Rojnameya Heftane

Avakirina hêzeke hevpar hewce ye

Navenda Nûçeyan

Aloziya siyasî û leşkerî ya li Rojhilata Navîn bandora xwe bi taybetî li çar parçeyên Kurdistanê dike. Ji ber ku kirdeyê esasî yê Rojhilata Navîn jî gelê kurd e. Hezên hegemonîk dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin û beyî kurdan. Lê hewldanên wan ên dîplomatîk û leşkerî li hemberî rastiya kurdan têk diçin. Ev tişt xwe li rojavayê Kurdistanê bi zelalî nîşan dide.

Li gel geşedanên giştî yên siyasî, kurdistanî niha li ser yekitiyê disekinin. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê kurd nîqaşên xwe yên der barê yekitiyê de berfireh kirin. Bi nîqaşên ku di demên dawiyê de hatin kirin, encamên girîng derketin holê. Niha her qad di nav xwe de nîqaşên berfireh dike. Aliyek partiyên siyasî, aliyek hunermendên kurd, aliyek jî sazî û rêxistinên civakî yên kurd in.

Kurdên ku xwe li Kurdistanê bi rêxistin kirine niha jî bi civîn, komxebat û konferansan li ser hewcedariya yekitiyê disekinin. Di serî de partiyên siyasî yên Başûr, Bakur û Rojava civînên xwe li herêmên xwe pêk anîn. Tevî ku hin partî xwe dûrî wan nîqaşan dikin jî helwest girîng in. Partiyên siyasî yên Bakur ji bo kar û barên yekitiyê, berê xwe dan Başûr û bi partiyên siyasî re rêzecivîn li dar xistin.

Li gel partiyên siyasî qada çand û hunerê jî xebatên xwe yên yekitiya neteweyî berfireh kirin. Di serî de li Ewropayê meşeke mezin hat lidarxistin û piştre bi tevlêbûna hunermendan li Ewropayê civîneke giştî pêk hat. Piştî civînê jî hunermend berê xwe dan başûrê Kurdistanê li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê bi hunermendên başûrî re civiyan û plansaziya xwe ya pêşerojê çêkirin.

Di encamên nîqaşan de tişta ku herî zêde derdikeve pêş jî yekitiya hezên leşkerî ye. Endamê Rêveberiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û fermandarê pêşmergeyan Westa Resûl têkildarî yekdengiya gelê kurd axivî û da zanîn ku heke gelê kurd yekrêz, yekdeng û yekgirtî nîn be, nikare ji qonaxên dijwar ên tevahî Rojhilata Navîn xwe rizgar bike. Resûl mijara yekitiya hêzên leşkerî jî wiha nirxand: “Min sê sal beriya niha gotibû ku hêza leşkerî ya hemû alî û rêxistinan heye û pêwîst e ku komîteyeke leşkerî ya hevbeş ji bo parastina axa Kurdistanê hebe. Niha wext hatiye ku ev komîte bê avakirin.”