24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Avahiyên vala, bûne cihê tiryakkêşiyê’

Li bakurê Kurdisatanê bêkarî, tiryakkêşî, dizî û gelek pirsgirêkên civakî yên her diçe zêde dibin, bi piranî encamên polîtîkayên şer in. Ev pirsgirêk, bi giştî li Amedê û bi taybetî li navçeya wê ya dîrokî Sûrê berbelav in. Tê zanîn di salên 2015-2016’an de di bin navê ‘ewlehiyê’ de beşek mezin a Sûrê ji aliyê dewletê ve hat xerakirin û bi dehhezaran kurd ji cihên xwe koçber bûn. Niha tê xuyakirin ku xerakirin û bêcihûwarhiştina gelê navçeyê bûye sedema karesatên civakî û ev karesat bi qedexeyên ji ber pandemiyê zêde bûye.      

Şêniyên navçeya Sûrê diyar dikin ku salên dawî têryakkêşî û dizî zêde bûye. Yek ji taxên herî zêde tiryak lê tê bikaranîn jî Taxa Cevat Paşa ye. Keyayê taxê Mehmet Deger diyar dike ku 43 avahiyên vala yên li taxê bûne cihê tiryakkêşiyê.

Mehmet Deger

Avahî bûne cihên tiryakkêşî û fihûşê

Deger têkildarî zêdebûna tiryakkêşiya li taxê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bal kişand ser rewşa taxê û wiha got: “Piştî ku 4 taxên Sûrê hatin hilweşandin, welatiyên van taxan koçî Taxa Cevat Paşa kirin. Ji ber vê nifûsa taxê derket 8 hezarî. Li taxê avahiyên vala û yên dîrokî bûne qadên tiryakkêşiyê. Di heman demê de, li van avahiyên vala fihûş jî tê kirin.”

Keyayê taxê Deger destnîşan kir ku bi taybetî di pêvajoya pandemiyê de, bikaranîna tiryakê zêde bûye û wiha bertek nîşan da: “Ji ber bêkariyê, mayîna li malê, stresa zêde û zextên heyî, vê rewşa tiryakkêşiyê zêdetir kir. Tiryakkêşan ji bo ku tiryakê peyda bikin, diziyê jî dikin. Êdî rewş wisa bûye, pencereyan û qabloyên înternetê jî didizin.”

Keya Deger xwest ev rewşa li taxê bi dawî bibe û got ku ji bo pêşî lê bê girtin, divê avahiyên vala her tim bên kontrolkirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e ku van avahiyên vala, bikin qadên lîstikên zarokan û park. Em dixwazin ku rayedar her tim van kolanan kontrola bikin. Bi taybetî jî divê avahiyên vala bêkontrol neyên hiştin.”

AMED