23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ava vexwarinê li ser gundên Girê Spî hat qutkirin

Tirkiye li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayên xwe yên dijmirovahî didomîne. Wek tê zanînk ji 27’ê çile ve Tirkiyeyê ava Çemê Firatê li ser herêmê qut kiriye. Qutkirina avê li herêmê dibe sedemên encamên xirab.

Di nava  4 mehan de li herêmê jehrîkirina bi avê her çû zêdetir bû li nexweşexaneyên Kobanê hejmara kesên bi jehriyê ketî jî roj bi roj zêdetir bûn.

Li gor agahiyên ji herêmên tên parvekirin herî dawiyê ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin. Li hin gundan pompên avdanê û pompeyên ava vexwarinê êdî zuha bûne û naxibitin.

Pompa Til Seminê bi qismî sekinî ye, ev yek bû sedema kêmbûna çandiniyê li gundewarên Girê Spî (bajarokê El-Hîşe û gundên wê). Her wih pompa ava vexwarinê ya li bajaroka El-Hîşe ku avê digihîne bi dehan gundan, ji qutkirina ava Firatê bandor bû.

Pompa El-Hîşa ava xwe ji pompa Til Seminê digire ku niha her 48 setan tenê 4 saet dikeve xizmetê. Di encamê de ava vexwarinê li bajarokê El-Hîşa û gundewarên wê kêm bû.

Li gorî daxuyaniyên berê yên aliyên peywendîdar, pompe ji bo depokirina ava vexwarinê di qanalê de tenê 4 saetan dixebite. Lê ev dem ji bo hewcedariyên şêniyan têr nake û meha havînê jî vê yekê kambaxtir dike.

Gundên ku pompa El-Hîşa ava vexwarinê jê re peyda dikir ev in: El-Hêşa, El-Xazlî Xerbî, El-Xazlî Şerqî, Xazlî Kiêşîş, El-Huriya, Hîşa El-Şibil û Şêx Hesen.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê