogan xebatên ji bo vê kontrolkirinê da destpêkirin. Li gel ku heqaret li ser tewîtterê hatibû kirin jî Erdogan hemû platformên medyaya civakî kir hedef û fermana girtina wan da.

Ji ber vê hewldana AKP-MHP’ê ya li ser medyaya civakî hem li qada navneteweyî û hem jî li navxweyî gelek rexne li Tirkiyeyê hatin kirin. Di rexneyan de hat gotin ku tişta ne li gorî dilê AKP’ê be dixwaze biguherîne. Ji ber van rexneyan, AKP-MHP’ê dev ji girtina platformên medyaya civakî berda û ji bo kontrolkirina wan dest bi xebateke hevpar kir. Xebatên ji bo vê yekê di nav hefteyê de bi dawî bûn.

Wê hesab bên girtin

Di encama vê xebatê de AKP’ê ji bo kontolkirina medyaya civakî pêşniyazqanûnek amade kir. Pêşniyazqanûna hat amadekirin û ji 9 xalan pêk tê, ji aliyê serokwekîla koma AKP’ê Ozlem Zengîn ve pêşkêşî serokatiya meclisê hat kirin. Dema pêşkêşkirina pêşniyazqanûnê Ozlem Zengîn, bi awayekî aşkera got ku sererastkirina bikin dê derfeta lêpirsîn û şopandina paltformên medyaya civakî bide wan.

Li komîsyona edaletê ya meclisê li ser pêşniyazqanûnê nîqaş hatin kirin û li gel nerazîbûnên muxalefetê jî pêşniyazqanûn hat qebûlkirin. Êdî çav li rê ye ku pêşniyazqanûn pêşkêşî lijneya giştî ya meclisê bê kirin. Heke pêşniyazqanûn li lijneya giştî bê qebûlkirin, wê êdî medyaya civakî bikeve bin kontrola AKP-MHP’ê û hesabên ku rexne li wan bikin dê karibin bisînor bikin û bigirin. Dîsa ji bo ku bi awayekî lezgîn şopandin bê kirin, ji navendên platformên medyaya civakî bê xwestin ku nûnertiyên xwe li Tirkiyeyê vekin.

Armanc bêdengkirin e

Her wiha ji bilî girtina hesaban wê gelek parvekirin jî di nav 48 saetan de bên rakirin û belavkirina wan bê qedexekirin. Dîsa ji ber parvekirinên ku li ser platforman bên kirin dê êdî mirov li Tirkiyeyê bên cezakirin û cezayê pere li wan bê birîn. Armanca van guhertinan li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdengkirina mirovan e.